Bijîşkekî kurd di qesra osmaniyan de: Kürd Ozan

Hekîmê me Kürd Ozan jî herçend di navê wî de ozan ku di me’neya şa’ir, şa’irê gel de tê emilandin, hebe jî em nizanin ka bi rastî şa’iriya wî heye an na. Her wiha em nizanin ka navê wî yê rastîn jî çi ye. Li aliyê din îhtimal heye ku hekîmê me bi taybet hatibe vexwendin bo hekîmtiya xwe li qesrê bike.

***

Çend sal berê gava min bi mebesta ku ez dê di derbarê dîroka kurdan de rastî çend melûmatan werim dest bi xwendina pirtûka Idrîsê Bedlîsî ya bi navê Heşt Bihiştê kir, min bîra wê yekê nedibir ku ez dê şexsiyetekî kurd ê di qesra Osmaniyan de nas bikim. Biborin tişta ku min ji wê xwendinê bi dest xist û berê min ket çend çavkaniyên din ên ku kêm-zêde heman agahiya biçûk neqil û beyan kirine, zehmet e wekî naskirineka tekmîl û temamî were nîşandan. Belkî ev xaleka biçûk be ji temamê dîroka wî ya şexsî ku niha dibe xaleka jinûve hatiye ferqkirin bo dîroka me. Lew milet ne hinekî, belê gelekî bi sermiyana zêde ya şexsiyetên xwe yên berkeftî di rêza miletan de cihekî bala ji xwe re digirin. Bi taybet di serdema klasîk an jî beriya modernîzmê de ev wisa bû. Di asasê xwe de mesele tev xirûra millî ye, ji loma ye ku bo nimûne em dilê xwe bi kurdbûna hindek şexsên dîrokî xweş dikin ku ji bilî kunyeya wan ya ku tê de kurdbûna wan eşkere ye, bi me’neya îro wan çu tişt bo qewmê xwe nekirine, an jî kêm tişt kirine. Belê diyarkirina nasnameyê têrê dike ku em kêfa bi serkeftinên wan, berhemên wan bînin. Zanîna wê yekê ku ew kesên bijare ji nijada me ne, hesteka ciyawaz dide mirovan.

Ez dê di vê nivîsê de li pey vê hesta ciyawaz ji çend pirtûkên dîroka Osmaniyan bidim pey şopa vî şexsiyetê kurd yê li nav dîrokên tirkan wekî Kürd Ozan hatiye nas kirin û tiştên min bi dest xist raberî we bikim ku belkî paşê bibe destpêkeka lêkolîneka birêkûpêktir. Helbet ev hêvî ber her kesî berpêyî dîroknûsan dibe.

Kürd Ozan kî bû û tevkariyên çawa li tibê kirin, xebatên wî yên li ser tibê hene an na, em nizanin. Çêdibe di pirtûkên tibê yên wê demê de agahî li ser vê hêla wî hebin. Nebin jî va ye dîrokê ew bi çîrokeka din li ba xwe nivîsiye ku bi şiklekî ji şiklan tevî ku îro bêdilê me be jî, tevkariyeke erênî li berdewamiya xanedana Osmaniyan kiriye. Bi saya zîrekî û bîrbiriya wî bêyî pirsigirêkeka mezin textê dewletê ji bavê mirî derbasî siltanê nûbişkivî dibe.

Her sê çavkaniyên osmanî yên ku behsa Kürd Ozan dikin di sedsalên 15 û 16an de hatine nivîsîn û di navbera wan de demeke zêde dirêj nîne. Li jêr min bi awayê kronolojîk, ji ya herî kevn ber bi ya herî nû behsa Kürd Ozan anî. Li gor vê dîroka Aşıkpaşazade ya herî kevn e ku muellifê wê hevçaxê Kürd Ozan û serdema wî ye. Ji vê hêlê ve çîroka ku wî di derbarê hekîmê kurd de neqil kiriye pêbawer dixuyê û bi texmîna me nivîskarên din jî ev çîrok ji berhema wî hildane.

Li gor Aşıkpaşazade gava ku siltanê Osmaniyan Mehmed Çelebî dimire, hêj text û hikumraniya wî bi temamî negihabû ser erdeka rast. Lewre jî wezîr û şêwirdarên wî dikevin tatêla wê yekê ku bi belavbûna nûçeya mirina wî dê gelek serhildan û serêşiyên qewî li dewletê peyda bibin û îhtimal heye ku ew bibin sedema jinavçûna dewleta ku jixwe ji destê Têmûrê Kulek derbeyeka mezin xwaribû.  Aşıkpaşazade di pirtûka xwe ya bi navê Tevârihi Âl-i Osman de diyar dike ku, Mehmed Çelebî bi xwe gava ku di ber sikratê de ye vê qewîtiyê li wan dike, heta ku kurê wî Murad neyê ser text divê mirina wî neyê eşkerekirin. Gava Çelebî dimire, rayedarên dewletê vê yekê ji leşkeran û ji gel vedişêrin da ku çu serêşî bo dewletê peyda nebin. Piştî çend rojan li pey gotegot û nediyarbûna Mehmed Çelebî leşker xwe aciz dikin û dixwazin wî bibînin. Tam di vê derê de dest û piyê wezîr û şêwirmendan li hev digere. [1]

Kürd Ozanê ku li gor Aşıkpaşazade hekîmekî Yıldırım Bayezîd bû ku ji Îranê hatibû û navê xwe Kürderen bû plan û hîleyekê çêdike ku kes ji zindîbûna Çelebî nekeve gumanê. Kürderen kurikekî li pişt siltan dide rûniştandin, kurik bi awayekî neyê dîtin destê siltan dilebitîne û dîsa bi destên xwe riha wî difirkîne. Paşê Kürd Ozan tê cem paşayan û xwe dixeyidîne ku nahêlin ew li çakkirina siltan bixebite. Li ser vê yekê û dîtina lebitîna siltan, paşê bi dilekî rehet ji dîwanê derdikevin.

Ev serpêhatî bi heman şiklî di Heşt Bihişta Idrîsê Bedlîsî de jî derbas dibe bes di wir de navê hekîm Kürd Ozan e ku bi gotinên Bedlîsî kesekî xwedanferaset e û hekîmekî navdar e. Serpêhatiya Kürd Ozan di vê kitêbê de jî kêm-zêde bi heman awayî ye, dîsa leşker wisa difikirin ku siltan miriye û hekena, dixwazin wî bibînin, wezîr bi saya hîleya Kürd Ozan wî wekî ku zindî be nîşan didin û bi vî şiklî heta ku kurê wî Murad tê, 42 rojan mirina wî vedişêrin. [2] Serpêhatiya Kürd Ozan di Tacü’t Tevariha Hoca Sadettin Efendi jî bi heman şiklî derbas dibe.[3]

Joseph von Hammerê Awistiryayî di pirtûka xwe ya li ser dîroka Osmaniyan de xeyn ji neqilkirina çîrokê hindek agahiyên din dide me. Berî her tiştî ew, bo welatê Kürd Ozan Kurdistanê nîşan dide. Paşê diyar dike ku di qesra Mehmed Çelebî de piştî Sinan-ı Şeyhî yê hem hekîm û hem şair, hekîmê duyem e di qesra wî de û di mesela veşartina mirina Çelebî de bo xwe di dîroka dewletê de cihek girtiye. [4] Sinan-ı Şeyhî yan jî bi navê xwe yê berbelav, Şeyhî yek ji wan şa’irên ewil ê osmaniyan e ku berhemên mezin dane.

Hekîmê me Kürd Ozan jî herçend di navê wî de ozan ku di me’neya şa’ir, şa’irê gel de tê emilandin, hebe jî em nizanin ka bi rastî şa’iriya wî heye an na. Her wiha em nizanin ka navê wî yê rastîn jî çi ye. Li aliyê din îhtimal heye ku hekîmê me bi taybet hatibe vexwendin bo hekîmtiya xwe li qesrê bike, ev yek jî ancax bi wê yekê re pêkan e ku ew di qada xwe de yek ji wan kesên serkeftî û bijarte be. Dewra ku ew tê de jiya, di dîroka tibê ya Osmaniyan de muhîm e, bo nimûne yekem nexweşxaneya dewleta Osmanî di dewra Yıldırım Bayezid de li Bursayê vedibe, em bînin bîra xwe Aşıkpaşazade digot Kürderen anku Kürd Ozan hekîmê Yıldırım bû. Li gor vê yekê bi min dê ne dûr be ku Kürd Ozan li wê nexweşxaneyê hekîmtî nekiribe û bi taybet bo vê meseleyê nehatibe vexwendin bo qesrê.

Di gotareka li ser nexweşxaneyên dewra Osmaniyan li Bursayê vebûne, nivîskar behsa vê nexweşxaneyê dike û wekî serhekîmê wê navê Hüsnü Tabib dide ku li gor nivîskar ew li Îranê perwerde bûye. [5] Îhtimal heye ku Hüsnü Tabib her Kürd Ozanê me be ku tenê bi çîroka xwe ya berbehs ji dîrokê re maye.

Çavkanî:

[1] Derviş Ahmed Aşıki (2013). Aşıkpaşazade Tarihi. Amadekar: Ayşenur Kala. İstanbul: Kamer Yayınları.

[2] İdris-i Bitlisi (2008). Heşt Bihişt Cild 2. Amadekar: Dr. Mehmet Karataş Dr. Selim Kaya Yaşar Baş. Ankara: BETAV.

[3] Hoca Sadettin Efendi (1979). Tacü’t Tevarih Cild 2. Amadekar: İsmet Parmaksızoğlu. Ankara: Kültür Bakanlığı Yayınları.

[4] Joseph von Hammer (?). Büyük Osmanlı Tarihi Cild 2. Wergêr: Mümin Çevik.

[5] Sezer Erer (2010). Osmanlılar Döneminde Bursa’da Yaptırılan Hastaneler. U.Ü. Fen-Edebiyat Fakültesi Sosyal Bilimler Dergisi. Sal: 11, Jimare: 19, 2010/2.