Çayxaneyek li Wanê yan jî ma hûn bêriya demên berê nakin?

Ez bêriya wan rojnameyên matbû dikim ku mirovan serê sibehê nanek û rojnameyek dikirrîn û li binçenga xwe binecih dikirin û ber bi mala xwe ve hêdî hêdî dimeşiyan. Rojname nisbet bi medyaya civakî pir hêdî û di hemdê xwe de bûn. Hêdîbûn, hem ji bo hiş hem jî ji bo ruh û giyanî dihate wateya dawerivîbûnê. Hêdîbûn, stareyek bû li hember qajeqaj û geremola şênber an razber ya jiyanê.

Komkirina kûponan hebû bo nimûne. Ji bo kitêban, ansîklopediyan an jî firaqan li ser rêya rojnameyan derî li ber heyecaneke organîk vedikir. Ev yek ji bo me di heman demê de wek sîberekê bû ku em li jêr vê sîbera hênik hînî ‘ilmê bendewariyê dibûn. Helbet di nezara min de ji kargoyên anında kapında [1] bi efsûntir û bi kelacantir bû. 

Bi saya vê hêdîbûnê qunciknivisîn karekî micid bû. Nivîsar bi xwe jî astbilind, têrûtije û çêjbexş bûn. Loma ev nivîsarên demekê li ser destên pisporên wan wek kitêb hatin berhevkirin, niha gelek ji wan berdest in. Dikarim bibêjim ku ez ihtiyaca nebûna van nivîsaran bi van kitêban çareser dikim.

Ji niha pê de, ez dê hewil bidim ji bo Botan Timesê nivîsarên bi vî rengî binivîsim. Herçiqas mijar cûr be cûr bin jî, format dê wek nameyên bajarî bin. Helbet uslûbeke taybet ya van nivîsaran hebû. Belkî caran em vê şêwazê jî bi kar bînin da ku sîmîlasyona me tam çêbibe.

Dolayi Abênin Yeri (Cihê Dolayi Abê)

Li ser kolana Cumhuriyetê, li Wanê li devê kuçeyekê, li jêrzemîna avahiyekê çayxaneke navdar û kevn ya bi navê cihê Dolayi Abê. Navekî wê yê din jî “Kardeşler Çayevi” ye. Wekî ku li we ‘eyan e, sal û zeman qedir, qîmet û kalîteyê dide mekanan. Kesên ku ji vê yekê bawer in li ser camekan yan jî deriyên dikan û maxezeyên xwe bi peyva Since filan dîrokê dinivîsin da ku tesîrê li ser mişteriyên xwe bikin.  


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Muptela û bengiyên çayê -ku tehma devê xwe baş dizanin bi vê çayxaneyê beled in. Dîwarên çayxaneyê bi rûpelên nûçeyên rojnameyên herêmî -ku li ser Dolayi Abê derketine û li gel hin fotoyên kesên navdar ku teşrîfî dikana wî kirine- hatine xemilandin. Dîwêr bi vî halê xwe dişibe albûmeke malbatî ya vekirî û kevin. Wekî din, bi mişteriyên bişewqe, sako, an paltoyên dirêj, firoşkarên tizbiyên oltiyê, bi maseyên wek şiklê çargoşeyekê ku baş nehatiye xêzkirin, kursiyên kevin ên çermzer ên berê ku zêde rihet nebûn, îskanên kemberzêr, tebaqên kevin yê îranî, makîneyên şekirhûrkirinê yên destan, bi hemî amûr û alavên xwe reng û dirûvê cihekî nostaljîk, xwemalî, germ ji vir difûre. Ji ber vê yekê gava mirov li vir çayê vedixwe, dizane ku ruhê çayê heye, ev ruh jî şopa nepen ya salan û ji çîrokên mişteriyan hasil bûye.  

Bêguman min ev çavdêrî yan hestên xwe ji Dolayi re negotin û nabêjim. Heke bibêjim jî ez bawer im dê zêde guh neda van yekan. Min tecrûbe kiriye ka çiqas cihên xweş, xwedî çêj û lezzet ên kevin hebin, xwediyên wan zêde nizanin li ser taybetmendiyên xwe bipeyivin. Hem nizanin hem jî naxwazin. Dûrî te’rîf û nepixandinên li ser karûbarê xwe ne. Ez dibêm qey ev yek ji adabeke kevn ya pîşeyî tê ku êdî hema bêje nemaye. Lê îro di enflasyona dîtbarîyê de ew kesên ku hesbelqader nû ketine nav karekî wiha bi vîdyo, honakên balkêş, bi pêşkêşiyên nepixî, ji bilî lezzetê îmajan diforişin, li hember van yekan nepeyivîn û nezanîna danasîna karên xwe bêtir bi qîmet e ji bo min. Mirov dibê qey cihê ku lê çêj û tehm tune be şov û lafazanî heye. 

Heya ku çaya vê çayxaneyê dema xwe negire nayê ber mişteriyan. Ecela we hebe û tune be, ferq neke, lewre li vir ne hûn, lê çay û çêja çayê muhimtir e. Ev yek jî, ji çend heb prensîbên Dolayi ne.  Ev hêdîbûn û sebir, tehmê dide çaya wê derê. Ew der ne cihê wan kesan e yên ku nikarin an nizanin li benda tiştekî bisekinin.

Li Wanê li piraniya çayxane û malan edeteke xweş heye: Li ber çayê parçeyeke leymon jî tê danîn. Qalçikê zer ê leymonê, bi kembêra zêrîn li dor îskanan diale û ji wir de xwe digehîne tîrojên rojê ku ji jor dawirî nav dikanê dibin. Ev yek li ber çavan çayeke bişewq û zêrîn hasil dike. Ev xuzmeyên rojê birqekeke nerm dide nav rûyê mirovan, rastiya sûretên mişteriyan nerm dike, hebûna wan li ser biriqînê wan kesan ber bi xeyalan ve dibe. Ev yek li atmosfera çayxaneyê tê da ku em ê li jêr hinekê ser hûr bibin.

Çiqas teleb û daxwaz hebe jî fiyeta çayê her tim maqûl e li vê çayxaneyê. Elbet li vir cigare nayê kêşandin û kesên cigarekêş ancax dikarin havînan li derve li ser kursiyan çayê vexwin û cigareyê bikêşin. 

Zivistanan, li ser sobeyên daran, di çaydankên mezin û gulgulî de darçîn jî tê kelandin. Mişterî vê darçînê hem li gel çayê vedixwim hem jî xwerû vedixwin. Bêhna darçînê rayiheke xweş dixe nava çayxaneyê.  

Rojên zivistanê kengê li vê çayxaneyê çayê vexwin, li mişteriyên şewqe li serî, esanskirî -ku hin ji wan simbêlên xwe yê boq rûn dikin- dinêrim û xwe berdidim nava deryaya xeyalan. Ev di çavên van mişteriyên daîmî de li siya kesên berê, li siya bavûkalên wan digerim. Wan jî demekê li vir çay vedixwarin, tizbî dikirrîn û tizbî diforitin.  Di tûrikên wan de hin çîrok, çend kelam hebûn bêyî ku di derbekê de barê xwe birêjin, hêdî hêdî dipeyivin da kelama xwe zêde zayî nekin û bikaribin rojê ber bi êvarê ve biajon. Loma li vir pir çay, sekinîna zêde, kêm axaftin û kêm tevger heye. Ev yek bûye uslûb û şêwazê vê derê.

Mişteriyên vê derê esra dereng caran çavên xwe dikutin menzerayê û wisa req li ber xwe dinêrin û dikevin nav xeyalan. Bi vexwarina çayê re awirên wan dûr diqulibin, mirov dibêje ku qey di di ber re çîrokên jiyana xwe jî firr dikin. Xemgîniyeke salane dadiwerive ji sikûmê wan, ji xwe re dibêjim ev mişterî wê rojekê barê jiyeneke dijwar danin alî, bi bêdengî kursiya xwe dewrî yekî din bikin û biçin ji vê derê. Belkî rojeke din yên wek min ji valahiya wan sermiyenekê derbixin an jî bi hebûna van kelaman re bike mijar. Vê yekê bike ku hem çayxane hem mişterî hem jî nivîskar di çerxa jiyaneke dubare re biborin. Dubare jiyan an yekreng jiyan. 

Piştî van xeyalan dîsa çavê xwe li dîwaran digerînim, nûçeyeke kevn ji rojnemayeke ku di nav çarçoveyekê de li diwêr hilawîstî, bêyî bikerixim nizam cara çendan e dixwînim. Tu dibêjî qey ji bo vexwarina çayê hincetek lazim e di nûçeyê de dibêje filankesî bi vexwarina çayê qanser têk biriye. Gelo ji bo vexwarina çayê hincet lazime da ku ser esasê tenduristiyê ev nûçe çêkirine. Baş dizanim ev nûçe ji rastiyê wêdatir ji fantaziyekê der çûye. Ev yek nûçeyê li cem min bêtir giringtir dike. Dîsa jî dixwazim ew kalê di nûçeyan de fotoya wî dixuyê bibînim û pê re ser vexwarina çayê li qehwexaneyan dûr û dirêj bipeyivim.

***

Xwendevanên ezîz! 

Ger rêya we bikeve Wanê, demsal zivistan be hê çêtir e, teqez berê xwe bidin cihê Dolayi Abê. Heya bila çaya we bi darçîn be, bi tizbîfiroşan ra jî bikevin bazarê, bêyî ku bistînin an bixwazin bistînin. Gava hûn ji wir derketin, li ser wan kesên ku bi salan hatine vir niha ji wan şop û şiveran nemaye, bifikirin. Ji xwe re bêjin ev kesên ku niha li vir in, tev xeyalet an siya wan kesên çûyîn e, loma çi berê, çi îro û çi sibê, ew kesên ku li vir roj kirin êvar dê hemî wek libên tizbiyekî di tayê jiyeneke yekreng di heman qederê de hatine rêzkirin. 

Ez ê nebêjim ka çima ez vê yekê peşniyazî we dikim. Lê ez piştrast im ku we rojekê hîs kir ku êdî tehm, çêj, efsûniya dinyayê nameye her tişt wek pifûkekî hewa jê çûyî ye, hûn dê ji heman peşniyazê li yekî din bikin.

Têbînî:

[1] Anından kapında, wekî durişmeyeka kargoyan tê zanîn ku kargo behsa lezgîniya xizmeta xwe dikin.

Nivîskar/rojnameger
Mihemed Şarman