Li derekî her kes gunehkar be wê demê tu kes di kirasê eslî de ne gunehkar e. Ev şêweya tevlîbûna sûcên mezin ên civakî wekî tiştekî rojane dikare xerabîyan bike. Ji hêla etîk ve êdî di navbera kuştina kesekî û tifkirina cahdê de zêde cûdahî namîne. Belkî kuştina kesekî li gor normên wê civakê tiştekî baş be jî. Apê Mûsa digot “di lûgata wan de navê kuştina me kurdan paqijî ye.” Li gor dîyarkirina Arendt li ber (çavên) civatekê yek bê kuştin û civat li wê kuştinê temaşe bike (mîna kuştina Hrant Dink) wê demê kujer û civa(t/k) rolên xwe diguherin, civaka temaşevan dibe kujer.
***
Dema mirov têgeha bi navê kötülüğün sıradanlığı (jirêzêbûna xerabîyê) ya Hannah Arendt werdigerîne ser kurdî wekî ku ew xerabî ne tiştekî “xerab” be, wekî tiştekî jirêzê dixuye. Di zimanê tirkî de jî kêm zêde wiha ye. Bi mahneya xwe xerabîyên pir dijwar dema ji alîyê civakê ve ji nedîtînê ve bên dîtin, şîrîktî bi wê xerabîyê bê kirin wê demê xerabîyên ew çend dijwar dibin xerabîyên ji rêzê. Li derekî her kes gunehkar be wê demê tu kes di kirasê eslî de ne gunehkar e. Ev şêweya tevlîbûna sûcên mezin ên civakî wekî tiştekî rojane dikare xerabîyan bike. Ji hêla etîk ve êdî di navbera kuştina kesekî û tifkirina cahdê de zêde cûdahî namîne. Belkî kuştina kesekî li gor normên wê civakê tiştekî baş be jî. Apê Mûsa digot “di lûgata wan de navê kuştina me kurdan paqijî ye.” Li gor dîyarkirina Arendt li ber (çavên) civatekê yek bê kuştin û civat li wê kuştinê temaşe bike (mîna kuştina Hrant Dink) wê demê kujer û civa(t/k) rolên xwe diguherin, civaka temaşevan dibe kujer. Ango bi awakî xerabîyeke dijwar bi pasîvbûne, bi tevlîbûna pasîv ya civakê re di wê dema “Aneha” de dekrîmînalîze dibe, ji xerabîyê betal dibe. Di serdema Nazîyan de civaka almanan demeke dirêj vê pergala jirêzêbûna xerabîyan kirin ezmûna jîyana xwe. Li Tirkîyeyê bi salan gelek xerabîyên ji rêzê, jirêzêbûna xerabîyan bi vî rengî rû dide. Komkujîya ermenîyan, komkujîyên li dijî kurdan, kuştina Tahir Elçî ya vê dawîyê hwd. peyv û ferheng têrê tomarkirinê nakin. Sala 2021an, di vê mesela şîngirtin, cezakirin, darizandin, rûbirûbûna van xerabîyan de tiştekî balkêş pêk hat: Ertugrul Ozkokê yek ji wan katalîzorê “jirêzêkirinê”, li Amedê, di galaya pêşangeha bi navê Jûra Bîrê ya Ahmet Guneştekin de govend girt. Li hemberî vê kiryar, helwest û pêşanîya pêşangehê ji çalakî û protestoyên “êrîşkar” û heya bi bertekên sîvîl û demokratîk gelek tişt rû dan. Piranîya van rexne û piştgirîyan li ser kurdbûn, hunermendbûn û bîra cîvakî ya kolektîf bilind dibûn. Pînebûna li serwerîya tirkan, erêkirin ji alîyê civaka tirkan û pêşkêşkirina “tişt û miştên” kurdan yên egzotîk bereya rexne û ofansê, berovajîya wê hunermendîya pesendkirî, mezinbûn û belavbûna navê hunermendekî kurd di asta cîhanî de jî bereya piştevanîyê bûn. Li cem bereya ewil helwestên ontolojîk û polîtîk, li cem bereya din jî kêmzêde li gel teknîka hunerî “nav û deng” li ser kar bû. Bi vî rengî kurdên reş û kurdên spî ji hev dibûn: yek kurdbûna yekî, a din huner(ne)nasîya a din li mêzînê dixist. Di vê nivîsê de dixwazim bi peyvên xwe yên sereke (#xerabî, #helwest, #huner) di ser du berheman re hîn bibim bê hunermendên gewre, yên Mezin û boyaxçiyên biçûk de çi cudahiyên xwe hene ji hev.
Romaneke bi navê Leonardo’nun Yahuda’sı (Yahudayê Leonardo) ya Leo Perutz heye ku tê de xerabî û dermana wê bi rêya hunerê, bi têkilîya wê ya bi civakê re tê xwendin. Di romanê de mijara sereke bi destê Leonardo da Vîncî sazkirina tabloya bi navê Şîva Dawî ye. Leonardo da Vîncî wênesazekî bi nav û deng ê wê demê ye jî. Li ser wêneyan ew çend bi hûrgulî dixebîte, bi rojan, bi mehan û salan dikare li ser wêneyekî bifikre, li ser wê bikole, bide û bistîne heta ku hêmaya di serê xwe de temam bike. Ji anatomîyê heya bi bîyolojîyê di gelek biwaran de, di ber vî karê xwe de hema bibêje dibe (nîv)pispor. Ew çend li anatomîyê difikre ku ji bijîşka Mîrê herêmê yê ku bi nexweşîna Mîr mijûl dibe nerazî ye. Ew çend ji bîyolojîyê fahm dike ku heta bi pûrtên çûk û çivîkên dirinde dikare pênase bike. Di matematîk û çandinîyê de ji endezîyaran xurttir e. Her wekî din di hunera şer a leşkerî de xwedî gotin e. Lê tevde ji bo çi ne, ne ji bo wê yekê ne ku bibe şêwirmend, serokwezîr, wezîr û herwekî din bibe tiştekî meqambilind. Hewlên wî ji bona bêqisurîya hunera xwe ye. Bes ev şêweya wî ya bi giranî û serbixwe kesên ku wêneyan sîparîş didinê ji carinan zêdetir aciz dike. Rojekê yek sîparîş didê. Li gor sîparîşê divê ew di wêneya xwe de yekî kerr saz bike. Li bajêr li yekî kerr digere, dike nake peyda nake. Kesên kor hene, şel hene lê yekî kerr tune. Xwedîyê sîparîşê jî hingî li bendê dimîne gelekî aciz dibe ji derengmayîna wêneyî, êdî debar nake diçe kesekî bi qestî ji guh birîndar dike. Piştî pêhesînê, da Vîncî, wênesazê gewre dest ji çêkirina wî wêneyî dikêşe. Lê gotegotên xêrnexwaz wiha belav dikin ku da Vîncî pere pêşîn wergirtîye lê wêne çênekirîye. Ji bo etîka da Vîncî mînakeke balkêş e. Her çi pere û huner tê de hebe jî heqîqeta mirovahî li pêştir e.
Di wêneya Şîva Dawî de her hêma temam e lê wênesaz dike nake dirûvê Yahuda nayê ber çavê wî, nikare hêmayekê jê re çêke di ser û sêwira xwe de. Lazim e dirûvê xerabtirîn kesê li ser dinyayê bibîne da ku ji xwe re bike model û wî kesî di wêneya xwe da bi cî bike. Li gor guftûgoya di navbera wî û xortekî de kêmzêde tarîfa Yahudayê dîyar dibe. Leonardo ji wî xortî sedema xayîntîya Yahuda dipirse. Li gor wî xortî “ji ber ku fahm kir ji Îsa hez dike xayîntî lê kir [….] Fahm kir ku ew ê mecbûr bimîne gelekî jê hez bike û quretîya wî destûra vê yekê neda” (15). Leonardo gotina wî piştrast dike: “guneha Yahuda ew bû ku biqasî ku xayîntî li hezkirina xwe bike qurre bû” (15).
Behaîm bazirganekî alman e, piranîya bazarên wî li ser xeta behra spî bûye. Ji axa tirkan* hatîye mîlanoyê. Behaîm dema tê mîlanoyê him tiştên xwe yên bazarê bi xwe re anîne him jî li pey deynê bavê xwe ye ku wî deynî li xwe vegerîne. Deyndarê wî jî bi nedayîna deynên xwe nav daye. Leonardo jî Behaîm jî li pey kesekî ne. Dema di şêweya vegotinekê de kesin li kesinan bigerin hemin ew ê li cihekî laqê hev bên, lewra ev şêweya lêgerînê beneke honakî ye wan bi hevdu ve girêdide. Dema Behaîm li Bocetta dipirse, xelkên derdorê behsa wêneyekî wiha dikin ku mirov dibêje tam ew kesê li gor wêneya Leonardo ye, ev Bocetta ye. Di vê navberê de Behaîm li sikakê keçekê dibîne, nîv dil dikevê. Lê ne navê wê dizane, ne navnîşana wê. Dîsa epîzodeke din a lêgerînê dest pê dike. Benek din vê carê Bocetta û Behaîm bi hevdu re girê dide. Çîroka lêgerînê diqulibe ser keçê lê esil ew sedem e, ango cîhaza lêgerînê ye. Lê mebesta xwe ya sereke jî ji bîr nake, carekê diçe mala deyndarê xwe, deynê bavê xwe bi bîra wî dixe. Zilam vir de wir de bi awayekî bêyî ku pere bidê wî dixapîne ji mala xwe dûr dixe.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Li meyxaneyê yekî bi navê Mancîno heye, wekî tehsîldaran tevdigere, şûrbazekî di ser xwe re ye. Behaîm piştî peydakirina Nîccolayê (keçika ku Behaîm lê digerîya), dilketina hevdu, hevşabûn û soza zewac û reva bi hev dû re, rojekê bi daxwaza tehsîlkirina pereyên xwe tê cem Mancîno. Lê Mancîno qebûl nake. Mancîno jî yek ji dilketîya Nîccolayê ye û her weha bi çîroka Nîccolayê û Behaîm hesiyaye. Lewma naxwaze qencî bi wî zilamî bike ku hêvîya wî ya ji Nîccolayê ji dest biçe. Behaîm jî piştî ku pê dihese Nîccola qîza deyndarê wî ye gelekî xemgîn dibe. Di navbera eşqa xwe ya mezin û rûmeta xwe ya şikandî (lê wer tê ku qîz bi qestî navê bavê xwe jê re negotîye ku nizanibe qîza wî zilamî ye) de dimîne. Dek û dolaban digerîne, dike ku Nîccola diravên bavê xwe bidize da ku xwedêgiravî karibin lêçûnên xwe yên revê dabîn bikin. Nîccola jî diçe ji bavê xwe pere didize. Sî banqinot anîye, lê deynê wî 17 banqinot e. Piştî dizîya Nîccolayê bi ser kirayara dizîkirina wê re rûmeta keçikê dişkêne, wê tevî pereyên zêde vedigerîne. Di romanê de nayê behskirin lê wiha xuya dike ku keçik nizane bê wê çawa pereyê zêde vegerîne, herhal ji Mancîno dixwaze ku têxe şûn, dema Mancîno pere dixe şûn tam wê ji paceyê bireve bavê keçikê ji pişt de lêdixe, wî birîndar dike.
Di dika dawî de Mancîno li nexweşxaneyê ye, hevalê wî da Vîncî tê ber serê wî çîrok li wir ji girêka xwe vedibe. Hê jî em dibêm qey zilamê herî xerab di berhemê de Bocatta ye. Li cem da Vîncî êdî zelal dibe ku Behaîm ew kes bi xwe ye. Da Vîncî ji hevalê xwe yê helbestvan tika dike ku karibe wî zilamî bibîne. Jixwe helbestvan û Behaîm li ser stendina pereyan ketine şertê. Ji ber ku Behaîm pere ji Bocetta stendîye ew ê were heqê şertê xwe bigre. Di wê demê de Behaîm û da Vîncî bi hev didin naskirin. Tu nabînî roja ku Behaîm hatibû mîlanoyê li ser firotina hespekî erebî li hewşa qesrê hev du didîtine. Dirûvê da Vîncî tê bîra Behaîm lê dirûvê Behaîm nayê bîra da Vîncî. Di wê hevdîtinê de da Vîncî wêneya Behaîm xêz dike. Behaîm li wêneya xwe dinêre, bi rastî jî gelekî diecibîne û pesnê hunera da Vîncîyê hoste dide. Piştî bi çend salan Behaîm careke din tê mîlanoyê. Her kî ku wî dibîne berê xwe jê dide alî, destên xwe wekî xaçê li ba dikin, derî lê tê girtin, li tu xanan cî nabîne ku şevekê li wê derê bihewe. Ji helwesta mirovan fahm nake, heya ku yekê biyanî dibîne ku jê bipirse. Dûre hîn dibe ku di Şîva Dawî de dirûvê wî di şûnaYahudayê de hatiye danîn.
Cara ewil da Vîncî çawa ku çav bi Behaîm dikeve, qet bala wî naçe ser û wî ji xwe re nake model. Bi sedema ku li dirûvekî xerab nagere (mîna wê mijara kesê kerr), li dirûvê kesekî xerab digere. Da Vîncî xwedî qabîlîyeta wê yekê bû, dikaribû dirûvekî wiha çêke ku li seranserê dinyayê tunebe. Wî xwestîye kesekî heyî, kesekî bi rastî jîndar bide xêzkirin da ku sekulerîya (bi mahneya xwe ya dinyewî) xerabîyan jî bi xelkê bide naskirin. Teknîka wî ya bêqisûr ancax bi helwest û çîroka kesekî mîna Behaîm dibe hunereke rasteqîn, an na wê wekî wêneyeke pir sekeftî bihata mayîn. Di vir de têkilîya huner û helwestê teqlek li hunerê zêde dike. Herwekî din reng e mirov bibêje bi vî awayî teşhirkirina sûcdarekî qencîxwazîya jirêzê (ango civakî) datîne şûna xerabîya jirêzê. Bi vî awayî di civakan de şaneyên îmmunolojîya civakî zêde dikin li hemberî xerabîyan.
Di helbesta “Boyaxçiyê biçûk” de, Mueyed Teyib dibêje “Ne kurê min, ne! / Nekey, nekey! / Firçê xwe ji axê ranakey! / Ew postala di koşa te da / Mejiyê babê te pê ve ye / Boyax nekey!” (95). Mueyed Teyib di nîşeya xwe de diyar dike ku “[s]ala 1976ê bû, li wî cihê dibêj[i]nê Çayxana Emîn Zaxoyî, zarokekê boyaxçî li ser sindoqa xwe rûniştî bû. Çavên min lê bûn. Serbazekî postala xwe dana ser sindoqa wî û hindî hate wî zarokî postala wî boyax nekir. Sîleyek lê da, dîsa boyax nekir. Herwekî ew zarok kurê şehîdekî bû û babê wî ji bin axê gazî dikirê” (ibid). Di vê helbest û çîrok-mesela lawik û hunermend (helbestvan) de heke edebîyata nehonakî jî edebîyat be, çend çîrokên metafiktîf bang li nezera xwîneran dike. Xîreta lawik di peywenda mirovbûn û esilbûnê de tiştekî gelekî hêja ye, rûmeteke bilind li cem zarok heye. Di peywenda neteweyî de ev lawikê endamê neteweyê wekî dahatûya neteweya xwe tuxmên pak û durust a nijadî bi bîr dixe. Bi her awayî çîrokeke têra xwe qehremanî ye. Derveyî vê lîrîzma neteweyî tiştekî hunerî jî di vê helbestê de veşartî ye. Ev helbest e û bes çîroka lawik dawerîvîye zikê helbestê. Helbestvanî helbestek nivîsîye lê bêyî vê nîşeyê ew ê helbest kêm bimaya ango wê gelekî kêm tiştan ji me re bigota. Hunermend wekî helbestvanî xwestîye ji me re çîrokekê bibêje, helbest nivîsîye; helbest têrê nekiriye bi nîşeyekê çîrokeke din lê kiriye di encama çîrokê de cardin em vegerin nav çîroka di helbestê de di wir de jî hunermendî zarokek xêz kiriye, ango helbest û çîrok têrê nekirîye ji me re wêneyê zarokekî saz kiriye. Ew jî têrê nekirîye zarokê ku sûreta helwesta wî xêzkirî bi xwe jî hunermend e. Hunera zarok wênesazîya rûmetê ye. Rûmeta wî di ku de ye? Di bêhesabî û redkirinê de ye: Redkirina pergala dagirkerîyê, guhnedana sermîyanên ji wê pergalê. Di vê berhema Mueyed Teyib a sêcureyî (helbest-çîrok-wêne) rasthatînîya dagirker û dagirbûyî wekî morîyên pîkselan li hev hatîye honandin. Serbaz li jor e, şûna wî, nav û nîşana wî dîyar e; jêrdest, dagirbûyî li jêr e şûna wî dîyar e, lew ku hîna serdem serdema dagirkerîya fiilî ye. Li cem dagirker apolet, postal û sîle heye, li cem lawik firçeya li ser axê (ew jî balkêş e, firçe ne li ser koşê li ser axê ye), boyax û bîranîna bavekî şehid heye. Her ku sîleyek li lawik bide jî karê ku dagirker dixwaze pêk nayê.
Wekî encam her sê hêmayên sereke (tabloya zindî ya galaya Jûra Bîrê, Şîva Dawî ya da Vîncî û temsîla wê ya di romana Perutz de û wêneyê Boyaxçiyê Biçûk) li ser xerabîyên jirêzê, dûrketin û dûrxistina wan xerabîyan ji civaka xwe bi xwe (Behaîm), li ser hewla destşûştina ji xerabîyên jirêzê (Ertugrul Ozkok) û li ser helwesta li dijî van xerabîyan (Boyaxçîyê Biçûk) tiştinan gotin. Lê ez wisa disêwirim ku di behskirina çîroka “Boyaxçiyê Biçûk” de Mueyed Teyib ji bîr kiriye li ser sindoqa wî Boyaxçiyê Biçûk binêre. Lewra min bi çavê xwe dît ku wisa dinivîsand:
“ev huner jî ne kêmî yên xelkê ye”.
*Di vê romanê de li gel honaka berhemê tiştê herî balkêş, di gelek romanên dîrokî yên bi vî rengî de jî wiha ye, tiştên ku îro wekî nijadperestî tê qebûlkirin wekî wê dema xwe an jî em bêjin bi wê fehma wê demê têne bi cîkirin, a rastî têne honandin. Wekî ku Said dibêje a rastî têne îcadkirin jî. Hêmaya neteweyan roleke wiha digre di vê deqa berdest de. Tarîfeke giştî û gilower heye ji bo neteweyan. Bo mînak Fransiz wekî “derewçî” derbas dibin. Lê tirk bi giştî di vê berhemê de bi çavekî oryantalîst hatine bicîkirin, eyn wekî çawa ku tirk li kurdan dinêrin bi wî rengî. Te dî dema bixwazin balê bikşînin her hovîtîya yekê dibêjin “ma tu ji serê çiyê hatîyî”, tirk dibêjin “ma tu ji Diyarbekir hatiyî”; îcar heman tiştî di vir de ji bo tirkan dibêjin “Ma hûn ji ku hatine? Ji cem Tirkan” (35). Gelek mînakên dîtir hene ku tirkan wekî hov disêwirînin.
Çavkanî
Perutz, Leo. Leonardo’nun Yahuda’sı, Wer. Zehra Aksu Yılmazer, Çapa 2., Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, Nisan 2018.
Teyib, Mueyed. Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike, Lat. Selîm Temo, Avesta, 2014, r. 95.
- Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar06/09/2024Dubendîyên Qamûsazîya Kurdan
- Nivîskar23/08/2024Ceribandineke Rengîn
- Nivîskar09/08/2024Zêmarek Li Ser Dadwerîya Hiqûqî
- Nivîskar27/07/2024Têkçûna Malê 2: Zimanê Bîyanî wekî Masûlkeyeke Jixweber