Amedî û Çewlîgî ji ber hewaya germ diçin Şikeftên Birqleynê

Şikeftên Birqleynê ku di navbera Licêya Amedê û Dara Hêniya Çewlîgê de dimînin yek ji cihê dîdenî yê vê herêmê ye. Ev şikeft bi av, mezinbûn û menzereya xwe ve ji bo serdêran rawestgeheka bêhnvedanê ye. Bi germbûna hewayê ve geştiyarên herêmê û çiyagerên biyanî berê xwe didin vê derê û roja xwe li vir derbas dikin. Şikeft xwedî bingeheka karstîk e û çemek jî ji bin derbas dibe.

Çiyager dibêjin Birqleyn bo wan nuqteyeka baş a hilkişînê ye.

Bi taybetî dawiya hefteyê xelqê derdora Diyarbekir û Çewlîgê vê derê tercîh dikin, dikevin avê û mangalê pêdixin.

Geştiyar ji serê çêm heta dawiya çêm sifreyên xwe radixin û pîknîkê dikin.

Heta dawiya payîzê jî geştiyar diçin serdana Birqleynê.

Ji ber ku şikeft li ser devê rê ne mirov dikarin di nav deqîqeyekê de xwe bigîhîninê.

Xortek bi teqlayekê xwe diavêje çêm.

Rîwayet e ku Şahê Makedon Îskenderê Mezin di sefera rojhilatê de ligel 15 hezar leşkerên xwe li vir hêwiriye.

Li ser dîwarên şikeftan resm û nivîs hene.