Ji mêj ve ye, navê hunerê bi têgihên sosyolojîk, polîtîk û îdeolojîk tê hilanîn; wek hunera polîtîk, hunera femînîst, hunera dijkolonyal, hunera sosyalîst û hwd… Dema em li pêkhate û karîgeriya hunerê dinêrin, ew binavkirin û navhilanîn divê hebin jî. Lewre kesên bi karê hunerê radibin, ku em jê re dibêjin “hunermend”, hebûnwerekî sosyal e û xwedî lênêhirtineke sosyal a çavkaniyên civakî ye. Loma jî nabe huner ji hêla vegotin û vegêrranê ve, ji hêla teknîk û şêwazê ve ji afirînerê xwe û ji jiyana tim li ber guherîn û veguherînê muteesîr nebe.
Helbet armanca vê gotarê ne ew e têgihên sosyolojîk, polîtîk û îdeolojîk, ku navê xwe bi hunerê re tê hilanîn, ji hev veçirîne û qala divêtiya wan bike. Armanc ew e bê ka çima rewşenbîr, rexnegir û hunermend dema qala nasname û çawaniya hunerê dikin, hin navan mîna qala teoriya sosyolojiya hunerê bikin, bi comerdî hil tînin; lê hin navan, bi hişyarî yan jî bêhemd, qet hilnayînin; wan nabînin an jî naxwazin bibînin. Yek ji wan navan jî muhafazakarî ye, ango “hunera muhafazakar” e.
Hinek -dibe ku- bêhemd wan navan hilnayînin, lê hinek bi hişyarî û bi zanebûn… Tew hinek li dijî wê ne ku navê hunerê bi muhafazakariyê were hilanîn. Gotina me jî li ser wan kesan e yên ku dijî hilanîna bi hev re ya navê huner û muhafazakariyê ne. Ya din ev mesele li ba miletên din têra xwe hatiye nîqaşkirin bi sedan gotar hatine nivîsîn û daxuyanî li ser hatine dayîn. Lê belê di edebiyata me de tu kesî bi qasî peyvekê jî be devê xwe venekiriye.
Nizam kî bû digot: “Dema li derekê li ser mijarekê bêdengî hebe du îhtîmal hene; yan her tişt di rê de ye loma hewceyî gotin û nîqaşê jî tune ye, yan jî her tişt ewçend xirab e ku axaftina li ser xirabiyê jî wê nebe çareserî, loma kesek neaxive.” Baş e lê sedema bêdengiya edebiyata kurdî ya di vî warî de çi ye? Her tişt bi rêkûpêk e? Muhafazakar ji halê xwe, sekûler jî ji halê xwe xweş in û her du alî jî heta bibêjî ji hev û ji hebûna hev kêfxweş in? Ji ber ku, hema bêje hemî edebiyata dinyayê, çima ku di edebiyata kurdî de jî sekûlerîzm (çepgirî û modernîzm) serdest e û di rewşên wiha de ji fikra serdest bêhtir fikra bindest muteber e. Muxatabê van pirsan jî muhafazakar in? Loma –sermeseleyê- weşanxaneya Nûbiharê û derdora wê xwe wek temsîlkarên edebiyata kurdî ya muhafazakar dibînin gelo? Heke bersiva vê pirse “erê” be nexwe weşanxanaye Nûbiharê ji ber muhafazakariya xwe, di nava pirrîneya sekûleran de xwe wek kêmîneya edebiyata kurdî dibîne? Heke xwe wek kêmîne bibîne, nexwe muhafazakarên edebiyata kurdî (sermeselê weşanxaneya Nûbiharê) wek kêmîneyên edebiyata kurdî xwe çawa hîs dikin, ekserî dema mijar dibe “qonax û nifşên edebiyata kurdî” qala nifşê Hawarê, nifşê Rewşenê tê kirin, lê qala Nûbiharê nayê kirin? Krîter çi ne da ku derdora kovarekê wekî nifş bê hesibandin? Nûbihar ji van krîteran kîjanan pêk tîne û kîjanan pêk nayîne? Yan çi Hawar, çi Rewşen çi Nûbihar û çi jî berhemên edebiyata kurdî yên modern û klasîk jixwe muhafazkar in û loma ye ev bêdengûbengî? Yan bêdengî tune ye, lê ji ber ku piranî sekûler in dengê hindikên muhafazar nayê bihîstin? Dengê hindikên muhafazakar di nava dengê zêde yê piraniya sekularan de difetise? Ya jî ji bo edebiyata kurdî hê zû ye ji vê nîqaşê re?
Heqet jî dema em li edebiyata dinyayê dinêrin hema bibêje li hemû dewletan çima di qada hunerê de sekûlerîzm (sosyalîst, modernîst, komûnîst hwd.) serdest e? Çima li dewletên ku rêveberî di destê partiyên muhafazakar de jî di warê huner û edebiyatê de sekûler li pêş çavan in? Mînaka herî nêz û berbiçav ma ne Tirkiye ye? Li Tirkiyeyê bi salan e rêveberî ne di destê muhafazkaran de ye? Lê dîsa jî di qada edebiyat û hunerê de serdestî ne ya sekûleran e? Herçend di demajoya rêveberiya xwe de ji bo têkbirin û hilweşandina serdestiya sekûleran rêvebirên dewletê “yên jixwe” derxistibin pêş û “yên din” paşguh kiribin jî dema em li encamê dinêrin herçend demeke dirêj e li ber çavan xuya nebin û derî û derfet li pêşiya wan hatibin girtin jî, çima dîsa rengê edebiyat û hunera Tirkiyeyê qet neguheriye û “wek xwe” maye? Bira jî xislet û kakilê hunerê li dijî muhafazakariyê ye loma? An kakilê muhafazakariyê li dijî hunerê ye? Hunera muhafazakar nabe yan jî nabe huner muhafazakar be? Yan wek çawa têgihiştineke muhafazakaran heye, wek çawa lênihêrtin û sekneke wan a li hember pergala dinyayê heye, herwiha têgihiştineke wan a estetîkî û hunerî jî heye û divê hebe?
Ne yên dibêjin “hunera muhafazakar nabe” û ne jî yên dibêjin “bê muhafazakariyê huner nabe” aşkere nakin ka ji muhafazakariyê çi fam dikin, loma bi hev re naçin serî? Dema qala huner û muhafazakariyê dikin di navbera huner û muhafazakariyê de “pêwendiyeke çawaniyê” datînîn an “pêwendiyeke aîdîyetê”? Heke em di pêwendiya çawaniyê de lê binêrin divê serê ewil bê destnîşankirin ka muhafazakarî herî zêde ji kîjan aliyî ve tesîrê li têgihiştin, hêma û peyamên hunerê dike? Na ku em di pêwendiya aîdiyetê de lê binêrin wê çaxê ne girîngiya hunerê, lê giringiya kesê hunerê dike, ango hunermendî, divê em derxin pêş? Ji loma heçiyên dibêjin hunera muhafazakar nabe û heçiyên dibêjin bêyî muhafazakariyê huner nabe divê berî her tiştî aşkere bikin ka behsa muhafazakariyeke çawa dikin? Di maneya kevneşopîparêziyê de muhafazakarî yan muhafazakariya klasîk a bi dîn re eleqadar. Dîsa yên dibêjin “nabe” û yên dibêjin “dibe” ji hêla aîdiyetê ve li kevneşopîparêziyê dinêrin an wek sekna li hember jiyanê?
Ji ber van sedeman jî hewce ye berî hertiştî çerçoveyeke têgihî jê re bê danîn û paşê bê destnîşankirin bê ka têgih di qada “ragihandina sosyal” de wateya xwe çawa ji dest didin? Piştî ku çerçoveyeke têgihî hat danîn heke em bibêjin hunera muhafazakar nabe, nexwe em mecbûr in bibêjin ku hunera sosyalîst, hunera modernîst, hunera femînîst û hwd jî nabe? An nexwe heke em li hêlekê bibêjin huner xwedî sekneke şoreşger e, di kakilê hunerê de hûmanîzm heye û huner xwedî proseyeke modernîst e, lê li hêla din em bibêjin “nabe huner muhafazakar be” ew dê me jî di qada teng a xweparastina redperestên modernîstan de hepis bike? Jê jî xirabtir ew helwest û ew nêzîktêdayîn wê hunerê bi xwe neke muhafazakar?
Ji ber ku modernîzm tim li ber “ya kevn”, “ya klasîk” rabûye û xwe ji muhazakariyê dûr xistiye ev hişkeberiya hunerê bi proseya pêla modernîzmê re eleqedar e? Ji dûrxistinê jî wêdetir “ya kevn” red kiriye û tune hesibandiye? Tifaqên li ser mantiqa modernîzmê ava bûyî û li ser heman vegêranê lihevkirî kanoneke hunerê ava kirine û endamên van kanonan çavnebar nabin ku ji bilî wan hinekên din maneyê li hunerê bar bikin?
Li hêla din yên dibêjin “divê huner muhafazakar be” ji hunerê bêhtir dixwazin serdestiya wan kanonên navborî hilweşînin? Lewma jî pirsa “cihê muhafazakariyê di hunerê de” roda diçe? Li hember wê girseya hişkeber ku dibêje “na” girseyeke din a hişkeber ku dibêje “erê” derketiye? Yan na ne ji hêla maneyê ve ne ji hêla avadaniyê ve tu astengî li ber tune ku “muhafazakarî” wek rengdêreke hunerê bê bikaranîn, lê mesele têkoşîna serdestiyê ye? Ji ber ku tu hebûnwer -çi di asta madeyî çi di asta têgihî de- ne xwe bi xwe ye? Herkesê bi ziman û rêziman re hinekî têkîldar, pê dizane ku her rengdêr dikare were pêşiya her navdêrekê û ew rengdêr wek ji navê xwe jî diyar e rengûdirûvê navdêra xwe diyar dike, çawanî û seknekê lê bar dike? Mesele ne navdêrî û rengdêrî, lê çawanî ye? Mefhûmeke ku em derheqê çawaniya wê de tiştekî nizanibin -bikaranîna wê li hêlêkê- nayê pênasekirin jî? Nexwe çawaniyên ku em li tiştekî -sermeselê li hunerê- bar dikin em ê ji ku zanibin ka ji hunerê bi xwe dizên an me pê ve zeliqandiye? Heke wiha be tiştên bo hunerên klasîk, hunerên plastîk, hunerên modern, hunerên şoreşger derbasdar lê ji bo hunera muhafazakar nederbasdar çi ye? Ew nederbasdarî tê çi maneyê? Tê maneya “nebûna rengdêreke hunerê” yan tê maneya “em hunereke wiha naxwazin”?
Heke esil pêwendiya çawaniyê be, ma pêwendiya ku em bi muzîkê, dansê, resim û bi peykersaziyê re datînin ji çawaniyên wan xweser in? Nexwe wek tez û antîteza van angaştan emê bigihêjin sentezeke wiha; ji bo edebiyata klasîk muhafazakarî dibe lê ji bo edebiyata modern nayê qebûlkirin? Baş e, lê di vê sentezê de jî em “hunera muhafazakar” û “muhafazakarbûna hunerê” li hev şaş nakin? An dema em dibêjin “huner muhafazakar e” em rengê hunerê destnîşan nakin, dijberî wê balê dibin ser muhafazakariya hunerê?
Hunera ku bi hezaran navûnotikên xwe yên mîna “sosyalîst, serhildêr, hûmanîst,” hene, ji wan navûnotikan yek jî muhafazkar be wê dinya xira bibe? Erê, rast e ya ku tê muhafazakirin ne huner e lê ma helbesta kurdî ya klasîk tenê ji hêla şêwazê ve muhafazakar bû? Wek temaya sereke “paşeroj”a di helbestên Qedrîcan û Nureddîn Zaza de û wek temaya sereke “pêşeroj”a di helbestên Cegerxwîn de ne nîşana wê ye ku di helbestê de çi tê muhafazakirin? Lewre rengûdengê hunerê dikare muhafazakar be lê tu mecbûriyeteke wê tune ku pêşniyaz û lêferzkirinên olî, çandî û aqlî muhafaza bike û biparêze?
Heke em ji hêla aîdiyetê ve lê binêrin ji hunerê bêhtir divê em berê xwe bidin hunermendan? Wek kemalîstên tirk em ê jî bibêjin “huner nabe muhafazakar be, lê hunermend dibe muhafazkar be”? Ango hunermend dikarin muhafazakar bin, lê nabe bi fikra xwe, sekna xwe û kakilê xwe tesîrê li berhema xwe bikin? Ev lênêhirtin wê bişibe gotina “zanyar nikare hestên xwe tev li zanistê bike”? Wek çawa heta îro me nivîskar û vegêrê romanekê li hev şaş nekiriye û gotinên vegêr rasterast wek fikra nivîskar qebûl nekirine, herwiha ew nayê wê maneyê ku nivîskar û vegêr ji hev xweser in jî? Di resimê de resam, di muzîkê de muzîkjen û di romanê de nivîskar her heye? Şanogerek jî dema bi rola xwe radibe qet nebe ji hêla lênêhirtin û şîrovekirinê ve di rola xwe de heye? Mîna Xwedê ku navê xwe di ayetên xwe de dibêje, hunermend jî hebûna xwe her dike nav berhema xwe? Yek caran ku nivîskar xwe di nava berhemê de veşêre jî ew her li wir e? Yan nexwe wek çawa em Dostoyevskîyê di Nîşeyên Binerd de dibînin lê yê di Qumarbazê de nabînin em ê Hesenê Metê di Deftera Sor de bibînin lê yê di Tofanê de nebînin? Modernîzmê “vegêr” îcad kir ku qaşo em vegêr û nivîskar li hev şaş nekin, wek du kesên ji hev cihê lê binêrin? Lê bi ser neket? Dê çawa bi ser keve? Ma ne modernîzm bi xwe ye ku berheman wek afirandina xweser ya nivîskar dibîne?
Wek çawa hunereke bêguhdêr, bêxwîner û bêbîner nabe, herwiha hunereke bêafirîner, bêhilberîner jî nabe. Ango muzîkek bi guhdarkirinê, roman û çîrokek bi xwendinê, şanoyek bi temaşekirinê dibe huner?
Em ê jî bi qewlê Edmund Burke bibêjin, ku avakarê fikra muhafazakariyê ye, “ma di paşerojê de qet tiştekî baş neqewimî?” Lê em ji bîr dikin ku Burke bi xwe ne muhafazakar, lê lîberalekî dera hanê bû, loma tu qîmeta gotinên wî tune ye?