Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 12: Pexşanên Serdema Sasaniyan

Yek ji padişahên (îraniyan), dema ku jinek dianî, şevek bi wê re derbas dikir û roja din ew dikuşt. Bi tesadufî, carekê bi şehzadeyeke bi navê Şehrzad re zewicî, ku keçeke pir jîr bû. Piştî ku padişah bi keçikê re bû, keçikê dest bi çîrokbêjiyê kir û çîroka xwe dirêj û dirêj kir. Padişah, ji bo guhdarkirina dawiya çîrokê, ew nekuşt û şeva din jî gazî wê kir. Keçikeka din jî bi navê Dînazad ku xizmetkara padişah bû, alîkariya Şehrzad dikir. Bi vî awayî padişah û Şehrzad hezar şev bi hev re derbas kirin. Heta ku Şehrzad zarokek anî dinyayê û zarok nîşanî padişah da û fêlbaziya xwe jî jê re got. Padişah ji jîrbûna Şehrzad pir hez kir û aşiqê wê bû.

***

Li gor agahiyên tarîxî, tê zanîn ku di çanda Îrana berî Îslamê de, bi taybetî di serdema Sasaniyan de, ji xeynî berhemên dînî û belgeyên dewletî, mijarên din kêmtir dihatin tomarkirin. Ji ber vê jî çîrok, rîwayet û hikayetên mevcûd bi piranî bi awayekî devkî dihatin vegotin û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibûn. Lê di serdema Xusrew I de ku bêtir wekî  Enûşîrwan meşhûr e (m. 579), tevgera tomarkirina berheman dest pê dike û gelek vegotinên Îranî tên tomarkirin an jî riwayetên milletên din tên wergêran bo zimanê pehlewî ya sasanî (parsîk). Ji agahiyên ku ji aliyên nivîskarên serdema Îslamî ve hatine dayîn, dikare bê ditîn ku di serdema navborî de, di coxrafiyaya Îranê de çîrokên pexşankî jî berbelav bûne.

İbn Nedîm (m. 990) di El-Fihristê de dibêje: “Yekem kesê ku efsane tasnifkirin û ev efsane tomar kirin û di arşîva xwe de parastin, îraniyên kevn (Keyanî û Hexamenişî) bûn. Piştre padişahên Partî jî di vê barê de mubalexe kirin. Di serdema Sasaniyan de dîsa ev hîkayet zêdetir bûn û Ereban ev wergêran bo zimanê Erebî”.

Li vir em ê behsa nîmûneyeke ji pexşanên serdema sasaniyan bikin. Nasîna van berheman, qet nebe nav û naveroka van, bi baweriya min, bo kurdan giring e. Helbet li vir mebesta min ev nîne ku ev berhem, berhemên kurdan in. Lê, em dikarin bibêjin ka çiqas aîdê gelen din ên Îranî ne, hema ewqas jî aîdê çanda kurdan in û li ser edebiyata kurdan jî bandor kirine.  

Hezar Efsan

Li gor agahiyên berdest, di nav berhemên pexşankî yên serdema Sasaniyan de, mecmuaya çîrokan a herî giring, Hezar Efsan bûye.

Li gor İbn Nedîm: Di vê warê de (çîrok) yekem berhema ku hatiye nivîsandin, Hezar Destan (bi wateya hezar xurafe/reşbawer) e. Sebeba te’lîfa vê jî ev bûye ku yek ji padişahên wan (îraniyan), dema ku jinek dianî, şevek bi wê re derbas dikir û roja din ew dikuşt. Bi tesadufî, carekê bi şehzadeyeka bi navê Şehrzad zewicî, ku keçeke pir jîr bû. Piştî ku padişah bi keçikê re bû, keçikê dest bi çîrokbêjiyê kir û çîroka xwe dirêj û dirêj kir. Padişah, ji bo guhdarkirina dawiya çîrokê, ew nekuşt û şeva din jî gazî wê kir. Keçikeka din jî bi navê Dînazad ku xizmetkara padişah bû, alîkariya Şehrzad dikir. Bi vî awayî padişah û Şehrzad hezar şev bi hev re derbas kirin. Heta ku Şehrzad zarokek anî dinyayê û zarok nîşanî padişah da û fêlbaziya xwe jî jê re got. Padişah ji jîrbûna Şehrzad pir hez kir û aşiqê wê bû”.

Li gor Îbn Nedîm, Hezar Efsan behsa hezar şevan dikir û kêmtir ji du sed çîrok tê de hebûn. Vegotina hin çîrokan çend şevan dewam dikir. Îbn Nedîm  vê berhemê naecibîne û dibêje: “Min tamamiya vê pirtûkê gelek caran dîtiye, pirtûkeke vala û dûrî aqil e”. 

Ji xeynî Îbn Nedîm, hin muverrixên din wekî Mesûdî (m. 956) jî derbarê vê berhemê de agahîyan didin. Mesûdî di Murûc el-Zehebê de navê berhemê wekî “Elf Xurafe” (hezar xurafe) tomar kiriye û gotiye: “Xelk ji vê pirtûkê re dibêjin Elf Leyl û Leyle (hezar û yek şev) û ev çîroka padişah û vezîr û keça wî Şîrazad û xizmetkara wê Dînazad e”.

Digel ku nivîskarên Ereb wekî Îbn Nedîm û Mesûdî vê berhemê naecibînin, em dizanin ku ev berhem bo erebî hatiye wergêran û di nav gelên misilman de pir hatiye ecibandin. Piştre hin çîrokên din jî li ser hatine zêdekirin an jî hin çîrokên ku ji aliyê naverok/mijarê ve ne li gorî qaîdeyên îslamî bûne, hatine derxistin. Pirtûka Hezar û Yek Şev, îro wekî yek ji berhemên klasîk ên edebiyata cihanê tê qebûlkirin. Ev berhem ne tenê di nav gelên rojhilatî de, belkî di nav cihana rojavayê de jî pir populer e û bo çendîn zimanan hatiye wergêran. Hezar û Yek Şev, di nav kurdan de jî berhemeke meşhûr e, lê bawer im di nav kurdan de kêm kes dizanin ku eslê pirtûkê çi bûye û ji ku hatiye. Eger em îro hin çîrokên Hezar û Yek Şevê di edebiyata xwe de, bi taybetî di rîwayetên gelêrî de, bibînin, ev ne bandora edebiyata erebî ye li ser çîrokên me û ne jî tesaduf e. Tiştekî asayî ye. Ji ber ku navenda împaratoriya Sasaniyan coxrafiyayek bû ku îro welatê kurdan e. Di mirasa çanda Sasaniyan de ku îro wekî mîrasa wan tê nasîn, para kurdan ji neteweyên din ên Îranê zêdetir nebe, kêmtir nîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir