Li derveyî welêt heta niha 800 hezar hilbijêran deng dane

Tirkîye hêdî hêdî ber bi hilbijartinan ve diçe. Ji bo hilbijartinên parlementoyê û yê serokkomarîyê li derveyî welêt dengdan di 27ê Nîsanê da dest pê kiribû. Heta niha 797 hezar û 841 hilbijêrên derveyî welêt ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê deng dane. Li gor agahîya ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind parve kiriye, ji saet […]

Li derveyî welêt heta niha 800 hezar hilbijêran deng dane
Li derveyî welêt heta niha 800 hezar hilbijêran deng dane
Botan Times
  • 3 Mayıs 2023 08:34

Tirkîye hêdî hêdî ber bi hilbijartinan ve diçe.

Ji bo hilbijartinên parlementoyê û yê serokkomarîyê li derveyî welêt dengdan di 27ê Nîsanê da dest pê kiribû.

Heta niha 797 hezar û 841 hilbijêrên derveyî welêt ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê deng dane.

Li gor agahîya ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind parve kiriye, ji saet 18.30î pê va ji hilbijêrên derveyî welêt 737 hezar û 439 hilbijêran li nûnertîyên derveyî welêt, 60 hezar û 402 hilbijêran li ber derîyê sînoran, bi tevahî 797 hezar û 841 hilbijêran deng dane.

Dengdana li derveyî welêt dê heta 9ê Gulanê berdewam bike.