Dengdana ji bo Guhertinê: Hêza Hêviyê

  • 14/05/2023
Dengdana ji bo Guhertinê: Hêza Hêviyê
Canan Yalçın Fotoğrafı

Canan Yalçın

14/05/2023

Her ku çerxa demokrasiyê dizivire û kelacaniya hilbijartinê gelî dorpêç dike, hêviyek berbiçav jî dîyar dibe. Wusa dixuye ku sindoqa dengdanê ji dengan zêdetir hêviyê jî dihewîne. Vê hefteyê, di bin rêberiya psîkolog Charles R. Snyder û fîlozof Ernst Bloch de, em ê li ser hêviye bisekinin. Bi nêrînên wan em ê bi hev re bibînin ku çawa hêvî di pêvajoya demokrasiyê de mîna pisûleyekê rêberiya me dike. 

Dengdana Hêviyê ya Snyder

Charles R. Snyder hêviyê wekî sêweyek ji armanc, çalakî û riyan nîşan dide. Weku em li ser derazînka guherînekê ne, teoriya wî de, ji bo me, wateyek nû xuya dike.

Danasîna Armanca: Dengdan, di eslê xwe de pêvajoyek mebesta me ya kolektîf e. Ew ji bo me, dengdêran, rêyekek e ku em daxwazên xwe yên ji bo neteweyê diyar bikin, mîna rêwîtiya Frodo ya ji bo têkbirina Gûstîrka Yekemîn di “Xwedanê Gûstîrkan” (The Lord of the Rings) de.

Çalakî: Dengdan pratîkek jî çalakbûnê ye, baweriyek bi şiyana me ya ji bo pêkanîna guhertinê ye, mîna ruhê netewandî yê Chris Gardner di “Pursuit of Happyness” de. Ger rê asê xuya bike jî, baweriya me ya bi şiyana me dihêle em berdewam bikin.

Rê: Her dengdan gavek e ber bi armancên me yên hevpar. Ev yek biryardariya Andy Dufresne ya di “The Shawshank Redemption” de tîne bîra me, ku wî gav bi gav rêya xwe ya azadiyê vedikîr.

Teoriya Snyder (2002) pêşniyar dike ku hêviyên astên bilind, dikarin berxwedan, jêhatîbûna çareseriyê-pirsgirêka û başbûna giştî bilind bikin. Di çarçoveya hilbijartinan de hêviya me ya kolektîf dikare bibe hêza dehfdêr a guhertinên erênî.

Hêviya Bloch: Dengdana Şoreşger

Ernst Bloch hêviyê wekî çirûskek şoreşgerî dibîne ku ew dikare veguherîna civakê bimeşîne. Di vî wextên hilbijartinê de, felsefeya wî hê bêtir bibandor dibe.

Di çîrokên dîstopîk ên mîna “1984” û “The Handmaid’s Tale” de, leheng Winston Smith û Offred di rejîmên zordar de sembolên hêviyê ne. Çîrokên wan potansiyela me tîne bîra me ku em bibin pêşengên guherînê, di şert û mercên dijwar de jî.

Fîlma “V for Vendetta” têgeha hêviyê ya Bloch bî zelalî dide xûyakirin. V, şoreşgeriya napendî (enigmatic), hêviyê ji xeyalperestiyê wêdetir dibîne. Ew wê, yanê hêviyê, wekî katalîzatorekeka veguherînê dihesibîne

Li gorî Bloch (1986), hêviyên me jî wekî dengên me, ne pasîf in. Ew ji bo avakirina pêşerojek baştir hewldanek çalak in. Em di wê baweriyê de ne ku deng û hêviyên me dikarin rêya guhertinê geşbikin.

Nêrînên Snyder û Bloch yên li ser hêviyê di van demên hilbijartinê de rêberiya me dikin. Teoriyên wan tînin bîra me ku dengên me ji erkek demokratîk wêdetir in. Ew ronahiya hêviyên me, baweriya me ya pêşerojeke geştir in. Dema em nêzî sindoqan dibin, bila li bîra me be, em tenê dengê xwe nadin namzetekî. Em ji bo hêviyê, ji bo guhertinê û ji bo pêşeroja xwe ya ku em dixwazin bibînin, deng didin.

Çavkanî:

Bloch, E. (1986). The Principle of Hope. Cambridge, MA: MIT Press.

Snyder, C. R. (2002). Hope Theory: Rainbows in the Mind. Psychological Inquiry, 13(4), 249-275.

%d