Rojnameger Fûrkan Karabay hate girtin

Ji ber ku nûçeyek çêkiriye û behsa zabitnameyeke dadgehekê ya derbarê gendeliya li Dadgeha Bilind dibe kiriye, edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hate girtin.

Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hate girtin. Karabay ji bo ku agahdarnameyeke derbarê wî de hatiye amadekirin werbigire çûbû navenda polîsan û li wir hatibû desteserkirin.

Rojnameger Karab piştî li navenda polîsan û dozgeriyê îfade da, ew bi daxwaza girtinê şandin dadweriya aştî û cezayî ya nobedar.

Dadweriya 7an a Aştî û Cezayî biryar da ku Karabay bê girtin. Bi biryara serdozgeriyê destûr nedan ku rojnameger biçin ber deriyê dadgehê û salonê.

Ji bo berdewamîya nûçeya li bianetê bitikîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir