Traîlera fîlma ‘Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer’ hat belavkirin

25/01/2024

Traîlera fermî ya fîlma Dema Ke Pelê Gozan Benî Zer li ser YouTubeê hatîye weşandin.

Fîlma Dema Ke Pelê Gozan Benî Zer ji aliyê Mehmet Ali Konar ve hatîye nivîsîn û derhênan.

Fîlm, promîyera xwe ya cîhanî dê 30ê vê mehê li 47emîn Festîvala Fîlman a Göteborgê bike.

Mehmet Ali Konar berîya vê fîlma xwe Dema Ke Pelê Gozan Benî Zer jî derhênerîya fîlmên wekî Hewno Bêreng (2018) û Govenda Alî û Dayîka Zînê (2021) kiribû. Van her du fîlman di beşên pêşbirkê yên çendîn festîvalên netewî û navneteweyî de cih girtibûn û gelek xelat bi dest ve anîbûn.

Yek ji piştgirên fîlmê Botan International Medya Ltd Şti ye ku xwediya malpera Botan Timesê jî ew e.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Şerîeya Rojava 35 filistînî desteser kirin

Weşana paşê

Ji bo guhertina encamên hilbijartinê dengdar têne veguhastin

Te hay ji vê heye?