Elmanyayê çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kiriye

20/12/2021

Piştî Fransayê Elmanyayê jî çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kir. Li gor biryara nû hatî standin tenê hemwelatîyên Elmanyayê û niştecihên Elmanyayê dikarin bikevin welat. Bêguman ev biryar ji bo rêgirtina cûreya Coronayê Omicronê hatiye standin.

Ji bo bikaribin bikevine welêt jî divê testa wan a negatîf hebe û du hefteyan di karantînayê de bimînin. Dê ev biryara Elmanyayê ji êvara roja yekşemê û pê de derbasdar be.

Ji ber ku Enstîtuya tenduristiyê ya neteweyî ya Alman, Enstîtuya Robert Koch (RKI), Îngilîstanê ji bo coronayê wekî xeterekî dibîne ev biryar daye.

Roja Şemiyê 90,418 bûyerên nû yên guhertoya nû ya coronavirusê li Îngillîstanê. Şaredarê Londonê, Sadiq Khan ji ber zêdebûna bûyeran ‘rewşa giran’ ragihandi.

Roja înê li Elmanyayê hejmara nexweşan derket 50 hezar û 968an. 437 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Fransayê jî ji roja Şemiyê çûn û hatina Îngilîstanê qedexe kiribû.

Çavkanî:BBC


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di pênc salan de me ji 100î zêdetir kitêb nirxandine: Koma Xwendinê ya Amedê

Weşana paşê

Li Polonyayê xwepêşandanên li dijî sînordarkirina medyayê berdewam in