Elmanyayê çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kiriye

Piştî Fransayê Elmanyayê jî çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kir. Li gor biryara nû hatî standin tenê hemwelatîyên Elmanyayê û niştecihên Elmanyayê dikarin bikevin welat. Bêguman ev biryar ji bo rêgirtina cûreya Coronayê Omicronê hatiye standin. Ji bo bikaribin bikevine welêt jî divê testa wan a negatîf hebe û du hefteyan di karantînayê de bimînin. […]

Elmanyayê çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kiriye
Elmanyayê çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kiriye
Botan Times
  • 20 Aralık 2021 08:04

Piştî Fransayê Elmanyayê jî çûn û hatina Îngilîstanê sînordar kir. Li gor biryara nû hatî standin tenê hemwelatîyên Elmanyayê û niştecihên Elmanyayê dikarin bikevin welat. Bêguman ev biryar ji bo rêgirtina cûreya Coronayê Omicronê hatiye standin.

Ji bo bikaribin bikevine welêt jî divê testa wan a negatîf hebe û du hefteyan di karantînayê de bimînin. Dê ev biryara Elmanyayê ji êvara roja yekşemê û pê de derbasdar be.

Ji ber ku Enstîtuya tenduristiyê ya neteweyî ya Alman, Enstîtuya Robert Koch (RKI), Îngilîstanê ji bo coronayê wekî xeterekî dibîne ev biryar daye.

Roja Şemiyê 90,418 bûyerên nû yên guhertoya nû ya coronavirusê li Îngillîstanê. Şaredarê Londonê, Sadiq Khan ji ber zêdebûna bûyeran ‘rewşa giran’ ragihandi.

Roja înê li Elmanyayê hejmara nexweşan derket 50 hezar û 968an. 437 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Fransayê jî ji roja Şemiyê çûn û hatina Îngilîstanê qedexe kiribû.

Çavkanî:BBC