Namzetê YSPyê ê Amedê : Em ê bikin 12-0

27/04/2023

Namzetên parlementerîyê yên Partîya Çepên Kesk (YSP)ên Amedê Sorgul Aytek Avşar û Dr. Azad Bariş bi rojnamegeran ra hatin gel hev.

Azad Barişî Ezîdî ye û ji rêza 10an li Amedê namzet ê. Songul Aytek jî ji rêza 10an namzeta parlementeriyê ye.

Li gor Azad Barişî rêz ji bo wan ne xem e ji ber ku ew ê li Amedê 12 wekîlan bi dest bixin.

Barişî got, “Ez ji mileteke nîvço mayî me. Xelkê Amedê jî ez hemêz kirim.”

Civîna ku Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn û Hevseroka HDPyê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî tevlî bûn operasyona roja duşemê pêk hat û ji 100an zêdetir kes hatin desteserkirin jî bi tundî hate rexnekirin.

Gulîstan Atasoy dibêje Îktîdar ji bo rastîyê veşêre rojnamegeran girtina bin çavan. Bi operasyonên hatin kirin dîyar bû ku hikûmet dê biçe.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahînî jî got, “Em bawer in li Amedê em ê bikin 12-0, em ê hemû wekîlan bi dest bixin. Dema hilbijartin bi dawî bûn em ê kêfxweşiyek mezin bijîn.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan