Rêwitiyeke Bîst Salan, bi Pêncî û Pênc Nivîskar û Hunermendan re

Kerem Qoserî

“Zimanê Dayika Min Perçeyek Nasnameya Min e.” M. Aydoxan, “ Kurd Divê Êdî Bikenin.“ M. Erbey, “ Ji Vê Erdnîgariyê Aqademîsyenên Baş Dernayên.” Vahap Uluç, “ Min Herwext Li Dengê Dilê Xwe Guhdarî Kir.” Ferat Cewherî, “ Ez Bi Nêzîkî Bîst Hezar Pirtûkan re Di Malekê de dijîm.” Îhsan Fîkret Biçîcî.

Rastiyek heye qet nayê pêpeskirin. Ew jî ew e ku wexta mirov hewl bide derbarê kitêbekê de nivîsekê binivîse, barê wê herdem giran e. Divê pênûsa wî kesî/ê bi baldarî, bêalî, hûrgilî û bi çavderiyeke objektîf tevbigere. Nivîsa xwe bi terazûya zêrfiroşekî biwezînîne, bi metreya dirûnkarekî bipîve, bi eqlê zanistekî binîrxîne da ku heqê berhemê bidê û gunehê nivîskarê wê berhemê nexe stuyê xwe.

     Min jî hewl da ku bi çend hevokan be jî, di vê nivîsê de qala kitêbekê bikim. Ne hêsan e ku li ser berhemeke bi tirkî hatibe nivîsandin, mirov bi zimanê kurdî nerîn û şîroveyekê rehet binivîse. Navê berhemê “Bu Bir Söyleşi Kitabıdır” (Ev Kitêbeke Hevpeyîvînê ye) ye. Keddar û amadekarê wê, nivîskar û helbestvan Metîn Aydin e. Wi bi sebr û hêdaneke bêpîvan; bi giştî bi pêncî û penç kesî/ê re, ku di nava wan de nivîskar, şêwekar, derhêner, şanoger, muzîkjen, perwerdekar û hwd. cîh digirın, hevpeyvînên biçêj û bieql kiriye. Di bîst salên qut û girover de; ev behrem bi sebr û hêdana ebdalekî qedandiye. Hûr kolaye, kûr kolaye û bûye sebeba mêvanên wî, dewla xwe biavêje bîra xwe û bi pirsên danine weke aveke cemidî bide xwendevanan da ku tîna wan bişikîne, dil û hinavên wan hênik bike. 

      Metîn Aydin derwêşekî wêjeyê ye. Asaya wî pênûsa wî ye. Yarmetiya Aydinî ya derbarê nivîskariyê de, ji nava wan pêncî û pênç kesan, bi gelekan re çêbûye. Ji du kesên ku herdem dixwest kirasê nivîskariyê li min bike yek jê Metîn Aydin bi xwe bû. Di kitêbê de ew bi pirsên xwe yên pêşkarî, muhetabê xwe tev dilivîne û wan kaşî bersivdayinê dike da ku behsa kar û barên xwe, fikr û ramanên xwe bikin. Gilî û gazincên xwe bînin zimên, nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin û qala wêjekarî û hunera xwe bikin. Aydin beriya pirsên xwe aresteyî wan bike, bi pênûsa xwe ya sertûj û bi pirshevokên serşûjinî dide lotikan û mirov amade dike bo xwendina hevpeyvînê.

      Xwîner di rûpelên vê kitêbê de; carînan bi şanogerekî re derdikeve ser dikê dibe lîstikvan, carînan bi romanûsekî re dibe lehengê berhema wan; car caran bi şêwekarekî re radihêje çakûç û pergelê, dirûv û şeklê dide kevirê wan; dibe pênûsa nivîskar û helbestkarekî û bi hevkarî diçe neçîra têgeh, îmge û bêjeyan.  

     Nivîskar weke şopgerekî zîrek, mîna neçîrvanekî wêrek û bi sebirkêşiya derwêşekî tevgeriyaye. Her çiqas pirsên wî bijarte û bi pîvan bin jî, hêjayê gotinê ye ku bersivên muxatabê wan pirsan jî, ewqasî bi hûrgilî û bi baldarî hatine dayîn. Ji loma jî kitêb di esasê xwe de bûye nexşerêyek û pisûlayek ji ew ciwanên ku di pêşerojê de bixwazin kirasê nivîskarî an jî yê hunermendiyê li xwe bikin.

     Di vê kitêba de, xwîner dê bi gilî û gazincên nivîskar û hunermendan stemkar, bi pêşniyar û tembîhan hişyar, bi fikr û ramanên wan ronîdar û bi rê û rêbazên bikaranînê jî agahdar bibe.

     Aydin, belkî pêşi bi awayekî ku plansaziyek û demdiyariyek hebe tevnegeriyabe. Lê paşê û bi ya min piştî dît ku di çendîn hevpeyîvînên ewil de bersivên giranbiha dertên, êdî nexşerêya xwe datîne ber xwe, bi hêdaneke derwêşî wê dişopîne û paşê bi şuxlê xwe yê wekî rêbaza endezyarekî zîrek pênûsa xwe bi ostatî durist dike, dixebitîne da ku berhemeke biha û hêja derkeve holê. 

     Berhem li ser hîmê wêje û hunerê hatiye durist kirin. Lewra muxetabê pirsên wî; nivîskar û hunermend in. Pirsên pirsdarî ne ji rêzê ne. Xwestiye ku bi pirsên aresteyî mêvanê xwe kiriye, çi di  hebanoka wan de hebe derb bibe û ew jî eşkere eşkere raxe ber çavên xwînerên xwe. Herçiqas hinek pirs ji tevan re hatibe areste kirin jî; lê li gorî afirînerî û giringiya mêvanên xwe, pirsên kirine zêde, giran û zortir bûne.

     Bêguman ez bi xwe jî tevlî hemû kesan dibim ku li ser vê berhemê nerînên xwe anîbûn zimên û gotibûn, “Ev behrem belgeselek e, mîna find û fenerê pêşiya ciwanan ronî û geş dike; wêje û hunerê bi wan xweş dike! Di bersivên pêncî û pênç kesan de; şifreyên nivîsê, rêgezên hunerê, çavkaniyên berhem û pirsgirêkên derketine pêşiya wan peyda dibin.

     Di destpêka tevahiya hevpeyvînan de, hevokek ji nava bersivên pêncî û pênç kesan de hatiye hilbijartin, bûye mifte ku derî ji xwîneran re veke da ku beriya xwendinê serbend û naveroka hevpeyivîne bide wan. Dikarim çend hevokên bijarte wiha rêz bikim: “ Zimanê Dayika Min Perçeyek Nasnameya Min e.” M. Aydoxan, “ Kurd Divê Êdî Bikenin.“ M. Erbey, “ Ji Vê Erdnîgariyê Aqademîsyenên Baş Dernayên.” Vahap Uluç, “ Min Herwext Li Dengê Dilê Xwe Guhdarî Kir.” Ferat Cewherî, “ Ez Bi Nêzîkî Bîst Hezar Pirtûkan re Di Malekê de dijîm.” Îhsan Fîkret Biçîcî û hwd!..

     Li gorî çavdêriya min; kesên muxatabî pirsên Aydinî bûne, nêzîkî çil heb nivîskar ku bîst û çar ji wan mamoste; pênç heb wênesaz an şêwekar, çar aqademîsyen, sê şanoger, sê jî muzîkjen in. Hejmareke ne kêm kunciknivîsên malpera Yenîperspektîf.comê ne. Ji bilî sê an çar kesan, hemû kesên hevpeyivîn bi wan re hatiye kirin ji bajarê Mêrdîn û Amedê ne.

     Kar û xebata hatiye kirin hêjayê pesinandinê ye. Metîn Aydin di vê rêça dûr û dirêj de; nelikumî ye, nebetilî ye. Qet venaşêrim, lew hêvî û xwesteka min ew bû ku berhem bi zimanê kurdî hatibûya amadekirin. Ne dûr belkî jî di nêz de, ez li bendê me ku kitêb ji hêla xêrxwazekî/ê ve bo zimanê kurdî bê wergêran. 

     Bi hêviya di nêz de em berhemên nû û bi zimanê kurdî ji pênûsa Metîn Aydinî bixwînin û mîna find û fanosê pêşiya me ronî bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir