Weşanên Ceylanê kitêba Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê çap û belav kir.
Ev kitêb ji alîyê stranbêj û hunermendên wekî Yunis Das, Ahmet Arif Ari, Kasım Taşdoğan û Erdem Arî ve hatîye amadekirin.
Di vê kitêbê da stranên kurdî yên 13 salên dawîyê cih digirin ku gotinên stranan û qalibên rîtmên wan hatine destnîşankirin.
Kolektifa Muzîk ê Praksîsê di daxuyanîya xwe da destnşan kirîye ku wan bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê danasîna vê pirtûkê kir û da xuyakirin ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz daye têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê.
110 stran hatine hilbijartin ji bo vê xebatê. Li gorî daxuyanîya wan bêyî ku li asta navdarîya stranbêj û koman were nêrîn, stranên wan ên ku li muzîka kurdî hatine zêdekirin cih digirin.
Di kitêbê da nîşandana akoran, lêdana rîtman û lînkên QR’ê yên vîdeoyên ku lêdana rîtman nîşan didin cih digirin.
Kitêba ku ji alîyê Ceylan Yayınları (Weşanên Ceylanê) ve hat çapkirin, dê hefteya yekem a meha Adarê li ser înternetê bê belavkirin. Kitêb ji malpera Helezonik Kreşendoyê dikare bê wergirtin.
Nivîsara berhemê:
Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê “Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê” amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn. Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDF’ya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû: “Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgarîya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.
Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin. Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutîya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe; mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîne girîng pêk tînin. Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin. Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.
Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên dawîn de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên weke ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin.
Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 10 salên dawîn hatine bijartin. Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin. Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşnîyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.
Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me dîyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me vîdeoyeke nimûne jî kişand. Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QR ê bi cih kir.
Helbet dibe ku kêmasî û şaşî hebin. Ger ku hûn ji me re ragihînin, hûn ê hêzê bidin vê xebatê. Hûn dikarin ji vê navnîşanê ji me re binivîsin: [email protected]
Pirtûk bi tu armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye. Her wiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirî, tomar kirî û sererast kirî jî lê zêde bikin, em ê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e. Li ser vê bîr û bawerîyê jî ev pirtûk piştî ku hat belavkirin û di demeke kin de wê ji ser malpera helezonikkresendo.com ê bi awayekî bêheq wek PDF bikare bê daxistin. Ji ber ku ken, heke miletek bikene, ken e!