Romannûsekî Ji Hişê Mêtingerîyê Rizgarbûyî: Ngugi Wa Thiong’o

Li welatê vî marksîstê Fanonî yê ku dijî her cure kolonyalîzm û emperyalîzmê bû û ji bo doza xwe hat girtin û sirgûnkirin, desthilatdarên niştecih ku li gor gotina wî cilên “kolonyalîzma nû” li xwe kiribûn, bûne zêrevanên emperyalîzmê. Lê belê îdeal û fikrên Ngugi dê li parzemîna wî ya reşik û li gelek erdnîgariyên din bibe feyz û îlham ji bo hişmendiyên dijî mêtingerîyê. Bi gotina Moses Isegawa “Xwendina Ngugi, wek hîskirina agir e, mîna ku giyan, dil û hebûna mirov li ser agirekî sor bişewite…”

***

Dema Ewrûpî hatin, di destên wan de Încîl di destê me de jî erdên me hebûn. Wan fêrî me kirin ku em çavên xwe bigirin û dua bikin. Gava me çavên xwe vekir, me dît ku Încîl di destên me de ye û zilamê spî bûye xwedîyê erdên me.”

Jomo Kenyatta

Yek ji pêşengên herî giring ên edebiyata postkolonyal ya Afrîkayê bê guman romannûs û ronakbîrê kenyayî Ngugi Wa Thiong’o ye. Ew yek ji dengên herî resen û mayînde yên Afrîkayê ye. Her çiqas ji bo Xelata Nobelê du-sê caran wekî namzed hatibe nîşandan jî xelat nebûn nesîbê wî. Ji ber ku wî metnên reben û dilşewat nedinivîsîn, ji bo dilovaniya desthilatdarên spî lava nedikir û lehengên romanên wî li hemberî her cure zordariyê serî hildidan.

Wî tekstên bêhempa nivîsîne ku di nav berhemên damezrîner ên edebiyata nûjen ya Afrîkayê de têne hesibandin. Li pişt banga xwe ya ji bo zimanê netewî rawestiya û ji sala 1978an ve berhemên xwe yên edebî êdî bi zimanê xwe yê netewî Gikuyu dinivîse. Herwiha wî edebiyata ku bi zimanên xwemalî nehatine nivîsîn, di nav çarçoveya edebiyata Afrîkî de nedihesibandin. “Ngugi bi berhemên xwe, mîna Frantz Fanon, Aimé Césaire, Albert Memmi fonksiyona kolonyalîzmê, felsefeya wê û temsîliyeta wê ya di warê çandî û edebî de eşkere kiriye û di vî warî de rolek rênîşander lîstiye.” Edebiyata Afrîkî li dora du mijarên serdest hatibû honandin: Kolonyalîzm û şer. Ev herdu rastiyên ku nêrîna wî ya edebî jî diyar dikin, pêşî ew şand zindanê û piştre jî sirgûnê.

Ngugi ku di sala 1982’an de ji Kenyayê derket û li Amerîkayê bi cih bû, çalakiyên kolonyal ên li welatê xwe û tevgerên berxwedanê yên li dijî dagirkeriyê hatibûn organîzekirin ji nêz ve şopand. Di romanên xwe de ciheke berfireh daye serxwebûna Kenyayê ku di sala 1963an de hatibû bidestxistin.

Li gorî Ngugi, kolonyalîzm; baweriya mirovan a bi zimanê xwe, hêz, çand û berxwedana xwe hildiweşîne. Bi demê re gelên bindest rabirdûya xwe wekî çola têkçûnê dihesibînin. Ji ber vê yekê ziman, edebiyat, şano û helbest li Afrîkayê divê bibe eniyeke têkoşîna gelê Afrîkayê ya li dijî kolonyalîzmê. Yek ji rêyên herî giring ên vê yekê jî ew e ku meriv bi zimanê xwe yê neteweyî berhemên edebî û hunerî biafirîne. Ji ber ku tu zimanekî biyanî nikare barê dîrokî yê serpêhatîya Afrîkayê hilgire. Ziman hemû şop û barên çand û dîrokekê di xwe de dihewîne û li me dide nasîn ku em kî ne û cihê me li cîhanê ku derê ye. Ziman, “hêlîna bîrê” ye ku hemî serpêhatiyên neteweyekî tê de têne tomarkirin.

Ji bo têgihîştina çavkanî û giringiya ramanên Ngugi yên li ser kolonyalîzm, çand, ziman û edebiyatê, pêwîst e ku mirov ewilî dîroka sedsalîya mêtingerîyê ya li Kenyayê zanibe.

Kenya yek ji cihên herî kevn ên li Afrîkayê ye. Bi salan ji aliyê ereb, portekîz û îngilîzan ve hatiye kolonîzekirin. Ereb di salên 500an de hatin û li Kenyayê bi cih bûn, bûn sedema destpêkirina bazirganiya qîlên fîlan û koleyan. Welat ji 1498an vir ve ket bin destê Portekîzê û bi vî awayî Ewrûpiyên pêşîn ên ku li Kenyayê bi cih bûn portekîz bûn. Ereban di sedsala 18an de li hemberî portekîzan careke din bi ser ketin û dîsa li Kenyayê serdest bûn. Brîtanya, li rojhilata Afrîkayê kolonî digeriyan û di sala 1887an de Kenya ji Ereban kirê kirin. Sedema sereke ya eleqeya Brîtanyayê ya bi Kenyayê re helbet çavkaniyên elmas û zêr ên dewlemend ên van erdan bûn.

“Li welatên kolonîzekirî hemû kontrol û temînatên qanûnî bi awayekî keyfî tên betalkirin. Li wan deran tundiya li hemberî gelên niştecih tê bikaranîn ji bo xizmeta ‘şaristaniyê’ tê hesibandin.”

Achille Mbembe

Gelên niştecih ku bi salan di bin dagirkeriya Îngilîstanê de dihatin serkutkirin û şermezarkirin, êdî nekarîn li hemberî zextên rêveberiya kolonyalîst li ber xwe bidin û bi hezaran berxwedêrên “Mau Mau”yê yên ku bi navê Şervanên Azadiyê dihatin naskirin, di sala 1950î de vekişiyane nav daristanan û dest bi serhildana dijkolonyal kirin. Birayê mezin yê Ngugi jî tevlî şervanan dibe, diya wî tê girtin û bi rojan tê îşkencekirin û gundê wan tê wêrankirin. Rêberê Mau Mau Dedan Kimathi di çavên Ngugi û gelek Kenyayan de digihîje statûyek efsanewî. “Mau Mau” tevgereke dijkolonyal bû, li Afrîkayê dest bi serdema şerê modern yê gerîllayan kiribû, baskên mîlîtan ên gel li dora wan bibûn yek. Sonda “ax û azadiyê” dixwarin ku ew axên ku ji aliyê “zilamê spî” ve hatine dagirkirin ji nû ve bi dest bixin. Di vî şerê 7 salan de, herî kêm 70 hezar sempatîzanên Mau Maudi kampên komkirinê de hatin îşkencekirin û demeke dirêj hatin girtin. Li gor hinek dîroknasan îfadeya “şerê qirêj” ku di salên 90î de ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurdan ve gelek caran hatiye bikaranîn, cara yekem di vê serdemê de hatiye bikaranîn.

Rêveberiya Îngilîstanê di navbera salên 1952 û 1960’î de bi saya îlankirina Rewşa Awarte ev serhildan têk bir û piştre rêberê herî giring yê tevgera Mau Mauyê Dedan Kimathi îdam kir. Li gorî qeydên fermî yên li Kenyayê, di vî şerê qirêj de 12 hezar endamên Mau Mau hatine kuştin, lê tê gotin ku hejmara rastîn ji 20 hezaran zêdetir e.

Rêberê giring yê têkoşîna serxwebûnê Jomo Kenyatta, ji aliyê rêveberiya kolonyalîst ve hate zindankirin. Sala 1963an piştî heft salan di zindanê de wek serokkomarê yekem yê Kenyayê hat hilbijartin û Kenyayê serxwebûna xwe ragihand.

Her tiştê ku Ngugi nivîsandiye û gotiye bêguman rasterast bi vê dîroka kolonyalîst û têkoşîna li dijî wê ve girêdayî ye. Ew li nav cîhaneke wisa ji dayik bûye ku ji aliyê kolonyalîzmê ve hatiye dorpêçkirin. Ew welatê ku lê dijîya zimanê wî yê zikmakî qedexe bû, neçar ma ku perwerdehiya xwe bi zimanê îngilîzî li dibistanên kolonyal domand û hin romanên xwe bi îngilîzî nivîsîn. Zimanê îngilîzî li Kenyayê ji zimanekî biyanî zêdetir bû: Ew zimanekî wisa bû ku divê hemî zimanên din li hemberî îngilîzî stûyê xwe xwar bikirina. Bi rastî yek ji serpêhatiyên herî rûreş û biêş cezakirina wan kesan bû yên ku li derûdora dibistanan zimanê xwe yê zikmakî Gîkûyû diaxivîn. Ew kesên ji ber vê dihatin sûcdarkirin, dihatin cezakirin. Sê yan jî pênc caran bi darêkî hişk li qûna wan a tazî dixistin an jî lewheke hesin dixistine stûyê xwendekaran û ew li baxçeyê dibistanê digerandin ku li ser lewhayê “EZ EHMEQ IM”, “EZ KER IM” hatibû nivîsîn.

Desthilatdarên dagirker bi rêya perwerdeyê hewl didan ku gelên bindest fêr bikin ku zimanê zikmakî tê wateya statûya kêm, hişmendiya kêm, nîşana bêkariyê, paşketina civakî û medeniyetê. Ngugi, zimanê îngilîzî weke mîras û amûreke serdema dagirkerîyê dibîne, bi nêrîna wî zimanê îngîlîzî mejîyên Kenyayan dîl girtîye û ji bo rizgarkirina mejîyan divê îngîlîzî bi tevahî bê redkirin. Ew hîn wêdetir diçe û edebiyata Afrîkî ya ku bi zimanên Ewrûpayê hatîye nivîsîn wekî edebiyata “bûrjûwaziya piçûk” dibîne, lewra ev edebîyat ji hêla wan kesan ve hatiye nivîsîn yên ku li dibistanên kolonyal xwendine. 

Siyaseta wî ya ziman û edebiyatê banga edebiyateke neteweyî û demokratîk e, ew bangek e ku hemî zimanên neteweyî li Afrîkayê ji nû ve bi cîhanê re peywendîyeke xurt saz bikin. Di heman demê de romanên Ngugi wekî bertekekê jî tên xwendin li hember nivîskarên ku rabirdûya Afrîkayê tenê wekî trajediyekê yan jî serdemeke romantîk dinirxînin. Derdê wî yê sereke ev e ku ji Afrîkîyan re têgihiştinek rastîn a dîrokê peyda bike, ji bo Afrîka dîrokek bikêrhatî biafirîne û nêrînên Ewrûpî yên ku mirovên Afrîkî wekî bêguneh, dilsaf, hovên esilzade nîşan dide berevajî bike. Ji ber ku beriya hatina kolonyalîstên spî jî çanda niştecih û xwemalî tu carî bihişt nebû. Her wiha ew destnîşan dike ku her tişt bi rêveberiya desthilatdarên niştecih çaresar nabe, dekolonîzekirin hîna bi dawî nebûye. Li Afrîkayê ew dewletên otorîter ên ku ji aliyê desthilatdarên niştcecih ve hatine afirandin ji demokrasî û azadiyê bêpar in, gel rizgar nebûye, ev rewş û polîtîka berdewamiya kolonyalîzmê ye bi rêya aktorên niştecih.

Edebiyata Ngugi Wa Thiong’o

Kesên ku di heman baweriyê de dibin yek ji bombeyan bihêztir in.”

Ngugi Wa Thiong’o

Di romana xwe ya bi navê Bir Buğday Tanesi de, ew bi tenê behsa çar rojên beriya serxwebûna Kenyayê dike. Ev roman di nav klasîkên edebiyata Afrîkayê de xwedî ciyekî taybet e, di nav deh salên piştî serxwebûna Kenyayê de, di 1967an de hate weşandin. Vê romana wî ya sêyemîn îspat kir ku ew yek ji nivîskarên nûjen yê herî bibandor yê serdema xwe ye. Roman di heman demê de belgeyeke bixwîn a hovîtî û barbariya dewleta Îngilîstanê ye ku li ser navê “şaristaniyê” pêk hatîye.

Li Kurdistanê di salên 90î de hinek kesên mîlîtarîst ku bi hovîtiya xwe navdar bûn, li Kenyayê jî derdikevin pêşberî me. Tomê wehşî mîna sembola hemî rojên tarî yên dîroka Kenyayê ye. Ew kesekî wisa ye ku mirov newêre navê wî jî bi lêv bike, her tim bi kûçikê xwe re li her derê digere, dema alîgirên Mau Mau diqefilîne dibe nava daristanê, serê pêşî gorên wan bi wan dide kolan, piştre jî bi çekên makîneyî wan dikuje. Roman hem têkoşîna li dijî kolonyalîzmê bi hemû aliyan ve nîşan dide û di heman demê de hemû îxanet, pevçûn û bêhêvîtiyên di nav gelê niştecih de radixe ber çavan.

Ngugi Wa Thiong’o romana xwe ya bi navên Aradaki Nehir bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsîbû. Romaneke dewra xwe ye. Roman derbarê demên ku mirovên spî yekem car hatine Kenyayê û windakirina nirxên kevn yên xwemalî ye. Kalê bi navê Chege ji aliyê gelê xwe ve hatiye redkirin, dizane ku kurê wî yê Waiyaki dê bibe rêberê gelê Kameno û wan ji dagirkeriya Mirovê Spî rizgar bike. Nêzîkî mirina xwe, ji kurê xwe re pêşbînîya (kehanet) xwe ya ku tu keseîk din nizane parve dike: “Milletekî cilên wek perperokan li ber xwe dikin dê were vî welatî.” Qesta wî helbet îngilîzên spî ne. Roman bi kurtasî behsa rêwîtiya kurê wî Waiyaki dike, ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e û ev rê evîneke ne mimkun e; bawerî, têkoşîn û îxanetê dihewîne.

Ngugi di romana Kan Çiçekleri de dîsa çîroka Kenyayê vedigêre, lê vê carê ev çîrokeke hundirîn e ku derbarê pevçûna ked û sermayeyê de ye û balê dikêşe ser makîneya kapîtalîst ku çawa îdealên yeksaniyê dihêre. Roman li bersiva vê pirsê digere: Welatekî mezin temamen çawa bi xwînê hatiye avdan û bi destê “Çek-Încîl-Pere” hatiye talankirin?

Benedict Anderson gotibû: “Netew, her çiqas di hundirê xwe de gelek neyeksanî û nakokî bihewîne jî her dem wek rêhevaltîyeke kûr û yeksan tê xeyalkirin.” Roman, piştî serxwebûnê bi vê hevalbendîya xeyalî re hesab dibîne, pevçûn û neyeksaniyên li nav netewê (çîn, zayend) derdixe rastê. Di serdema nû ya postkolonyal de, dema ku qîrîna talan, parçekirin û wêrankirina pergala kapîtalîst digihêje ber deriyê herkesî rêhevaltiya xeyalî ji holê radibe. Roman derbarê pêvajoyên avakirina neteweyan de deriyê nîqaşên pir berhemdar ji me re vedike.

Li welatê vî marksîstê Fanonî yê ku dijî her cure kolonyalîzm û emperyalîzmê bû û ji bo doza xwe hat girtin û sirgûnkirin, desthilatdarên niştecih ku li gor gotina wî cilên “kolonyalîzma nû” li xwe kiribûn, bûne zêrevanên emperyalîzmê. Lê belê îdeal û fikrên Ngugi dê li parzemîna wî ya reşik û li gelek erdnîgariyên din bibe feyz û îlham ji bo hişmendiyên dijî mêtingerîyê. Bi gotina Moses Isegawa “Xwendina Ngugi, wek hîskirina agir e, mîna ku giyan, dil û hebûna mirov li ser agirekî sor bişewite…”

Çavkanî:

Ngūgī Wa Thiong’o, Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingerîyê: Di Wêjeya Afrîkî De Siyaseta Zimên, (Werger: Fexrîya Adsay) Weşanên Cervantes, 2018.

Ngugi Wa Thiong’o, Aradaki Nehir, (Werger: Bora Korkmaz), Ayrıntı Yayınları, 2021.

Ngugi Wa Thiong’o, Kan Çiçekleri, (Werger: Seda Ağar) Ayrıntı Yayınları, 2019.

Ngugi Wa Thiong’o, Bir Buğday Tanesi, (Werger: Gül Korkmaz), Ayrıntı Yayınları, 2014.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir