“Dewrêş ji hespê ket û Edûlê kir hewar…”

“Delalê dilê min way delal..

Dewrêşê  dilê min sîwаr bû, li derê mаlа bavê min peyа bû

Dewrêşê  dilê min rebenê sîwаr bû, li derê mаlа bavê min ve porkûrê peyа bû

Xwedê xerа bike destê min ji agirê cixаrê, fincаnа hаtin û çûyinаmêvаnа xаlî nebû

Min dît keçikа cînаra xeberê ne bixêr ji min re dihаnî wax

Digo: lê lê porkûrê mа tu nizаnî Dewrêşê dilê te xeyîdî, ber bi mаl bû

Ew e gava çаven min mînа tаvîyа berf û bаrаnê ji hêsirа xаlî nebû, ez nemînim.

Wez nemînim, Wez nemînim.. “

Evdê Milhêm (Keleş Evdî ) şerqî bû ji çîyayê Şengalê rabû û xwe bi eşîra Milî (Milan) û bi mîrê mîran  Zor Temîr Paşa ve girt. (li gor hinek çavkanîyan jî Evdê Milhêm ji êzidîyên Serhedê bû û bi zordarîya Osmanîyan koçî Wêranşarê kiribû). Zor Temir Paşa pir ji Evdê Milhêmî hez kiriye û konê wî li kêleka konê xwe vegirtîye. Sal derbas bû wext derbas bû xwedê keçikek daye Zor Temîr Paşa yê Milî. Edûlê wek navê xwe bêdew û biesil bû. Lê Xwedê ti carî dilê wê bi kurikekî şa nekiriye. Zor Temîr Paşa her roj bi Evdê Milhêm ra diçû nêçîr û seyranê û li gor dilê xwe dostekî ji xwe ra dîtibû. Zor Temir Paşa xwedîyê herêmê bû. Her kesî jê hefs û stara xwe dikir û bi hurmetî û rêzdarî nêzî wî dibû. Yezdanê Dilovan du kurik dabû Evdê Milhêmî yek Efer bû yek jî Dewrêş bû. Dewrêş û Edûlê bi hev re mezin bibûn her wiha dilê wan jî bi hev şa bibû. Ev eşq û evîna wan di nav eşîrê da belav bibû û gihîştîbû guhê Zor Temir Paşa Milîyê. Dewrêş û Edûlê jî zanibû wê eşq û evîna wan tenê di dilê wan da bimîne, ji ber ku Edûlê keça Zor Temir Paşa bû û Misilmanê sûnî bû. Dewrêş jî kurê Evdê Milhêm bû bermalê eşîrê û ji Şerqê bû. Zor Temir Paşa her çiqas ji Evdê Milhêm û Dewrêş jî hez bike lê ev qedera wan ne diçû berhev. Her wiha rê li ber Evdê Milhêm xuya bû û berê xwe da deşta Sirûcê. 

Edûlê dîsa bang kir: 

Hey lo lo Dewrêşo

 Xweska dilê min bixwesta

 Bila Dewrêşê Evdî delalî dilê mi ber derî mala bavê min bihata rawesta

 Bila tasek avê ji mi nikêrî qozaxê ji min zerîyê bixwesta

 Bi Xwedê min ê cotê zer memika bibiriya

 Yekî li şûndî fincanê qehwê yekî li şûndî fincanê çayê

 Erê, min ê di konê zerik paşa re ji Derwêşê hurin bigra biradesta

 Ey meqseda dilê min gelek hebû minê ji rebê xwe bixwesta

Û ev eşq û evîna wan ji Qerejdaxê heta deşta Sirûcê, ji Şengalê heta Wanê li çar alîyê welêt belav bû.. 

Eşîrên Ereb û Tirkmen her roj gef û tehdîdên xwe li ser eşîra Milî zêde dikirin. Zor Temir Paşa fikirî, nizanî bû ku wê çawa ji van Ereb û Tirkmenan pak bibe. Axirê hat bîrê û daxuyanîya xwe da “ew artêş û hêza ku were ava kirin heger mêrxasek û egîdekî nav de  hebe ji wan ezê keça xwe bidim wî.. Gelek kes hatin li dîwana Zor Temîr Paşa rûniştin ji bo çareyek bibînin. Lê kesî ew cesaretê nedît û gava xwe paşve avêtên “

 Xeber gihîşt Evdê Milhêm û Dewrêşê Evdîyê. Dewrêş ji bo Edûlê ne li ber êlên Ereb û Tirkmenan, wî dikarî bû li ber dinyayê bisekinîya. Dewrêş rabû gihîşt dîwana Zor Temîr Paşa û fîncana qehweyê ji destê Edûlê girt û bi dozdeh siwarîyê xwe ra ji bo êlên Ereb û Tirkmenan amadekarîya şerî kir. Dewrêş, Sedûnê Biro, Çiloyê Îzolî, Baqir Axayê kerr, Ferhan û çend mêrxasên din girt pişta xwe berê xwe da berîyê. Ew dozdeh kes bûn lê li hemberî wan sêsed siwarî û sêsed hezar artêş hebûn. Şerê kî berx e kî beran e dest pê kir. Ew çi mêr bû ku li ber Dewrêş bisekine. Dewrêş her cara ku şûrê xwe radikir û diket nav refê artêşa Ereb û Tirkmenan ew ref ji hev bela dibû.. Her wiha şer dewam kir lê yek bi yek hevalên Dewrêş ji hespên xwe dihatin xwarê. Tenê Dewrêş mabû ji bo Dewrêş çi serê mêrekî çi serê mîhekî bû. Artêşa zaliman çi kirin nekirin derwêş bi şûnda nebirin. Û fikirîn bi planek xayîntî danîn û hespê Dewrêş ber bi qulikên mişkan ve birin. Her cara ku lingê hespan diket qulika mişkan Dewrêş birînek xedar dixwar. Hêdî hêdî xwîn ji Dewrêş dikişiya û bêteqat dibû. Birayê Dewrêş Efer jî di nav arteşên Ereb û Tirkmenan da cîh girtîbû. Dewrêş xwe gîhand Efer û jê wî ra got “Min bibe girê Etşanê û berê min bide çîyayê Qerejdaxê bila bêhna min ew ezmanê ku Edûlê di bin da ye, were berdan.” Efer Dewrêşê li pişta xwe kir û bir girê Etşanê. Dewrêş pişta xwe da kevir û berê xwe da Qerejdaxê û kûr bi kûr ew ezmanê ku Edûlê di bin dabû mêze kir û canê xwe ji dest da…  Dewrêş li Girê Etşanê hat veşartin û Edûlê jî bi êşek mezin jîyana xwe domand..

Dewrêş ne tenê şoreşgerekî Kurd bû, nirx û sembola mêrantî ya Kurdan bû. Niha jî li derdora Wêranşarê çend gundên êzîdîyan hene. Yek ji wan jî gundê ‘kanîkerkê’ ye. Kanîkerkê gundê Dewrêş bi xwe ye. Niha jî li gundê Bircê, Kanîkerkê, Oxlaçi û Kerme êzîdî da dijîn û mal, erd û goristanên wan tê de ne. 

Gora Dîlbera Êzîdî

Li ser xanî û kevirê goristanên wan nîşanên Êzdiyatîyê û çandeke bêhempa heye. Lê gora Dewrêş bêxwedî ye, kevir li ser keviran nemaye û gor êdî roj bi roj bi erdê ve diçe. Di sala 2005 da nêvîyên Dewrêş serîlêdan kir ku gora Dewrêş bibe wek cihekî çandî û dîrokî. Piştî lêkolînên arkeolojîk qebra Dewrêş nîşan kirine lê şênîyên gundê Etşanê (gund sedî 80 ê Erebê sûnî ye sedî 20 jî Kurd in) gotine ku “çawa dibe ku gora Êzîdîyek ji Camîya me û ji minareya me bilindtir dibe“ û ev biryar qebûl nekirine. Her wiha tiştekî wisa di ola Îslamîyetê de tune ye. Dibe ku haja şênîyan ji otel û awahî yên ku li Mekê û Medînê ji Mekê-î Heram bilindtir tune be. Îxtimalek mezin e ku haja şênîyan ji ew xanîyên ku ji mînareya gundê Etşanê bilindtir jî tune be. Me bi Êzîdîyên Weranşarê re axivî, ew dibêjin ku em jî dixwazin wek însanekî aram û rehetî bijîn. Qasî ku me fêm kir sunnîyên wê derê her tim gef û tehdîdan li wan dikin ji ber ku ne misilman in. Her tim henekên xwe bi ola wan û bi çanda wan dikin. Ma wê ji ku zanibin çanda wan resenîya kurda ye. Ne kin ne dirêj bi kurt û kurmancî  Gora  Dewrêş wek jiyana Kurdan bêxwedî û tenê ye… 

Çavkanî

Ji stranên delîl dilanar, Karapêtê Xaço
Ali oruç dermansız, Dewreş İle Adüle – Dermansız Sevda, Yurt Kitap Yayın, 2016
Eyûp Kiran, Dewrêşê Evdî – Kulîlka Bilbizêk û Rim, Nubihar Yayınları, 2011