“Destê dewletê” û “fermandarê Ahrar’uş Şarkkiyeyê” xelat standin

Xelatên rojnamegerîyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemînîya Azad diyar bûn. Rojnamagerê girtî Abdurahman Gök xelata nûçeyên tirkî, nûçegihanê Gazete Duvarê Ardıl Batmaz xelata wêneyê herî baş û nuçegihanê bianetê Ferid Demirel jî xelata nûçeyên kurdî wergirt.

Ardıl Batmaz xelata wêneyê herî baş yê Musa Anter û Şehîdên Çapemînîya Azad wergirt. Ew dîyar dike ku gelek wêne hebûn ku ez ji wan ra bişînim, lêbelê ji ber ku wî wêneyî gelek tişt di nav xwe da dihewandin û çîroka wî hinek cuda bû, min ew hilbijart.

Wêne: Destê dewletê – Ardıl Batmaz

Destê dewletê, berxwedana nêrînê

Di wêneyî da tê dîtin ku polîsekî destê xwe li jinekê bilind kiriye. Ew, vê yekê wisa şirove dike ku ew destê bilindkirî temsîla şîddet û zilma li hemberî kurdan a bisalan e. Her wiha, wê jina li ber polîsan jî wekî temsîla tekoşîna salan a kurdan li hemberî zordarîyê dibîne ku bi salan e kurd li ber xwe didin.

Ew balê dikêşe ser wê yekê jî ku li ser rûyê polîsan şaşwazîyek hebû li hemberî wê berxwedanê.

Dîyar dike ku dema wî, ew wêne girtîye wate û girîngîya wêneyî ferq nekirîye. Lêbelê paşî dema lê vedigere dibîne ku çi qas wêneyekî muhîm e.

Min texmîn dikir ku dê wêneyê min xelatî wergire

Gelek sazî û komele hene ku xelatên rojnamegerîyê didin. Ardıl Batmaz dîyar dike ku ji bo wî yên herî girîng xelatên Musa Anterî ne. Ew, ji bo her rojnamegerekî xelata Musa Anterî girîng dibîne ku mirov dixwaze wergire.

Xeyala min ew bû ku ez xelatê Musa Anter wergirim

Wî dizanî, gelek wêneyên baş di pêşbirkê da cih digirin lê ew bi awayekî jixwebawer dizane ku dê wêneyê wî bê hilbijartin. Wekî senaryoya herî xirab, ew bawer bû ku dê bibe kesê duyem. Ji alîyekî ve jî ew ne li bendê bû ku dê wêneyê wî bê hilbijartin. Ji ber ku ew rojnameger e, li bendê bû ku di kategorîya nûçeyan da xelatî wergire lê dîyar dike ku wergirtina xelatî di kategorîya wêneyan da ji bo wî cihê şanazîyê ye.

Hezkirina wî ya bo Musa anter

Ew dîyar dike ku, hêj di zarokatîya xwe da rastî kartekî vexwandinameya Xelatên Musa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad tê. Ev yek dibe sebeb ku berê xwe bide rojnamegerîyê û ji bo xwe wergirtina Xelatê Musa Anter û Şehîdên Çapemînîya Azad dike armanc.

Ew balê dikêşe ser wê yekê ku şahidên Musa Anter, malbata wî û mamên wî hemîyan gelek behsa Musa Anterî û rewşa rojnamegerîya xeternak yên wan salan kirîye. Ew, wan rewşên xeternak ên rojnamegerîyê bo xwe wekî tirs nabine; berevajî vê yekê ew rewş hêzê dide wî ku ew zêdetir li ber xwe bide.

Musa Anter, navekî gelekî girîng e ji bo rojnamegerîya kurdî, ji bo rewşnebîrî û ronakbîrîya kurdî

Ferid Demirel / Wêne: Mirad bayram

Ferid Demirel xelata nûçeya kurdî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemînîya Azad wergit. Ew bi nûçeya xwe ya bi navê Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye beşdarî pêşbirkê bû.

Ferid, balê dikêşe ser mijar, naverok û aktorê wê nivîsê ku rêxistina wî kesê di nivîsê da, ji alîyê neteweyên yekbûyî ve, wekî rêxistineka tundrew tê binavkirin. Ew dîyar dike ku mijarên bi vî rengî, kîjan rojnameger dibe bila bibe, divê bike nûçe. Dîyar dike ku dema ku agahîyên wê nûçeyê têne ber destê wî ew gelek bikelecan dibe. Demirel, piştî ku ji zanyarî û agahîyên derbarê mijarê da piştrast dibe, dike nûçe ku pêvajoya nivîsîn û temamkirina vê nûçeyê piştî du salan temam dibe. Her li wan rojan, piştî ku nivîs tê qedandin, beşdarî pêşbirka xelatên Musa Anterî dibe ku di encamê da nûçeya wî dibe yekemîn nûçe di kategorîya nûçeyên kurdî da.

Piştî du salan bû qismet ez nûçeyê biqedînim

Ferid Demirel

Balê dikêşe ser girîngîya Musa Anter û rojnamegerîya wî ku ji bo kurdî gelek muhîm e. Ew ji wergirtina xelatî gelek dilşad e ku ji bo wî cihê vî xelatî cuda bûye. Dîyar dike ku xelatên bi vî rengî yên rojnamegerîyê gelek girîng in lê xelatên Apê Musa/Musa anter girîngtir in. Ew spadarê lijneyê ye ku wan, ew hêjayî vî xelatî dîtine.

Musa Anter, navekî gelekî girîng e ji bo rojnamegerîya kurdî, ji bo rewşnebîrî û ronakbîrîya kurdî

Ferid Demirel

30. Xelatên Musa Anter û Şehîdên Çapemînîya Azad aşkere bûn. Di kategorîyên wekî nûçeyên tirkî, nûçeyên kurdî, wêne, karîkatur û nuçegihanîya jinan bo bîranîna Gurbetelli Ersözê da xelat hatine dayîn. Dê bi merasîmekê, 22 Cotmehê li Kadıköyê xelat bêne dayîn.

Di kategorîya Nuçegihanîya Jinan bo bîranîna Gurbetelli Ersözê da, nûçegihana jin Nazila Maroufianê xelat wergirt ku wê piştî kuştina Jîna Emînîyê li gel bavê wê hevpeyvîn kirîye.

Di kategorîya karîkaturê da Yaşar Babalıkî xelat wergit. Her wiha xelatê taybet ya lijneya karîkaturê jî Muammer Kotbaşî wergirt.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir