Fêkiyên Xerîb û Hêza Strana Berxwedêr

Fêkiyên Xerîb û Hêza Strana Berxwedêr
Fêkiyên Xerîb û Hêza Strana Berxwedêr
Serdar Şengül
  • 15 Nisan 2023 07:37

Di tebaxa sala 1930yî de, di şeveke kela kela germa Indianaya Amerikayê de ji aliyê girseyeke hovane ve sê xortên reşik bi darekê ve hatin daleqandin. Temenê wan 16, 18 û 19 bûn. James Cameron, yê herî ciwan, ji mirinê xelas dibe. Lê ew her du xortên din, Thomas Shipp û Abraham Smith hatin qetilkirin. Cendekê wan li şaxên darê, li ber bayê daleqandî hatin hiştin. Wênekêş Lawrence Beitler weneyekî wan xortên daleqandî û qelebalixa ku ew daleqandibûn û li dora darê bi kêfxweşî civiyabûn dikişîne. Ji hezaran xortên reşik ên ku hatibûn lînçkirin Shipp û Smith tenê du xort bûn.

Piştî heft salan, di sala 1937an de mamosteyekî lîseyê bi navê Abel Meerpol li Amerîkayê rastî wî weneyê navborî tê. Ew wêne dilê wî pir disojîne. Bi tesîra wî wêneyî rûdine û helbesteke bi navê “Strange Fruit” [Fêkiyên Xerîb] dinivîse. Meerpol ku di heman demê de mûzîkjen bû helbesta xwe beste dike û di civatên dost û hevalan de distrê. 

Piştî saleke din, şevekê, li klûbeke bi navê Café Society a li Manhattanê, jineke 23 salî bi navê Billie Holiday di dawiya şevê de bi gavên giran derdikeve ser sehneyê. Ji peywirdarên sehneyê dixwaze ku hemû roniyan tarî bikin û ji garsonan dixwaze ku servîsê rawestînin. Têne lembeyek pêxistî dimîne ku ew jî roniyê dide ser rûyê wê.

Billie Holiday bi aramî dengê xwe yê keserkûr ku hemû êşên şeva lîncê û bi hezaran şevên mîna wê dihundirîne, bi ser tariya şevê de berdide ku weke duxanekê li seranserê dinyayê belav bibe: 

Darên li başûr fêkiyên xerîb dihewînin

Xwîn li ser pelan û li ser kokan 

Cesedên reşikan li ber bayê başûr

Fêkiyên xerîb bi çiqlên spîndaran ve daleqandî

Dîmena pastoral a başûrê wêrek

Çavên beloq û devên xwar

Bêhna manolyayê, teze û şêrîn 

Lê j’nişka ve bêhna goştê kizirî

Va ye fêkî ji bo nikilê qijikan

Da baranê bicivîne, bayî bimijîne

Rojê birizîne û darê biweşîne

Va ye dexleke ecêb û tehl

Dengê Billie Holiday û strana “Fekîyên Xerîb” li seranserê Amerîkayê û dinyayê belav bû. Stran wekî “daxuyaniyekê” ji bo “destpêka tevgera mafên sivîl” hat qebûlkirin û di gelek xwepêşandanên tevgerê de hat xwendin.  

Piştî ku bi dengê Billie Holiday ev stran di nav xelqê de belav bû hem saziyên hikûmetê hem jî mirovên nijadperest belaya xwe li Meerpol û Holliday dan. Di sala 1940î de Komîsyona Dewletê ya ku bi sûcên li hemberî dewletê ve eleqedar bû gazî Meerpol kir da ku îfadeye wî bistîne. Gary Golia kitebek li ser Fekiyên Xerîb û Billie Holiday bi navê Fekiyên Xerîb: Billie Holiday û Hêza Strana Berxwedêr nivisîye û tê de dibêje “Ji ber ku li klûban û di konseran de ev “stran” xwendiye Holiday hatiye tehdîtkirin û tahde lê hatiye kirin. 

Rojekê Holiday ji diya xwe ya bifikar re gotiye “Metirse yadê! ‘Fekiyên Xerîb’ dê tiştên baştir bikin, qet nebe dê mirovên reşik kêmtir bêne kuştin” Diya wê dibêje, “Lê ew ê te bikujin keça min”. Holiday dibêje “belkî yadê, lê dîsa jî ez ê di gora xwe de bizanim û hîs bikim kû mirovên reşik dê kêmtir bêne kûştin”. Ne Meerpol ne jî Holiday gavek bi paş ve neavêtin. 

Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê di sala 2002an bi projeya Sicîla Qeyda Netewî dest bi qeydkirina stranên girîng ên Amerîkayê kir da ku ew wenda nebin û nayên jibîrkirin. Fêkiyên Xerîb yek ji stranên ewil bû ku hatiye qeydkirin.  

Kovara Timeê di sala 1999an de strana Fêkiyên Xerîb wekî strana herî baş a sedsala 20emîn hilbijartiye.

Ev sed sal in ku fêkiyên herî delal ên dar û berên kurdan jî têne sêdarkirin û daleqandin. Berê laşên bav û kalan, îro jî yên ciwanan li sêdaran hişk dibin û li ber bayê felekê û çavên dinyayê diçin û tên. 

Qeydkirina Fekîyên Xerîb li sicîla qeyda neteweyîyê ya Amerîkayê heta radeyekê nîşana qebûlkirina sûcên li hemberî mirovên reşik û hurmetdayîna bîranînên wan e. Li Tirkiye, îro jî çi çepgir çi mihefezekar çi akademisyen, berê û niha, bêşerm û bêrehm bi daliqandina kurdan serbilind in. 

Lê pirsê muhîm ev e: Em stranên fêkîyên darên kê distrînin û bi kê serbilind in? Belkî li gorî vê bersivê em jî wekî Billie Holiday bikarin hêvî bikin da ku kurd neyên kuştin.     


Xendina dawiyê: Mevlud Oguz

Çavkanî

James Cameron, A Time of Terror: A Survivor’s Story, 1982. https://medium.com/@wordsinthebucket.com/strange-fruit-billie-holiday-efec74a6a157

“Review: Strange Fruit: Billie Holiday, Café Society, and an Early Cry for Civil Rights”, The New York Times, 2000. https://archive.nytimes.com/www.nytimes.com/books/first/m/margolick-fruit.html

The Strange Story Of The Man Behind ‘Strange Fruit’, https://www.npr.org/2012/09/05/158933012/the-strange-story-of-the-man-behind-strange-fruit

The history of ‘Strange Fruit’   https://www.independent.co.uk/arts-entertainment/music/news/strange-fruit-lyrics-song-billie-holiday-rebecca-ferguson-donald-trump-inauguration-a7507091.html   

Strange Fruit is Still a Song for Today, https://www.theguardian.com/commentisfree/cifamerica/2010/sep/18/strange-fruit-song-today