Notên Hefteyê: Ramûsan wî veşartin li welatekî

17/11/2024

I. Mêvandarî/Mazûwanî

Hin caran bêyî sedem, ji xwe diqehire û li mala xwe jî diweste mirov. Hingê dixwaze biçe rêwingîyeka dirêj û paşê li malekê bibe mêvan. Lê divê ew mal ya dostekî yan jî ya destebirakekî be. Nepirse ka ji çima hatiyî. Wextê razanê ji te re doşek û çarşefên paqij raxe, ku behna zarokatîyê jê tên. Çawa ku şairê tirk Melih Cevdet Anday di helbesteka xwe de dibêje “Ez niha biçûma mêvandarîyekê/ Bo min doşekeka paqij danîbana / Min her tişt, navê xwe jî ji bîr bikira û razabama … ”

II. Ramûsan wî veşartin li welatekî

Eve bûye danzdeh sal ku bedenen xatir xwestîye Arjen Arî. Yê ku min şexsen nas nekir lê  suhbeta ligel wî bûye kul di dilê min da. Yê ku ramûsan ne tenê li gelîyekî lê li hemû welatî veşartine. Heçkû wî helbestên xwe yekûyek ramûsane û veşartine. Û her sal bi minasebeta xelata “Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî” ramûsaneka wî di dilqê helbestkarekî ciwan da derdikeve. Çi digot xelatgirê herî dawî û yê herî ciwan Rêzan Diljen: “Eger çîyayên Arjen Arî nebûna min dest bi helbestê nedikir.” Ji bo yadkirina danzdeh salîya koçkirina Arjen Arî vê dawîyê du bûyerên giring pêk hatin. Ewil Şaredarîya Peyasê navê wî li pirtûkxaneya ciwanan kir. Hêvî ew e ku ew bibe mînak ji bo şaredarîyên din ku navên nivîskar û helbestkaran li sazîyên wisa bikin. Dîsa bi minasebeta salvegera koça Arjen Arî bi hevkarîya Malbata Arî û Weşanên Sor li Amedê bernameyeka yadkirinê ya pirrengî pêk tê. Arjen Arî vî qedrî û hêj zêdetirê jî heq dike.

III. Ew çi kiçk e Çexov an jî Bilind Îbrahîm

Anton Çexov wisa dest bi çîroka xwe ya bi navê “Xanima Xwedîya Segê Biçûk” dike: “Hate gotin ku yeka nû hatîye peravê. Xanimeka xwedî segekî biçûk.” Nizanim çima lê ew destpêka xweş û hêvîdar bo evînekê her di hişê min da maye. Jixwe ma evîn jî wisa nînin. Yek tê, yeka nû, ya cuda. Û çîrok dest pê dike, yan jî trajedî! Bila Çexov li wir be, em bên ser Bilind Îbrahîmê ku bi stranên arabesk-pop (nizanim terzekî wisa heye?) tê naskirin. Ew di straneka xwe ya herî popûler da – ku gotin yên Xerîb Qadir in – dibêje: “Ew çi keçk e evro hatî / Nav kolanêt bajêrê me / Hemî cihêl serxweş kirin / Bextê wê çi sar û germ e // Vê spêdê di ber min ra bûrî / Min gelek pisyar jê kirin / Bersiva min neda neda / Belê gazinde nekirin”. Ha ji we ra navbermetnî!

IV. Çemekî mezin: Yunus Dişkaya

Muzîka baş wekî helbestê ye an jî berevajîyê wê, helbesta baş nêzî muzîkê ye. Heke mirov ferqa herduyan jî ji hev neke ew muzîk û hunera Yunus Dişkaya ye. Wî wekî çemekî mezin ê hunere ewil berê xwe ji tirkî vegerandîye û paşê ew hêdî hêdî lê tijî û mişe diherike û deşta kurdîyê av dide. Ma çi nekirîye van pênc salên dawîyê Yunus Dişkaya: Helbestên Cegerxwîn beste kirine (2 volûm) têr nebûye yên Kamîran Âlî Bedirxan beste kirine (du volûm)) bes nekirîye çûye helbestên Fêrîkê Ûsiv (sê volûm) yên Şikoyê Hesên û yên Rojen Barnas beste kirine û li kêlaka wan jî çend albûmên serbixwe. Vêca ez dibêjim bestekirin, lê wî ew helbest bi muzîka xwe ji nûve vegotine, ango helbeste kirine! Dîsa bi sêbareya (trilogy) “Guftigûy-i Men u To” ya enstrumental ve muzîka xwe gihandîye ser esmanên bilind. Dişkaya herî dawî jî qeydên malê yên wan albûmên ensturemental weşandine. Ev qedereka rojê ye guhdarîya çend parçe berhemên wî dikim û jê têr nabim. Kerem kin melevanîya li nav hunera astbilind.

V. Sirra Bi Kul an jî Kula Ziman

Gava min serenavê wergêrana pirtûka Stefan Zweig a Sirra Bi Kul (Brennendes Geheimnis) dîtî, hema kurdî hate bîra min, ew kula di navbera me da ku her diçe kêm digire û me zêdetir diêşîne. Belkî jî ji ber wê pirtûka bi heman navî be: Kula Ziman. Zweig yek ji wan nivîskaran e ku wergerên berhemên wî – tirkî jî têda – li her zimanê tê wergêran rewaceka zêde dibînin. Abdullah Încekanê ku li kêleka xebatên xwe yên li ser hînkirina kurdî, bi wergerên berhevokên helbest û çîrokên almanî bo kurdî tê naskirin, ev berhema Zweig jî kirîye malê kurdî. Ka belkî ev wergera Zweig zêde bê xwendin û bibe dermanek bo kula me jî.

VI. Rojbûna te pîroz bît Carl Sagan

Carl Sagan (9 Mijdar 1934 – 20 Berfanbar 1996), astronom û zanyarê fezayê yê Amerîkî 90 sal bere van rojan ji dayîk bûye. Çi şansekî mezin bo dînyayê. Ji ber ku wî, piştî dîtina wêneyê dînyayê yê nizanim ji çend hezar kîlometreyan, pênaseya herî edebî û felsefî ya dinyayê, belkî jî ya mirovahîyê kiribû: “Dîsa li vê xalê binêrin. Aha ew e. Ew e mala me. Ew em in. Li ser wê ye her kesê ku hûn jê hez dikin, her kesê ku hûn nas dikin, her kesê ku haya we jê heye, her mirovê ku heta niha hebûye û jiyana xwe borandîye. Koma kêf û kovanên me, bi hezaran dîn, îdeolojî û doktrînên ekonomîk ên jixwebawer, her nêçîrvan û berhevkar, her leheng û tirsonek, her sazkar û talankerê şaristanîyê, her qral û gundî, hemû evîndarên ciwan, her dayîk û bab, zarok, mûcîd û kaşîfê hêvîdar, her rêberê exlaqî, her sîyasetmedarê hîlebaz, her “sûperstar”, her “rêberê dînî”, her ezîz û her gunehkarê di dîroka cinsê me de jiyaye li wir – li ser wê zerreya tozê ya ku li ber tîrojên rojê dibiriqe” [1].

VII. Tekzîb

Aha li ser wê zerreya tozê ya ku Carl Saganî pênase kirîye, kes ji me bêpar nîne ji xeletîyan, çi qestî çi bêdestî. Hefteya borî dibe ku bi benda “Enflasyona Durri-l Mecalisan” dilê hin dost û hevalan mabe. Li wir qest tenê mizah bû. Lê dîsa jî peyama Avestayê li vir diweşînim: “Ya Mustafa Aslan berhevoka Mehmûdê Bazîdî ye. Ji alîyê naverokê ve tu eleqeya wan bi hevdu re nîne. Tenê navên wan eynî ne. Bo kitêbên wisa çiqas edisyon hebin, ewqas baş e.” Min qebûl e!

Têbînî

[1] Look again at that dot. That’s here. That’s home. That’s us. On it everyone you love, everyone you know, everyone you ever heard of, every human being who ever was, lived out their lives. The aggregate of our joy and suffering, thousands of confident religions, ideologies, and economic doctrines, every hunter and forager, every hero and coward, every creator and destroyer of civilization, every king and peasant, every young couple in love, every mother and father, hopeful child, inventor and explorer, every teacher of morals, every corrupt politician, every “superstar,” every “supreme leader,” every saint and sinner in the history of our species lived there-on a mote of dust suspended in a sunbeam.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Şêxmûs Kurt

Li Culemêrgê ji dayîk bû, li Wanê mezin bû, li Stenbolê xwend, niha li Mêrdînê dimîne. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dixebite, helbestkarê Tarantîno, Babê Min û Ez (Avesta, 2020).

Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Çekdarên muxalif ketin Şamê, Esed bi balafirê reviya – BBC, AFP, Reuters, NYT

Di 28ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de çekdarên muxalif ên bi serkêşîya

Dîwarê Hosteyan û Pêlava Înan Eroglu

Di karên honakî de ji dêvla gotina rasterast, pêhesandin an jî nîşandana