Şair Berken Bereh di çarçoveya 7emîn fuara kitêban a Urfayê da, dê gotûbêjekê bike û kitêbên xwe bo xwîner û hezkirîyên xwe îmze bike.
Xwedîyê weşanên Avestayê li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku bi minasebeta 50 salîya Berken Bereh, ew dê hemî berhemên wî wekî cildekî di bin Botannameyê da çap bikin.
Ev gotûbêja li Urfayê yekemîn gotûbêja Bereh e li ser Botannameyê. Ew dê behsa rengvedana evînê bike di çarçoveya şiîra modern da.
Moderatorîya vê gotûbêjê dê Omer Faruk Baran bike.
Gotûbêj 24ê Mijdarê saet 13:00an, li qada fuarê, li salona 2yem ya konferansê dest pê dike.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.