Şairê navdar Arjen Arî dê li Amedê bi minasebeta salvegera wefata wî ya 12yan, bi bernameyeka pirrengî bê bibiranîn.
Dê li vê bernameyê xelatgirê/a Pêşbirka Helbesta Arjen Arî ya 11an jî aşkere bibe ka kê wergirtîye xelat.
Herwiha dê li vê bernameyê filmê Bilal Korkut Bîraxane jî bê nîşandan ku ev film li ser jîyan û helbestên Arjen Arî ye. Senaryoya wê filmê jî wekî kitêb ji weşanxaneyên Sor çap bûye û dê standa wê jî li wir be.
Kitêbên xalatgirên Arjen Arî jî hemî dê wekî setekê çap bibin û dê li wir bedest be. Hunermend Mehmet Atli û Xalit Tarî dê konsertekê li wir bidin ku zêdetirî stranên dê bistrên ji helbestên Arjen Arî pêk tên. Gelek şair, dê helbestên Arjen Arî bixwînin û gelek kes, yên wekî ji weşanên sor, ji malbata Arjen Arî, heval û dostên Arjen Arî, nûnerên sazîyên kurdî û hinek xelatgirên helbesta Arjen Arî dê biaxivin.
Di amadekarîyên vê bernameyê da xelatgirê dawî yê Arjen Arî Rêzan Diljen jî cih girtîye.
Bername ji alîyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Bername 17ê mijdarê, 17:30an li Çand Amedê (Sezai Karakoç kongre merkezi) ye.