Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê

Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne.

***

Carinan li ser teşeyê peyvekê pirs bi mirov re çêdibin bê çima wisan lê hatiye û ketiye rewşeke din. Ev yek demeke dûr û dirêj mirov tim bi xwe re dibilîne. Îcar te dît ji nişka ve fikirek hat hişê mirov an jî bi xêra dîtina nimûneyekê mijar ronî dibe. Ev rewş pir li min diqewime. Bi rastî jî pirs maka bersivê ye.

Di kurmancî de hin lêkerên xwerû hene ku bi domana demê re ji aliyê şêweyê ve guherîn di wan de çêbûye û ji ber pêkerên cihê, ji aliyê fonolojîk ve qewamên dengî di wan de rûdane. Wekî “avêtin”, “girîn” û “mirin”ê. Ji van lêkeran teşeya “avêtin”ê bi awayê “avêştin”ê jî heye. Jixwe ji rayeka wê ya dema niha, ji “avêj”ê (ku li gorî rêzika giştî ya tewanga lêkeran, di rayeka dema niha de “ş” dibe “j”), xuya dibe ku ew “avêştin” e. Ev lêker bi farisî “avîxten” û bi soranî jî “hawîştin” e. Herçî lêkera “girîn”ê ye, ew di farisî de bi awayê “girîsten”ê ye. Lê roja îroj ev lêker di kurmancî de mîna “girîn”ê li kar be jî, wekî di devoka Farqînê de, carina ji bo kêşana dema borî mîna “girîtin”ê jî tê kişandin. Ev şêweya “girîtin”ê hema dike ku yekser forma “girîsten”a farisî bê bîra mirov.

Lêkera “mirin”ê, ku mijara vê nivîsarê ye, lêkereke welê ye û eynî mîna lêkera “girîn”ê, ne xwedî du rayekan e. Wekî tê zanîn, bi awayekî giştî du rayekên deman, hem rayeka dema niha hem jî ya dema borî, hene û hemû dem li ser wan rayekan tên kişandin. Ji bo her du deman jî tenê rayekeke lêkera “mirin”ê heye ku ew jî “mir” e. Helbet ev rewş ne bêsedem e, sedem ew e ku ev lêker deforme bûye, deng jê kêm bûne û ji ber vê ji teşeya xwe ya berê averê bûye.

Ji bo peyitandina vê em pêşî serî li awayên wê yên zaravayên kurdî bidin. Di kirmanckî/zazakî de ew “merdene” û di kurmanciya naverast (soranî) de jî “mirdin” e. Di zimanê farisî de îcar ew “morden” e. Ev cure lêkerên ku di her du zaravayên kurdî de bi “-den” û “-din”ê diqedin, bi piranî di kurmancî de ew bi “-tin”ê bi dawî dibin. Wek mînak; lêkera “xwarin”ê bi kirmanckî “werdene”, bi kurdiya naverast “xwardin” û bi farisî jî “xurden” e. Di zaravayê kurmancî de vê lêkerê ango “xwarin”ê hem awayê xwe yê bi şekilê “xwartin”ê hêvişandiye hem jî di lêkera darêştî “vexwartin/vexwertin”ê de hebûna xwe ya berê parastiye. Lê ji xeynî mehneya wekî vexwarina avê, di leyîstikan de bi mehneya jêbirinê jî tê bikaranîn. Wekî “Min xarên wî vexwartin”, ango “min jê birin.” Di van mînakan de jî meseleya “-tin”ê ya di zaravayê kurmancî de bi awayekî aşkera xuya dibe.

Îcar mirov dişê bi rêya qiyasê ango analojiyê û her wiha bi peydakirina nimûneyên ji zargotina xwe jî bigihîje awayê wê yê berê. Ji lew re carinan peyv di qewlêrk, biwêj, gotinên pêşiyan û di gotinên qalibî de xwe dihêvişînin. Lêkera “mirin”ê jî lêkereke wisan e ku ew di qewlêrk û lêkerên darêştî de forma xwe ya bi awayê “mirtin”ê parastiye.

Min berê di teza xwe ya masterê de, ku ew wek pirtûk bi navê “Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji aliyê Binyatî ve)” ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin, behsa vê mijarê kiribû û cih dabû qewlêrkek û lêkerên dariştî. Min ev qewlêrka li jêrê ji Farqînê berhev kiribû:

Mele seyê me mirt

Me eyar jê daçirt

Tomast dagirt

Helal e heram e?

Min îsal jî li Wanê, ji zarê parêzera hêja Jînda Rûgeş Koçakê, ku ew ji Nordizê û ji Mamxuran e, ev a hanê ya li jêrê nivîsî, ku tê de jî awayê “mirt”ê derbas dibe.

Seyê sorê zirt

Ço zozana mirt

Me rûn eyarê dagirt

Helal e an heram?

A rast, her du qewlêrk pir dişibin hev û temaya wan yek e ku hebûna forma “mirt”a di her duyan de, balê dikişîne ser forma berê ya bi şêweya “mirtin”ê.

Di kurmancî de bi mehneya “tefandin, “temartin û “vemirandin”ê lêkera “vemirtin”ê heye û awayê “mirtin”ê xwe tê de hîn mihafize kiriye ku varyantên wê jî “vemirîtin” û “vemartin” in.

Îcar em bên ser sedema ku çima her du rayekên lêkera “mirin”ê jî yek e. Ji ber ku “mirtin” bûye “mirin”, deng jê kêm bûye loma. Eger wek mirtin bimaya diviya ku rayeka dema niha “mir” û rayeka dema borî jî “mirt” bûya. Jixwe em di awayê “vemartin”ê de rayekên wê yên “vemêr” û “vemart”ê xweş dibînin ku hîn jî kêşana wê di zimanê gelêrî de tê bikaranîn.

Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne. Zargotina me, bi gotina din wêjeya me ya gelêrî ya devkî, ne bi tenê gencîneya raboriya zimanê me ye, bi her awayî ve raboriya me jî tê de ye. Maye ku em bi xweşikî pûte pê bidin, li serê lêkolîn û analîzan bikin û raboriya xwe jî pê ronî bikin.

Erê ziman diyardeyeke guherbar e, wekî xwe namîne. Lê tevî vê rewşa wê ya hanê ya zimanî, teşe û awayên bêjeyan ên berê jî di nav zargotina me de hene û ji bo morfolojiya kurmancî bi xwe jî, ew kan û jêderkeke sereke ye.