“Mirina Jeanne d’Arce ya din” dê li Stenbolê bê lîstin

17/11/2023

Şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe “Mirina Jeanne d’Arce ya din” li Stenbolê pêşkêş bike.

Lîstik ya Stefan Tsanevîyê Bulgar e ku wergêra wê ji alîyê Dîlawer Zeraq ve hatîye kirin.

Derhênerîya lîstikê ji alîyê Berfîn Emektarê ve pêk hatîye.

Lîstika bi navê Mirina Jeanne d’Arce ya din li ser wê yekê hûr dibe ka îradeya mirovan çawa ji alîyê serdestîya îdeolojîyên wekî dîn û neteweperwerîyê ve tê dorpêçkirin. Ev lîstika bi hêmayên komedîyê ve têr û tejî, bi serkeftina mirovan ya li hemberî îdeolojîyên serdest diqede.

Lîstik 24ê Mijdarê li Avcilarê, 25ê Mijdarê li Ataşehîrê û 26ê Mijdarê jî li Şîşliyê bê nîşandan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Kart dê bo rojnameger û nivîskarên girtî bên şandin

Weşana paşê

Astorê Terqnayeyî

Te hay ji vê heye?