Ji ‘Seyahetname’ya Evlîya Çelebî ber bi seyaheta keşfa kitêban ve

“Dayika min got vana cihê wan tune, bibe cihekî din filan, rojekê ez tehdît kirim got ez dê van biavêjim sobeyê, ihtîyacîya wê bi agirê sobeyê hebû Xwedê dizane. Min jî jê ra got yadê hima tu van biavêjî sobeyê ez ê kinc mincên te hemîyan biavêjim sobeyê. Welhasil, me li hev kir; ne wê kitêb avêtin sobeyê, ne jî min cilkên wê avêtin.”

Ev gotin, yên Lezgîn Kitêbçiyanî ne ku ew kitêbfiroşek e. Ew, feyza xwe ji gotina Evlîya Çelebî seyahat ya resûlallah, seyahat ya resûlallah digire ku dest bi keşfa kitêb û xwendina wan dike.

Her kesekî çîrokeka xwe ya taybet heye. Mijûlahî û hezkirinên mirovan li gorî tecrube û serpêhatîyan diguherin. Hezkirin û mereqa wî ya kitêb û xwendinê hêj di zarokatîya wî da dest pê kirîye. Piştî ku qezayek bi serê bavê wî tê û êdî ew nikare karên giran bike, Kitêbçiyan neçar dimîne ku alîkar be ji bo debara mala xwe. Ew rojên Duşemban ji bo ku alîkarîya mala xwe bike, naçe mektebê. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku ew ji hevalên xwe yên mektebê nemîne kitêbên xwe li gel xwe dibe karî û li wir jî xwendina xwe bike.

Lezgîn Kitêbçiyan

Lezgîn rastî Evlîya Çelebî tê

Lezgîn rastî Seyahatnameya Evlîya Çelebî tê ku tê da risteyeka wiha tê da derbas dibe Seyahat ya resûlallah seyahat ya resûlallah.” Piştî nasîna wan çîrokên Çelebî wî her tim xwestîye seyehateka keşfê di cîhana kitêban da bike û bixwîne.

Kuponên rojnameyan rêya zêdetir kitêban li ber vedikin

Lezgîn Kitêbçîyan sala 2006an li Entabê jî dema lîseyê dixwîne hewil dide kitêban peyda bike. Lê gelek ji wan kitêbên korsan bûne, ji ber hindê jî nekarîye gelek kitêban bi dest bixe. Ew bi xêra kuponên rojnameyan derfetê dibîne ku xwe bigihîne zêdetir kitêban. Wan salan rojnameyan kuponên kitêban didan. Dawîya lîseyê du kolî kitêbên wî çêdibin.

Piştî ku lîse xilas bû, rojekê dîya min ji min pirsî tu dê çi bikî ji van kitêban, ma te mekteb xilas nekir? Min got yadê ev kitêb ne girêdayî xwendina mektebê ye, wekî dî jî mirov dixwîne.

Lezgîn Kitêbçiyan
Lezgîn Kitêbçiyan û dayîka wî

Sala 2010an dema diçe Stenbolê nîv kolî kitêban li gel xwe dibe û ji ber ku kitêb ne gelek baş in, gelekan li pey xwe dihêle. Li Stenbolê festîvala sahafan çêdibe û ew heftîyekê li ser hev beşdarîyê dibe. Kitêbçiyan, herî kêm 50 kitêban dikire.

Heqê xwarina xwe dida kitêban

Jixwe bûrseka min hebû, min her tim kitêb distandin, yanî min carna ji bîr dikir xwarinê bixwim.

Lezgîn Kitêbçiyan

Kitêbçiyan dibêje ku li odeya wargehê cihê çar kesan hebû û yek ji wan ji ber ku nedihat odeyê, wî dolaba cilikan û cihê wî kesî wekî ref û kitêbxaneyekê bi kar dianî. Lê berpirsê wargehê pê dihese ku ew pirtûkan di dolabê da dicivîne û ew nerazîbûna xwe nîşan dide ku divê êdî ew li vir pirtûkan necivîne. Kitêbçiyan neçar dimîne ku kitêbên xwe bibe qata jêrî ya wargehê. Nêzî du hezar kitêbên wî çêbûbûn wê salê.

Dolaba hevalê xwe dike refên kitêban

Her li wan salan, li Üsküdarê ew li kafeya hevala xwe, li muzayedeyeka pirtûkan bo du saetan kitêbên xwe difiroşe, ku ew dibêje wan salan ez yekem kes bûm ku min muzayedeya kitêban dikir. Bi îmkanên xwe reklama xwe dike û miletî li wir dicivîne.

Sala 2014yan muzayedeya Lezgîn Kitêbçiyan ya li Üsküdarê.

Piştî kitêbên wî zêde dibin ew neçar dimîne ji wargehê derkeve. Ew ji xwe ra xanîyekî kirê dike û bi îmkanên xwe refên kitêbên xwe çêdike. Ji 2014yan heta 2022yan li wî xanîyî dimîne. Dibêje di gel ku xanîyê min nexweş bû, ji ber zehmetiya barkirina kitêban jî ez mecbûr bûm ku li wî xanîyî bimînim.

Lezgîn Kitêbçiyan nîvê kitêbxaneya xwe bi xêra muzayedeyên kesekî paloyî ava dike. Gelek kitêbên xwe ji wir dikire.

Muzayedeya kesê Paloyî

Sala 2018yan, li Stenbolê lehî radibe û mala wî di bin avê da dimîne ku gelek kitêbên wî di bin wê avê da dimînin û pûç dibin.

Sala 2019yan çend helkeftên wî çêdibin ku karê xwe hinekî din berfirehtir bike. Li gel Pirtûkakurdi li hev dike ku li ser malpera wan kitêbên xwe yên sahafê bar bike, lê ji ber egerên teknîkî nikare li wir bar bike. Her wiha ji ber ku li ser wê malperê bi tenê kitêbên nû tên firotin ev jî dibe sebeb ku xwe li wir negire.

Her wê salê, peymana xwe li gel Nadir Kitapê çêdike. Ew, di dawîyê da 8888 kitêban li sîstema wan bar dike.

Herwiha Kitêbçiyan firotina kitêban li ser malperên wekî Trendyol û Amazonê jî ceribandîye. Ew dibêje ji ber ku li ser Trendyolê kitêbên nû di rewacê da ne û mesrefên wê zêde ne, karê min li wir çênabe lê li ser Amazonê rewş baştir e. Ew li ser malpera wan kitêbên xwe difiroşe.

Ew dixwaze bibe nivîskar

Wî edîtorî, redaktorî û kovargerî kirine. Di kovara Yokuş Yolê da nivîsîye û belavkarîya wê kirîye. Herçend heta niha wî derbarê kitêban da karên muxtelif kiribin jî, ew êdî dixwaze bibe nivîskar jî.

Çîroka navê Kitêbçiyan

Kitêbçiyan, feyza navê xwe ji keseka ermen wergirtîye ku navê wê Nadin Kitêbçiyan bûye. Bi destûra wê kesê, ew jî navê xwe dike Kitêbçiyan. Wateya Kitêbçiyan ew e ku kes, nevî an jî zarokên ku bav û bapîrên wan bi karê kitêban ve mijûl. Helbet bab û bapîrên Lezgînî ne kitêbfiroş bûne û bi kitêban ra jî mijûl nebûne. Lê belê ji ber hezkirina xwe ya kitêban êdî navê xwe dike Kitêbçiyan. Ji sala 2015yan heta niha vî navî bi kar tîne.