Hevalê min Suloyê Erbelûş

14/09/2023
Suloyê Erbelûş û Seleh Bulut, Hefsa Diyarbekirê, 1986

Sê çar roj derbas bûbû nebûbû min du defter, yek pelê wê zer yek pelê wê spî, gurzek qelem, jêbirek, bi destnivîsa xwe çend heb helbestên Cegerxwîn û qutiyek tebeşîr jê re hazir kirin û ez çûm. Min ji dûr ve bala xwe dayê erê, bira jî li ber wî tahtî bû.

***

Mirin! Mirin tahl e û ewqasî jî zor e. Wer tahl û zor e însan naxwaze navê wê hilde. Wextê hevalek, dostek, hevwelatiyek an eqrebayek dimire, devê mirov nagere bibêje mir. Di şûna wê de mirov li peyveke hê rehet digere. Herhal peyva wefatê hîn sivik tê ku piraniya mirovan, dibêjin wefat kir. Çend gotinên din jî hene di nava Kurdan de, ew jî welê tahl û zor in. Wek çûyîn, barkirin, dûrî… Ev peyvana gelek caran rasterast di şûna mirinê de jî têne gotin. Dibêjin, “Ji nava me barkir!”, “… barkir û çû!” an bi tenê dibêjin, “Çû!” Carna jî ji miriyan gazinan dikin, dibêjin “Te em hiştin û tu çûyî!”

Û dûrî! Dûrî, wê hêla dergûşê ye. Vê hêla dergûşê bihuşt e û wê hêla dergûşê dojeh e.  Peyveke dayikên Kurdan e, dibêjin “Ha li paş dergûşê û ha li deşta Mûşê.” Lê dûrî her çiqasî wek nîvmirinekê be jî, car caran wextê Kurdistan dibe goristan, wê çaxê dayikên Kurdan bi dûriyê têne ser û dibêjin, “Bila li şehristana be û ne li goristana be.”

Dîmenekî zaroktiya min qet ji ber çavên min nare. Bi kalê xwe re li gara trênê ya Diyarbekirê me. Kalê min hişk bi destê min girtiye. Ji bo çi em li wê derê ne ez nizanim. Eskera bi sedan xort li ser şiva hesin kom kirine û carê sî çel kesî dehfî hundirê trênê didin. Wextê vagonek tije dibû deriyê wê digirtin û ew xortina ber bi vagona dinê ve dehf didan. De ka deh vagon bûn, çend vagon bûn ez nizanim. Di zemanekî kin de ew trên di dev re tije xort kirin. Di pacan re wek însanên di bahrê wer bibin me tenê destên wan didîtin. Û bû fişefişa trênê. Dûmaneke reş bi ser xwe xist û ûrînî pê ket: Ûûrrr…Ûûrrr… Jinekê bi nenûkên herdu destan rûyê xwe diqelaşt û bi dû trêna reş de baz dida. Hê jî ew deng di guhê min de ye, digot “Mahra reş, mahra reş! Te lawê min ji xwe re daqurtand û te bir û tu çûyî!”

Pir însan mirin, pir însan hatin kuştin û însanan pir derd kişandin. Wek temenî mirov ji bo hevdu emrekî dirêj û jiyaneke xweş dixwazin, lê li welatê me ji xwe jiyaneke xweş nehiştine û emrê dirêj jî dîtina mirina hevalan e.    

Vê dawiyê me gelek însanên hêja ji dest dan. Gelek însanên delal ji nav me barkirin û çûn. Hevalê min Sulo jî welê, ji ber çavên min naçe. Sulo, Suloyê Dirêj, Suloyê Erbelûş… Di kîmlikê de navê wî Süleyman Erdem bû, lê tu pê ve bizeliqiya û te bigotayê “Süleyman?” li xwe nedizîvirî. Navê Süleyman jê re nas nedihat. Lê ji dûra, pir ji dûra gava mirovan ban dikirin û digotin “Sulo?” ew wê gavê dizîvirî. 

Şivan bû hevalê min Sulo. Min cara ewil ew li ser wan zinarên di ser Heramya re di nava pez de dîtibû. Li ber tahtekî ku wek wan texteyên mekteban bû rûniştibû, bi qîjotê li ser tahtî hin gotinên bi tirkî yên ku nû hîn bûbû dinivîsandin. Min got, “Deftera te tune?” got, “Hebû, bizinê xwar!” Em herdu jî keniyan. Min got, ‘‘Ey baş e, va ye tu herfên elfabeya tirkî zane, di elfabeya kurdî de hin herfên zêde û cihê hene, ez wana rêyî te bidim tu yê êdî karibe bi kurdî jî binivîse.” Got, “Herfê me ji yên wan zêdetir in?” Min got, “Erê, du herfên me zêdetir in, di elfabeya tirkî de bîst û neh, ya kurdî de sî û yek herf hene.” Ji ber ku herfên kurdî ji yên tirkî zêdetir bûn pir kêfa wî hatibû. Min got, “Navê min Seleh, navê te çi ye?” Got, “Navê min Sulo ye.” Min got “Birayê Sulo, ez carek din werim ez ê te çawa bibînim?” Got, “Hema tu kengî were ez li ber vî tahtî me.”

Sê çar roj derbas bûbû nebûbû min du defter, yek pelê wê zer yek pelê wê spî, gurzek qelem, jêbirek, bi destnivîsa xwe çend heb helbestên Cegerxwîn û qutiyek tebeşîr jê re hazir kirin û ez çûm. Min ji dûr ve bala xwe dayê erê, bira jî li ber wî tahtî bû. Wextê çav li min ket pir kêfa wî hat, hema li pêşiya min rabû û ez hemêz kirim. Min çentê xwe vekir û tiştên jê re biribûn yek bi yek danê. Min defter hiştibûn dawiyê, min ya spî dirêj kirê, min got “Ev ya te ye” û ji bo ya zer jî min got, “Ev jî ya bizinê ye!” Em careke din keniyabûn.

Hey Sulo!

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û