Gava min ji bo doktorayê xebata qadê [fieldwork] dikir, yek ji tiştên bala min kişand ew bû ku navê Cegerxwîn li derdorên medreseyan gelek belav bû. Mele û feqiyan gava ku behsa wî dikirin jê re digotin Mele Şêxmûs, bi vî navî ew yad dikirin. Wan jî baş zanibû ku Cegerxwîn gava melayekî ciwan bû şaşika xwe avêtibû û terka medreseyê kiribû. Lê çima carinan mîna ku wî qet medreseyê terk nekiribe behsa wî dikirin û ew jî wekî yek ji mehsûlên medreseyê dihesibandin?
Hebûna navê Cegerxwîn li derdorên medreseyan metafora “xeyaletê” anîbû bîra min. Ji bedenê çûbû lê rihê wî mabû û wekî xeyaletekî di nav medreseyan de digeriya. Di edebiyatê de, xeyalet pirî caran an ji bo heyfhilandinê an jî temamkirina hêviyên nîvcomayî vedigerin nav zindiyan. Gelo xeyaletê Cegerxwîn li medreseyan çi digeriya? Ehlên medreseyan, yên ku bi xeyaletê wî re diaxivin, belkî dikarin fikrekê bidin me ka xeyaletê wî çima hê jî di nav medreseyan de ye.
Bi ya min Cegerxwîn wekî “semptomeke,” li derdorên medreseyan û di nav civata kurdan de endîşe û tengezariya li ser têkiliya neteweperwerî, dîn û sosyalîzmê temsîl dike. Hebûna navê Cegerxwîn li hin derdorên medreseyan nîşan dide ku sînorên medreseyan ji aliyê ilmî, edebî û siyasî ve hê jî mijara nîqaş û têkoşînê ye; ev jî bi pêvajoya modernbûyina kurdan re têkîldar e. Dixwazim bi bîranîneke xwe ya di derbarê ehlên medreseyan û Cegerxwîn de van xalên nîqaş û endîşeyê bidim ber çavan.
Di serê xebata xwe ya doktorayê de min xwest bi usûla medreseyê hînî ‘erebî bibim. Bi yek ji ehlên medreseyê re li ser gramera ‘erebî dixebitim. Me defterekê û kitebên destpêkê kirî û li odeyeke zanîngehê rûniştin. Seydayê defterê vekir, pozê qelemê li rûpelê xist û bi tîpên erebî besmeleyê nivîsand. Paşê sekinî, li min nihêrî û ji min pirsî “te qet kîtêbên Cegerxwîn xwendine?”. Seyda yekê sûfî-meşreb bû û ji tesewifê gelek hez dikir. Ez li pirsa wî heyirîm û min bi awayekî ecêbmayî bersiva wî da: “Belê, dixwînim.” Wî, bi serê xwe gotina min tesdiq kir û got “Bixwîne.” Li ser wê, min jê pirsî: “Baş e Seyda, ez ê bixwînim lê tu çima dixwazî ez bixwînim? Bêhnekê ponijî û pişt re wiha bersiv da:
Xocam, wekî her kurdekî serê wî û ruhê wî tevlihev e. Buhraneke mezin di dil û mêjiyê wî de heye. Qabiliyeteke miazzam e. Şa’îrekî e’zam e, ji rêzê nîne. Dema ku li şi’rên wî dinêrin hun dibinîn medreseyê çiqas tesîr li şi’rên wî kirine. Helbestên wî yên ji aliyê hûner û edebiyatê ve herî bilind ew in ku bi uslûba klasîk li ser kurdan hatine nivîsandin. Gava min şi’rên wî yên li ser Lenîn û Stalîn xwendin, min ew huner nedît mixabin. Lê helbet gava ez wan şi’ran dixwînim ez diêşim. Çawa însan kevneşopiyeke wisa red dike. Heyf e.”
Paşê, wekî nimûneyekê nîşan bide, li ser defterê, li jêrê besmeleyê bi tîpên erebî beşekê ji helbesteke Cegerxwîn nivîsand:
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
“Şerha wesfa wî bibêjim lazim e dilsafî bim
Lê nikarim xweşbeyan kim ger bi xwe Keşşafî bim
Haşiyê Usam û Larî ku li Şerha Kafî bim
Yan wekî Firdewsî Tûsî Pîrêmerdî lafî bim
Ne bi tenê eciz im lê sed wekû İbnû’l Yemîn”
Seydayê min ê ‘erebî paşê vê beşê bi deng xwend û got:
“Li ser mirina Şêx Kemalê Qutbeddîn wekî mersiyeyekê nivîsiye. Ew şi’r derbarê hunera wî de gelek tişt dibêje. Ya ewil, bikaranîna navên kitêb û kesan, ne bi tesadûfî ne. Bi zanebûn wisa kiriye. ‘Keşşaf’ navê tefsîra Zemahşerî ye û ne ereb e. Usam û Larî, her du jî ji vê heremê ne û bi qasî ez dizanin gora Larî li Sûrên Diyarbekirê li hewşa Mizgefta Îparitê ye. ‘Kafiye’ kitêba Ibn Hacib e ku alimekî kurd e û yan bav yan kalê wî şewirmendê Selahaddîn Eyyûbî bû. ‘Şerha Kafiyê’ kitêba Molla Camî bû. Û em dizanin di‘Şehname’ya Firdewsî de para çîrokên kurdan çiqas mezin e. Di vê şi’rê de refarensek hewzayê ilmê heye ku kurd jî beşekê wê ye. Di wê hewzayê de em dibînin bê çawa milliyet û manewiyat bi hev ve zeliqî ne.”
Seyda piçekê sekinî, bêhna xwe veda û wiha berdewam kir:
“Ger te Mewlûda Melayê Bateyî xwendibe, tu yê bibîni Cegerxwîn çiqas jê îlham girtiye. Li wir Melayê Bateyî dibêje:
‘Min hebin sê sed hezar ezman û dev
Yek demê xafil nemînim roj û şev
Wesfa husna te bibêjim subh û şam
Sed qiyamet dê biçin hêj na temam’
Pişt re em dîsa vegeriyan ser ‘erebî. Tecrubeya min a hînbûna ‘erebî tiştekê nîşanî min dabû: Siya helbesta kurdî û Cegerxwîn her li ser hînbûna erebî û perwerdehiya medreseyê bû. Di pêvajoya hînbûna ‘erebî, û helbet ‘ilmên dînî de, seydayên medreseyan her tim nimûneyên helbestên kurdî didan. Digel ku hînbûna zimanê ‘erebî li medreseyan girîng bû, helbestên kurdî, yên Cegerxwîn jî di nav de, bi awayê pratîkî hertim di nav perwerdehiya medreseyê de cih digirtin. Ligel seydayê xwe, min bi vî awayî nêzî salekê ders xwend. Me di dawiya her dersê de helbestên klasîk ên kurdî dixwendin. Rojekî me beyteke ji Cegerxwîn xwend:
“Di tarika şeva hîcran çiraxek sifet im Yareb
Ji ser heta piyan ar e bi carek vêketim Yareb”
Pişt re jî beyteke ji Melayê Cizîrî xwend:
“Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da
Xedenga xefletê nuhtim ji berqa lamîa tê da”
Seydayê min paşê ji min re got:
“Binêre, çi qas dişibîn hev. Di navbera Mela û Cegerxwîn de çar sed sal hene û di nav van salan bi saya hin ehlê medreseyan ew gelenek hatiye mihafezekirin.”
Ev nimûne ne bûyereke bi tena serê xwe bû. Li piraniya medreseyan hin mela û feqiyan, carna bi dizî be jî helbestên Cegerxwîn tevî qasideyên Melayê Cizîrî bi meqam dixwendin. Piraniya helbestên dixwendin yên li ser eşqa welat bûn. Cegerxwîn ji bo wan welatperweriyê temsîl dikir. Gelek helbestên wî jiber dizanin. Ji ber vê, kesekî wek Cegerxwîn, ku paşê medreseyê terk kiriye û bûye qomunîst jî ji çanda medreseyan derneketiye. Ew çand hê di serdema mîrektiyê da hatibû avakirin. Wekî ku di serê de min got ew nakokî jî bi pevajoya modernîzma kurdan re têkîldar e, ku mirov dikare wê wek modernîzmeke kolonyal pênase bike.
Di sedsala 19an de, piştî rûxandina mîrektiyên kurdan û avakirina saziyên “modern” yên serdestan, têkiliya di navbera dîn, neteweperwerî û berpirsiyariyên civakî ji binî ve guherandin. Hezên serdest hewl dan ku medrese di serî de, hemû saziyên kurdan ji aliyê naverok û mîsyonê ve li gor pêdivî û armancên xwe ji nû ve dizayn bikin. Di vê pevajoyê de rasterast mudaxaleyê medreseyan jî kirin. Xwestin fehma ‘ilmê, tesewifê, rol û berpirsiyariyên şêx û melayan ji nû ve pênase bikin. Sedemên ku Cegerxwîn medrese terk kiriye heta radeyekê bi encamên vê pevajoyê re têkildar in. Li aliyekî din, gelek seyda û alim jî digel ku di nav medreseyan de man û perwerdehiyê dan dewamkirin jî nexwestin kesên wekê Cegerxwîn li derve bimîne, ku li gor wan ew jî mahsûleke medrese û çanda kurdan bû. Lê nekarîn wî wekî ehlekî medreseyê jî qebûl bikin. Gelek caran bi awayekî pratîkî hewl dan ku vê sazî û çanda ku modernîzma kolonyal perçe kiriye dîsa bînin ba hev. Cegerxwîn dikare wekî semptomeke vê krîzê bê fêhmkirin.
Xwendina dawî: Kubra Sağır
- Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.