Hunergeha Welat strana ‘Evdîşo’ weşand

Hunergeha Welat strana gelêrî ya kurdî ‘Evdîşo’ weşand.

Hunergeha Welat komeka çand û hunerê ye li Rojavayê Kurdistanê. Wan heta niha çendîn stran li ser platformên dijîtal weşandine û li gorî daneyên platformên dijîtal xwe gehandîye bi milyonan guhdar û temaşevanan.

Evdîşo heta niha çendîn caran ji alîyê çendîn kes û koman ve hatîye gotin.

Wan herî dawî strana bi navê ‘Evdîşo’ weşand. Wan di binê strana xwe da destnîşan kirîye ku ev stran bi wê şêwazê hatîye gotin, ew şêwaza herî berbelav li Rojava ku wan gotîye dibe ku ev şêwaz ne şêwaza herî rast be.

Derhênan û amadekirina klîbê ji alîyê Şêro Hinde û Mehmud Berazî ve hatîye kirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir