Wêjegeh Amedê bernameya Rêbendanê dîyar kir

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Rêbendanê dîyar kir.

Di bernameya Wêjegehê da 5 gotûbêj cih digirin.

Gotûbêja ewil ya Abdullah Aren Çelik e ku ew dê li ser berhema xwe ya dawî ya bi navê Revan gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Çelikî dê 13ê Rebendanê saet 15:00yan dest pê bike.

Bedriye Topaç dê li ser berhema xwe ya bi navê Sebr gotara xwe pêşkêş bike ku berhema bi zazakî û helbest e. Bernameya Topaçê dê 17ê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Mihemed Şarman nivîskarê Botan Timesê, dê li ser romana xwe ya dawî Ölür Çünkü Babalar (Çimkî Bav jî Dimirin) gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Şarmanî 19yê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Andriy Lyubka nivîskar û helbestvana Ukraynî dê li ser wêje û şerê ku li Ukraynayê gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Lyubkayê 25ê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Mem Bawer dê li ser poetîka xwe ya 20 salan biaxive. Moderatorîya bernameyê dê Roza Metîna bike. Bername dê 30ê Rêbendanê saet 18:00an dest pê bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir