Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêrîya li medyaya Kurdî-2.02.2023

02/02/2023

Ji bo sazkirina daristana li Şengalê konserek tê sazkirin

Însiyatîfa Aştî û Hêviyê ya Kurdistanê li Şengalê daristaneke ava dike. Ji bo vê yekê jî 3’yê mehê li Bielefeldê konserek li dar dikeve. Hunermend Yelda Abbasi, Laia Genc, Nûrê Dilovanî û Beata Wolf wê beşdarî konserê biin.

Dîyarname

Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin

Li Şirnexê her sal piştî ku li herêmê hewa germ dibe koçer berê xwe didin zozanan. Dema ku hewa dicemide jî berê dîsa didin deştê, cihê germ. Li herêmê welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin ji ber krîza aborî ya heyî rojên zehmet dikişînin. Koçeran jî para xwe ji vê krîza aborî girtin. Ji ber bihabûna êm û mesrefek zêde lê dibe koçer nekarin karên xwe bikin

Ajansa Mezopotamya

Anthony Blinken bi Mahmûd Abas re hevdîtin kir

Anthony Blinken piştî hevdîtina xwe ya li Ramalahê bi Serokê Filistînê Mahmûd Ebas re ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden girêdayî fikra çareseriya bi riya avakirina du dewletan e

Xwebûn

Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan

Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.

Botan Times

Freedom House-ê di kampanyaya xwe de cih daye rojnameger Safiye Alagaşê

Freedom House-ê ji bo mafparêz û rojnamegerên li seranserê cîhanê girtî ne kampanyayek daye destpêkirin û cih daye Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Safiye Alagaşa ji 16ê Hezîrana 2022yan ve girtiye.

bîanet Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan