“Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî

Di medyaya kurdan de gelek kêm berhemên anîmasyonê cih digirin. Di yên heyîn de jî navê hûnermendên xêz çêkirîn tê zanîn. Ji bo mirovek çend gavekê bimeşe bi hezaran kod têne nivîsîn vî karî anîmator dikin. Ev vextekê dirêj digire. Semîha Yildiza 26 salî ji Gundikê Melî yê Botanê ye, beşa dersdarîya kompîternasîyê temam kiriye. […]

“Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî
“Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî
Murat Bayram
  • 7 Mart 2021 18:54

Di medyaya kurdan de gelek kêm berhemên anîmasyonê cih digirin. Di yên heyîn de jî navê hûnermendên xêz çêkirîn tê zanîn.

Ji bo mirovek çend gavekê bimeşe bi hezaran kod têne nivîsîn vî karî anîmator dikin. Ev vextekê dirêj digire.

Semîha Yildiza 26 salî ji Gundikê Melî yê Botanê ye, beşa dersdarîya kompîternasîyê temam kiriye.

Li hemî cîhanê jimara anîmatoran gelekî kêm e, ew yek ji wan kêm kesan e ku pispora anîmasyonçêkerîyê ye.

 Wê ji Ortadogu Newsê re behsa karê xwe yê anîmatorîyê û xeyalên xwe kir.

“Kurd di vê qadê de nû ne”

“Wextê temamkirina yek deqîqeyê anîmasyonê li gor gelek tiştan diguhere. Anîmasyonê jî cureyên xwe hene sedemek ew e ko tu çi cure anîmasyonê dikî 2D,3D, stop motion…

Yek jî animasyona te de çend karakter henin bêgûman anîmasyonek yek karakterî ji ya deh karakterî kêmtir wextî digire, an jî dibe ko di anîmasyona te  de tevger gelek bin ev jî wextê tu didî anîmasyonê zêdetir dike.

Çêdibe ko tu yek deqîqeyê carînan di yek hefteyê de xilas bikî çêdibe ko 5 heyîvan pê ve mijûl bibî…

Cîhanê ji mêj ve ye dest bi anîmasyonê kirine û niho jî têra xwe pêş ketine lê bele Kurd nû vê qadê nas dikin û nû hewl didin ku berheman derbixin.

“Hûrgilî gelek in, pêşketin hêdî hêdî ye”

Ji ber vê kesên şarza kem in mesela Miyazaki gava filma xwe ya “The Wind Rises” çêdike nêzik 400î kes dixebitin.

Di animasyonê de pêşketin gelek salan digre hurgilîyên wê gelek zêde ne da ku bikari bî anîmasyonekê saz bikî bi kêmanî divê 4-5 bernameyên kompîterî de şarezabûna te hebe. Ji ber vê pêşketin hêdî hêdî ye.

Gelo çend sazî henin ku hewl didin anîmasyonên bi Kurdî çekin… Rêya me hêj dirêj e.

Keyfxweşîya ji dîtina kedê

Gava tu animasyona xwe xilas dikî dikarî karê xwe temaşe bikî û keda xwe bibînî ev tişt hezek mezin dide min. Ya nexweş jî di yek sanîyeyê de kontrolkirina 24 frameyan e. Her dem nikarî motîvasyonek ewqas zêde hebe. Ya rast zehmetiya wê jî ev e.

“Pêşîyê dîyarî zarokên welatê xwe dikin”

Xeyala min gava filma min di sînemayên  her welatî de tê seyrkirin destpêkê wiha binivîsim “pêşiyê vê anîmasyonê diyarî zarokên welatê xwe dikim, paşê jî dîyarî hemû zarokên cîhanê.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram