Deh sal bûn ez neçûbûm welêt, êdî nedihat kişandin. Min hew kanîbû tehamul bikira. Rîska girtina min hebû. Lê min ji xwe ra got, çi dibe bira bibe, ez ê herim û min xwe lê qeliband. Di ketina hundur da problem derneket, lê dûra li Amedê, di otoboza Wanê da pûlis hat xwe nîşanî min da, pasaporta min û xanimê kontrol kir, lê ez negirtim.
***
Zinarê Xamo, 2024-05-28
Di gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê da min gelek nas û dost dîtin, çûm serdana gelek dezgehên kurdî. Ji wan dezgahan yek jî Botan International bû. Min navê Botan Timesê bihîstibû, avakarê Botan Internationalê û Botan Timesê Mûrat Bayramê hêja jî xiyaben min nas dikir. Di medyaya sosyal da çend caran em rastî hev hatibûn û me silav dabû hev. Lê me rû bi rû hevdu nedîtibû.
Li Amedê, di 20ê Nîsanê da ez û xanima xwe, em çûn ziyareta Botan Timesê. Min Mûrat Bayram û gelek keç û xortên hevkarên wî dîtin, bi wan ra sohbeteke germ û pir xweş kir. Camêran pêşwazîyeke pir jidil kirin, qedrekî mezin dan me. Min bi wan keç û xortên jêhatî ra demekî pir xweş derbas kir. Ji bo wê hurmet û qedirşînasiya wan ez sipasdarê wan im.
Ji Botan Timesê xortekî bi navê Engin Ölmez xwest ez li ser gerr û çavdêriyên xwe ji Botan Timesê ra nivîsekê binivîsînim. Min jî soz dayê, min got soz, çer gihîştim malê, roja din ez ê ji Botan Timesê ra nivîsekê bişînim.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Bi vê nivîsê ez wê soza xwe bi cî tînim. Lê ez ê ji ku dest pê bikim û qala çi bikim?
Deh sal bûn ez neçûbûm welêt, êdî nedihat kişandin. Min hew kanîbû tehamul bikira. Rîska girtina min hebû. Lê min ji xwe ra got, çi dibe bira bibe, ez ê herim û min xwe lê qeliband. Di ketina hundur da problem derneket, lê dûra li Amedê, di otoboza Wanê da pûlis hat xwe nîşanî min da, pasaporta min û xanimê kontrol kir, lê ez negirtim.
Min li Amed, Mêrdîn û Wanê kitêbên xwe îmze kirin û beşdarî Fûara Kitêban a Mêrdînê bûm. Min zanîbû di nava ciwanan da hezkiriyên min hene, lê min qet texmîn nedikir ew ê hewqasî pir bin û hewqasî ji min hez bikin.
Vê hezkirin û hurmeta zêde him ez pir dilşa kirim, him jî matmayî hîştim. Li her derê ez wek navdarekî mezin, wek şexsekî meşhûr hatim pêşwazîkirin. Ev hezkirin ji şexsê min bêtir, ji zimanê kurdî û ji kurdperweriyê ra bû.
Însan jî êdî qedir didin kesên nasyonalîst û bi kurdî dinivîsin. Hurmet, qedir û qîmeta min ji xortan dît pir û pir mezin bû, ez ê tu carî ji bîr nekim.
Di nav 10 salan da li Kurdistanê gelek guhertinên biçûk û mezin çêbûne. Tiştê tavilê bala min kişand buhayî bû, perê TLyê tirkî bûbû pûl. Li aşxaneyeke normal porsîyoneke kezeb 250-300 lîra ye. Çayek 10-15 lîre ye. Yanî her tişt hatibû xwîna bav.
Tiştê din ê bala min kişand, dîndarî, îdeolojiya îslamî di nav milet da zêde belav bûye. Bi taybetî jî di nava jinan da.
Min ev yek li Wêranşarê û li Amedê dît. Jin bi kinc û girêdanên xwe nîşan didin ew heval û sempatîzanên hêzên îslamî ne. Belkî jî piştgirên Daîşê ne. Wek jinên Daîşê ew jî kincên reş li xwe dikin. Berê tiştekî wiha tunebû. Jinên Wêranşarê kincên reş di şînan da, di dema heznîbûnê da li xwe dikirin. Lê nuha kirine qiyafetên rojane.
Jinên ciwan, xort diherin Hecê û Umrê. Ev fenomeneke nuh e, xurtbûna hêzên îslamî nîşan dide. Evên ez dibêjim ne nêzî îslamiyên kurdperwer in, fanatîk in. Min bi hinan ra minaqaşe kir û ji derdora xwe, ji merivên xwe gelek înformasyon girt.
Li alîyê din di nav ciwan û xwendekaran da jî şiyarbûneke netewî heye. Ciwan, xwendekarên zanîngehan kurdî fêr dibin û qedir didin kesên bi kurdî dinivîsînin. Min ev şiyarbûn li Amed, Mêrdîn û Wanê dît. Ciwan kitêbên kurdî dikirin.
Li her bajarê min kitêbên xwe îmze kirin, guhdarên min ciwan bûn û hezkirineke ez ne li hêviyê bûm nîşanî min dan. Ev pêşketineke baş e, dibê meriv xurttir bike, pêş da bibe.
Di warê siyasî da milet westiyayî ye, bê moral e. Zulm û terora dewletê milet çavtirsiyayî û bi temkîn kiriye. Çimkî ji bo parvekirineke di medyaya sosyal da însanan digrin, davêjin zindanê. Însan pir bi temkîn in, tirsa girtinê di nav milet da pir bi bandor e.
Ez çûm Amedê, Mêrdînê, Wanê, Wêranşarê, Rihayê û ji nava çend bajarên din derbas bûm. Li wan bajaran gişan trafîk problemeke pir mezin e û di salên pêş da ew ê mezintir bibe.
Dibê tavilê, demildest çareyek ji vê kaosa trafîkê ra were dîtin, metro, metrobus, tramvay, yanî wesayîtên veguhestina kollektîf çêbibin. Heger gavên wiha neyên avêtin çend salên din li bajarên Kurdistanê însanê nikanibin gava xwe bavêjin.
Li welatê xwe, di nav miletê xwe da meriv rehet e, dilşa ye. Lê bindestî, zulma dewletê, tunebûna azadiyê, tirsa girtinê, ketina zindanê meriv bê huzûr dike, meriv xwe wek kevoka baskokirî his dike.
Ev 44 sal in li derve dijîm, êdî ne Zinarê 44 sal berê me. Bixwazî, nexwazî gelekî guherî me. Mesela kontrolên di riyan da, hêlbûna alên tirk li her derê, panzêr û kobrayên li kuçe û kolanan sekinîne ez gelekî ne rehet dikirim.
Li Swêdê em fêrî azadiyê bûne, em ji dewletê natirsin, em kanin fikrê xwe bi serbestî bibêjin. Gava meriv ji welatekî wiha dihere dikeve nav şertên bindestiyê pir zor e, meriv pir nerehet dibe. Min ev nerehetî û tirs heta roja hatim jî his kir.
Weşanên dawiyê
- Nivîskarên Mêvan12/09/2024Narîn, Tavşantepe û Qanûna Omertayê
- Nivîskarên Mêvan03/09/2024Li Tirkiyeyê Kurdî û Polîtîkayên Zimanî yên Netewe-Dewletê
- Nivîskarên Mêvan02/09/2024Koleksîyona derîyên kevnare ya Şêrko Janzêm
- Nivîskarên Mêvan19/08/2024‘Jîyaneka têrûtijî’ piştî 99 salan Tarık Ziya Ekinci xatira xwe xwest…