Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…

Meseleya zimên li me bûye wekî meseleya hirçê. Dibêjin, heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne. A me xemxwerên zimên jî wisan e. Em jî tim behsa rewşa zimanê xwe dikin, balê dikişînin ser xetera li pêşiya me. Ji ber ku ziman êş, kul û birîna me ye, loma em tim jê digazinin. Bi dengekî bilind dikin qîrîn, qirik û gewriyê li xwe diqetînin da ku em xwe bi “xwe” bihisînin. Lê ka dengê me çi qas digihîje cihê cih, gotinên me li girseya armanckirî çi qas tesîr dikin, ev jî pirseke din e. Lê dîsan xem nake, em dê her bibêjin û bibilînin.

Çawan ku giyayê hewşê tehl e, gotinên kesên ji malê jî pirî caran di vî warî de “pere” nakin, loma hez dikim bi alîkariya tesbîtên du sazî û damezirewayên giring ên ku di warê zimên de xwedî îtibar in, bi pîverên wan balê bikişînim ser rewşa zimanê me.

Ji bo ku mirov bi awayekî zanistî bikare behsa rewşa zimanekî bike hewce bi hin krîteran heye. Bi van pîveran, tabloya heyî ya zimên a li Bakur dê hîn xweştir aşkera, xuya û berbiçav bibe. Saziya pêşî Summer Institute of Linguisticse. Li gorî wê pêkerên, ango faktorên ku dibin sedema windabûna zimanekî ev in:

1) Kêmbûna axêverên zimanî

2) Temen

3) Rêjeya axaftina zarokan a bi wî zimanî

4) Bikaranîna zimên a di gelek waran de

5) Hestên neteweyî û helwesta axêverên wî zimanî ya der barê zimanê wan de

6)  Koçkirina li metropolan

7)  Rêsa û sepanên hikûmet û mizgeftan/dêran

8) Zimanê perwerdeyê

9) Astengên aborî û kedxwarî/îstismar

Li gel van nehên hanê ev jî giring in

– Nebûna alfabeyeke standard

– Kêmbûna berhemên wêjeyî

– Hindikbûn an jî nebûna bikarhênerên çalak ên ku bi wî zimanî dixwînin û dinivîsin

– Nebûna prestîj û piştgiriya li wî zimanî

Tevî van yekan eleqe, daxwaz, beşdarî û biryarên birêveberên civaka wî zimanî jî diyarker in.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, ji bo ku mirov di rewşa xetera de li ser zimanekî bigihîje, neh pîver peyitandine:

1) Veguhastina zimên a ji nifşekê li nifşeke din

2) Hejmara kesên ku bi wî zimanî diaxivin

3) Rêjeya kesan a li yekûna nifûsa ku bi wî zimanî diaxivin

4) Guherdetiyên di warê bikaranîna zimên de

5) Berteka zimên a li qad û nîvengên nû

6) Hebûna keresteyên hewce yên ji bo hînbûna zimên û hînbûna xwendin û nivîsînê

7) Helwest û polîtîkayên dewlet û saziyan, rewşa zimanê fermî û bikaranîna wî jî tê de

8) Helwesta wan takekesên civakê ya ji bo zimanê wan

9) Miqdar û wesfê belgeyên heyî yên têkildarî zimên.

Pîverên van her du saziyan hema bibêje wekî hev in, zêde cudahiyeke beloq di navbera wan de xuya nake. Mirov dikare li gorî rewşa xweseriya xwe çend pîverên din jî li wan zêde bike. Mîna zimanê navmalê, zimanê medyaya koma zimanî, zimanê li sazî dezgehên vê civakê, zimanê sereke yê rewşenbîr, pêşeng û pêşkêşên vê civakê û hwd.

Min navê ku ez yek bi yek li ser van pîveran rawestim û bi van pîveran li ser rewşa zimanê me wisan dûr û kûr şirove û analîzan bikim. Daxwaza min ew e ku xwînerên vê nivîsarê bixwînin, bila ew bi xwe serê xwe ji bo rewşa me ya zimanî biêşînin û tabloya heyî teswîr bikin.

Lê bi kurtasî be jî, ez dixwazim dîsan çend gotinan der heqê vê yekê de bibêjim. Hem daneyên xebatên zimannasiya civakî (sosyolenguîstîk) ên li ser zimanê kurdî hem jî çavdêriyên me yên li ser qadê, dike ku em di vî warî de têra xwe reşbîn bin. Ji ber ku têkçûna zimanî ya di navbera nifşan de zêde dibe, rêjeya nezanîna bi kurdî ya di nav zarok û ciwanan de pirtir de dibe. Veguhastina ziman a li nifşên peyhatî kêmtir dibe. Tesîra tirkî ji bajar û bajarokan êdî ber bi deverên gundewar ve diçe. Ferdên ku asta wan a perwerdeya bi zimanê serdest bilind e, li gorî kesên kêmxwende yan jî nexwende zehftir asîmîle dibin. Ziman bêhtir di nav kal û pîran de zindî ye. Bar li ser pişta wan maye. Zimanê kesên ku ji civakê re serkêşiyê dikin jî bi giranî bi tirkî ye. Bi dêûbavan re hişmendiya zimanî qelstir dibe. Loma  zimanê navmalê dibe bi tirkî. Ji ber vê jî zarok ne di nav kurdî de lê belê di nav zimanê tirkî de tên dinyayê û mezin dibin. Ne bi zimanê xwe, bi zimanê tirkî radibin. Ji ber ku ziman bi awayekî xurt êdî li nifşa nûhatî nayê veguhastin, pê re jidestçûna çanda kurdî jî, her cure zargotin jî pêk tê. Ziman hem hilberînerê çandê, hem hilgirê wê hem jî veguhêzerê wê ye, îcar gava ev rola ziman nemîne, ziman rolek ji rolên xwe ji dest dide. Divê tim di bîra me de be ku hem dewamkerên zimanekî hem jî dahatûya zimanekî zarok in.

Îroj gava ji kurdan tê behskirin, yekser tê gotin ku girseya herî hişyar û polîtîk ew in, gelê birêxistî ew e. Lê eger mijar ziman be, bi xwe ez nikarim bibêjim ku ev hişyarî, ev hişmendî û xemxwerî ji bo zimên heye. Li hêla din, bi kurdên hişyar û polîtîk re, çendî ku ew li xwebûna xwe û her tiştê aîdî nasnameyê ne dibin xwedî jî, eger bi awayekî giştî bê gotin, hişmendî û giringiya bikaranîna zimên a di her warî de bi wan re lawaz e. Divê ew ji bîr nekin ku kî li pêş be çavê xelkê bi her awayî lê ye. Ji ber ku ew li pêş çavên civakê kesên mînak in, loma jî berpirsiya wan hîn zêdetir e.

Her takekesê civaka kurd hewce ye li ser van pîverên navborî serê xwe biêşîne û bi awayekî zelal wêneyê rewşa zimanî ya li pêşiya me, bipeyitîne û derpêş bike. Rastî tehl be jî divê em bibêjin.

Wek gotina dawî: Divê em pir xema zimanê xwe bixwin û karê îroj nehêlin sibehê. Ne sibehê lê îroj jî li me dereng e. Eger em zû dest nebine xwe dê ev çilmisîna zimanê me bi xurtî bidome û dê roja zimanê me jî li me biçe ava.