Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Anatomiya Nefretê: Fêhmkirina Mekanîka Dijmintiyê

03/07/2023

Nefret, hesteke mirovî ya tevlihev û wêranker e ku di dirêjahiya dîrokê de di nav civakan de belav bûye û bûye sedema pevçûn, qirkirin û şeran. Tevî berbelavbûna wê, têgihîştina nefretê karekî tevlihev û zehmet e. Gelo çima hin kes ji hin rewşan û ji hin kesan nefret dikin? Taybetmendiyên nefretê çi ne? Pêvajoyên biyolojîk yên nefretê çawa dixebitin? Li gel bersivên van pirsan ku li dora nefretê hatine çêkirin, di vê nivîsarê de ez ê behsa anatomî, emare û çareseriyên kontrolkirina nefretê bikim.

Vekolana kokên derûnî yên nefretê ji bo têgehiştina siruşt û karîgeriyên wê giring e. Lîterûta ilmî û zanistî piştrast dike ku nefret bi gişt ji tirs û fêhmkirina xelet çêdibe (Smith, 2008). Ev her du hêman bi zelalî di mînakên biyanofobiyê (xenophobia) de tên dîtin. Qirkirina hovane ya li Rwandayê ya sala 1994an wekî mînakeke tehl e ku çawa nefret, li ser bingeha tirs û fêhmkirina xelet dikare mezin bibe û bibe sedema encamên wêranker. Di vê bûyera bedbext de, tenê di 100 rojan de, di encama pêleke nefretê de ya ku ji fêhmkirina xelet û tirsê hatî avakirin, nêzî 800,000 Tutsî ji hêla pirraniya Hutuyan ve hatin kuştin (Straus, 2006). Her çend ev bûyer wekî nimûneyeke tund bê hesibandin jî, ew bi zelalî destnîşan dike ku nefret li gel kesan, çawa dikare bi awayekî sîstematîk tesîrê li ser tevahiya civakekê bike.

Ji bo têgehiştina kok û bingehên nefretê yên civakî em ê berê xwe bidin têgeha othering (yên din kirin – ötekileştirmek). Othering ew e ku komek, li ser bingeha cûdahiyan têne dîtin û xwe ji komeke din cûda dike û dûr dixe. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bikaranîna propagandaya naziyan ya dijî cihûyan yek ji mînakên dîrokî yên otheringê ye. Cihû wekî other (yên din) dihatin binavkirin, wekî dijminên dewletê dihatin nîşandan û ev yek bi gelemperî bû sedema nefreteke berbelav û di dawiyê de jî bû sedema Holokostê (Herf, 2006).

Serpêhatî û azmûnên kurdan jî di warê têgihiştina otheringê de mînakên giring pêşkêş dikin. Di dîrokê de, ji ber cûdahiya ziman, çand û nasnameya xwe ya etnîk, kurd gelek caran di nav civakên cîran wekî yên din hatine binavkirin. Îro her çiqas kurdan di asta siyasî de hin pêşketin bi dest xistibin jî, bi nûnertiya siyasî ya mehdûd, bi polîtîkayên zimanî yên sînordar û bi gihandina neyeksan a di çavkanî û karûbaran de rastî cûdakirineke sîstematîk tên. Li gel vê yekê marjînalîzekirina kurdan ji sînorên fîzîkî jî derbas bûye, ku derheqê kurdan de klîşe û pêşdaraz bi berfirehî li ser medyaya civakî têne belavkirin. Ev awayê nefretê, tesîra wêranker a otheringê ye û li gel vê yekê rola pêvajoyên civakî yên di hilberîna nefretê de aşkere dike.

Tê dîtin ku nefret hesteke hêzdar û xwedî taybetmendiyên bêhempa ye ku wê ji rewşên hestiyarî yên din cuda dike. Ber’eksê hestên hêrs an jî tirsê, hesta nefretê domdar e û armanceke wê heye. Bi giştî hest, bo nimûne dilşadî yan jî xemgînî, bêyî ku hedefeke wan hebe belav dibin. Lê belê hesta nefretê bo kes, kom û fikrên diyar tê arastekirin.

Hesta nefretê, arezûyeke çalak heye ku dixwaze zerarê bide hedefê yan jî wê tune bike. Nefret, takekesan ji taybetmendiyên takekesane derdixîne û wan tenê bi çavê nasnameya koma wan dibîne. Bi vî awayî ji bo hebûna xwe bingehekê ava dike.

Bo nimûne, di aloziyên etnîk yên demdirêj ên li Tirkiyê, nefreta tirkan ya li hember kurdan, pir caran ne li ser bingeheka ezmûnên şexsî yan taybetmendiyên takekesî yên gelê kurd in. Ev nefret li ser komê, bi gotineka din li ser kurdbûnê ye. Nasnameyên kurdan yên takekesî, fezîletên wan yên kesane yan jî tevkariyên wan ên ji bo civakê, têne paşguhkirin. Herçiqas kurdek, hunermendekî jêhatî, cotkarekî bixîret, mamostayekî rêzdar be jî ferq nake. Taybetmendiyên kurdan yên takekesî li pêşberî nefreteke bi vî rengî bêqîmet in.

Pirsgirêka nefretê, herçiqas li seranserê cîhanê berbelav be jî, hindek civak hene ku bêwestan ji bo jinavbirina kokên nefretê dixebitin û li şûna van kokên nefretê bingehên têgihiştin û lihevhatinê binecih dikin. Mînaka herî balkêş yan van hewldanan li Afrîkaya Başûr, piştî rejîma zordar a Apartheidê derket holê.

Rejîma Apartheidê li Afrîkaya Başûr, ku ji sala 1948 heta 1994 desthilat bû, cihêkariya nijadî saz kir û nefret, tirs û tundûtûjî di navbera komên cûda yên nijadî û etnîkî de pêş xist. Encamên Apartheidê wêranker bûn, ku bûn sedema binpêkirinên mafên mirovan, şîdet û şikestinên civakê. Piştî dawîlêhatina Apartheidê, li şûna şopandina modeleke edaletê ya cezaker û tolhildêr, Afrîkaya Başûr rêyeke din da pêşiya xwe. Afrîkaya Başûr, sala 1995an, di bin serokatiya serpîskopos Desmond Tutu de Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê damezirand da ku qurbanî bikarin serpêhatiyên xwe parve bikin û sûcdar jî bi berdêla efûyeka muhtemel sûcên xwe îtîraf bikin. Armanca vê komîsyonê ew bû ku kokên nefretê yên mayînde ji holê rake û li şûna wan pirên têgihiştin û toleransê bi cih bike. Bi vê yekê, bo civakên din ên ku mijûlî meseleyên bi vî rengî ne, wan planeke bihêz peyda kirin û destnîşan kir ku bi rêya diyalog, hevgirtin û lêborînê dikare rêyeke berfireh li pêşiya pêşerojeke aştiyane vebe.

Ji aliyê din ve huner, ji hêla gelek civakan ve wekî qad û meydaneke bihêz ji bo dijberiya nefret û pêşdarazê hate bikaranîn. Kurdan jî gelek caran hunerên wekî muzîk, edebiyat û sînemayê ji bo ragehindina nasnameya xwe, têkoşîna li dijî klîşe û pêşdarazê bi kar anîn. Bo nimûne, Şivan Perwer, derheqê zehmetî û otheringa kurdan da stran gotine. Nivîskarên kurd yên wekî Bextîyar Elî jî naveroka romanên xwe yên balkêş li ser rastiyên otheringê ava kirine û li ser cihêkariyê hûr dibe. Derhênerê kurd Bahman Ghobadî bi fîlma xwe Dema Hespên Serxweş û fîlmên xwe yên dî temaşevanên cîhanê zêdetir nêzî perspektîfên bêhempa û rastiyên dijwar ên jiyana kurdan kir. Em dibînin ku huner hem ji bo kurdan hem jî ji bo kes û civakên ku dixwazin dengê xwe bigihînin alemê, çîrokên xwe vebêjin û berxwedana xwe ya dijî neheqiyê bînin ziman, amûreke bêhempa ye.

Ev hemû hewldan û stratejî dikarin ji bo têgihiştin û nefretê bibin alîkar. Lêbelê, beşa herî girîng a têgihîştina nefretê ew e ku mirov bizane ku nefret hesteke mirovî ye û ji ber vê yekê kes û civak xwedî şiyana kontrolkirina nefretê ne. Ev haydarbûna ji nefretê, ji bo serederî û rêlibergirtina nefretê îmkanên stratejî û çareseriyan pêk tîne.

Wekî encam, nefret hesteke mirovî ya tevlihev û dijwar e. Lê belê, wekî ku di vê nivîsarê de tê behskirin, nefret dikare were fêhmkirin û kontrolkirin. Hewldana civakekê ya ji bo fêhmkirina nefretê û pêşxistina amûrên dijberiya nefretê, dikare bibe alîkar ku civakên aştîxwaz û dadperwertir ava bibin. Tevî her tiştî, herkes ji hindê berpirsyar e ku li dijî nefret û tesîrên nefretê yên wêranker raweste.

Çavkanî:

Herf, J. (2006). The Jewish Enemy: Nazi Propaganda during World War II and the Holocaust. Harvard University Press.

Smith, E. (2008). Understanding the Sources of Hate and Prejudice. Journal of Social Psychology, 148(3), 339-350.

Straus, S. (2006). The Order of Genocide: Race, Power, and War in Rwanda. Cornell University Press.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê