Haski: Di serdemeka krîtîk da Deloire rêberîya rêxistina me kir

Sekreterê Giştî yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Christophe Deloire wefat kir. Deloire du mehan li nexweşxaneya Parîsê ji ber nexweşîya xwe tumorê tedawî dibû.

Deloire, di 12 salên karê xwe da, ne tenê RSF wekî sazî bi pêşve bir, di heman demê da, di çarçoveyeka cîhanî da, wî di pêşvebirina azadîya medyayê da sazî kire pêşeng.

Ji sala 2018yan heta niha, ew serokê avakarê Foruma Demokrasî û Nûçeyan e. 2023yan, li Fransayê wekî temsîlkarê giştî yê foruma “États généraux de l’information” tê tayînkirin. Di serdema kaosa agahîyan da, ew parêzvanekî çalak bû ji bo pêşvebirina azadî, serxwebûn û pirrengîya rojnamegerîyê, li her derê dinyayê.

Haski: Di serdemeka krîtîk da wî rêberîya rêxistina me kir

Christophe Deloire, di serdemeka krîtîk da, ji bo bidestxistina mafê agahîyan, rêberîyeka baş bo rêxistinê kir. Feydeyê wî, yê ji bo parastina vî mafê bingehîn hêjayî gotinê ye. Em wekî lijneya rêveberîyê hilgirên xema malbat û dostên wî ne.

Önderoğlu: Wî parastina medyaya azad pêşve bir

Temsîlkarê Tirkîyeyê yê RSFyê Erol Önderoğlu wiha got: Deloire di gelek dozan da, ji bo doza xwe ku ew bixwe dihate darizandin û operasyona li ser rojnameya Cunhurîyetê û gelek dosyeyên din ji nêzîk ve şopandine, ew ji bo rojnamegerên Tirkîyeyê hatîye welatî û bi awayekî fizîkî alîkarîya wan kirîye.

Önderoğlu got: “Christophe ne tenê li Tirkîyeyê aktîf bû wî di heman demê da, li cîhanê, rêberîya pêşvebirina seksîyonên RSFyê jî kir. Wî parastina medyaya azad ji peywenda klasîk derxist, di pêşvebirina azadîyê, platformên dijîtal û hişê çêkirî da çareserîyên legal û biprensîb destnîşan kirin ku aniha jî em hewil didin di gelek qadên medyayê da pêk bînin. Ji bo eleqe û mucadeleya wî ya kûr û dûr ez dê spasdarê wî bim. îro, em hemî karmendên RSFyê di nava xemgînîyeka mezin da ye.

Dündar, Gül, Cumhuriyet, Kaşıkçı…

Ew dosyeyên ku Deloire ji nêzîk ve şopandine û li ser sekinîye ev in: Doza Can Dündar û Erdem Gül ” Tirên Mîtê”. Piştî operasyona li ser rojnameya Cumhuriyetê dozek vedibe, di dozê da rojnamegerê suudî Cemal Kaşıkçı jî tê da hebû ku Kaşıkçı li ber konsolxaneya Stenbolê hatibû kuştin.

Bi taybetî jî piştî hewla darbeyê ku Tirkîye bûye “ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin”, ji bo azadîya rojnamegerên girtî yên li Tirkîyeyê li ber derê AIHMê endamên RSFyê çalakîyekê dikin ku Deloire yek ji wan kesan bû.

Christophe Deloire kî bû:?

Christophe Deloire sala 1971an ji dayik bû, di medyaya Frensî de, di cihên cûda de xebitî û ji Gulana 2008an heta Tîrmeha 2012an wekî rêveberê Navenda Perwerdehiya Rojnamegeran (CFJ) li Fransayê xebitî. Ji sala 2012an heta mirina xwe Sekreterê Giştî yê RSFyê bû.

Deloire gelek hewl dane, ji bo tehdîda platformên medyaya civakî yên cîhanî yên li ser rojnamegeriyê û standardîzekirina pîşeyê li dijî îstîxbarata çêkirî. Ji Mijdara 2019an vir ve Serokê Damezrîner ê Foruma Nûçe û Demokrasiyê (Forum sur l’information et la démocratie) ye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir