Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî

Nıvîskar:
5 months berê

Bo DEMê, encam dibêjin ku kurd li ber xwe didin û li bajar û vîna xwe xwedî derdikevin. Lê pirs ev e, rayên AK Partîyê li Bakur, daket asta 7 Hezîrana 2015yan, lê ên ji wir veqetîyan nehatin DEMê, çima?

***

Berîya hilbijartinên herêmî, li gor lêkolînan eleqeya hilbijartinê kêm bûbû. Li gor ên me, di nav Kurdan de ji sê paran parek bi hilbijartinê re eleqedar nebû û ji çar paran parekê jî digot em qet naçin ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinan li temamê Tirkîyeyê ji sedî 78,5 bû û li bajarên kurdan jî ji sedî 70,5 bû. Tê xuya ku daketina tevlîbûna hilbijartinê piranî ji ber kurdan û dengdêrên AK Partîyê ye.

Kurd û tirkên muxalîf hêvîşikestî bûn û dildarên desthilatê jî ji proseyeke dirêj a di navbera 2019 û 2023yan westîyayî bûn, ji ber vê yekê jî tevlîbûna hilbijartinê ji tura duyem a 2023yan jî kêmtir bû. Li alîyê din di nav hilbijêran de kesî ev encam texmîn nedikir, ji ber vê yekê, wê êvara ku rengê nexşeyê wek marê ku qalikê xwe diguherîne veguherî, her kes li hemberî van encaman matmayî ma.

harita, sanat içeren bir resim

Açıklama otomatik olarak oluşturuldu
Nexşe: Bajarên ku şaredarîyên wan guherîne (ji Euronewsê hatîye girtin)

Dema mirov li nexşe û encaman dinêre ne zehmet e ku ên serkeftî û têkçûyî werin tespîtkirin. Jixwe di vê nivîsa ewil de ez jî zêde nakolim. Lê dive yek bi yek li ser partî û aktoran em rawestin. 

Têkçûyên vê hilbijartinê bê şik AK Partî û Erdoğan e. Ji ber ku di serencama xwe ya sîyasî de cara yekem e ku bûye partîya duyemin. AK Partîyê di yekûna xwe de 15 bajar û 179 navçê da der. Bawerîya AK Partî û Erdoğan bi belavbûna muxalefetê hat û wan ev hilbijartin wek hilbijartineke hêsan û herêmî da ber çavê xwe. Lê ji bo rêveberîya nû ya CHPyê ev hilbijartin wek ya man û nemanê bû. Her kesî li gor nêrîna xwe rê daye ber xwe.

Meral Akşener û partîya wê jî têkçûyî ye. Ji ber vê yekê jî Akşenerê biryara kongreyê da û ew dê ji sîyasetê vekişe. Tecrûbeya Akşenerê derseke muhîm e. Heke tu li gor hêrs û hîssîyata xwe biajoyî ser rêya xelet, dengdêrên te wek te ji rasyonalîteyê xwe dûr naxin, di rêya maqûl de dewam dikin. Ev ders ne derseke ewqas biha bû lê Akşenerê li xwe biha kir.

Li alîyê din serkeftî, bê şik CHP û rêvebirên CHPê ne; Özgür Özel, Ekrem İmamoğlu, Mansur Yavaş… CHPyê hem bajarên di dest xwe de parastin û ferqa rayan firehtir kir, hem jî lê zêde kirin. 3 bajarên mezin, 11 bajar û 146 navçe li wan zêde bûn. 

Favorîya vê hilbijartinê Yeniden Refah bû. Berê bi AK Partîyê re meşîya û ne raqîbê Erdoğan bû lê reqîbê AK Partîyê bû. Refahê, di demekî stratejîk de piştgirîya xwe ji AK Partîyê kêşa. Bi sertîfîkaya xwe ya “muxalefeta helal” ku ji Erdoğan girtine, aktorên bihêz ên AK Partîyê transfer kirin û xistin pêşbirkê. Şaredarîya Riha û Yozxatê û 39 navçe bi dest xistin. Di bin bayê Refahê de popularîteya Deva, Gelecek û Saadetê hema hema nema.

Hudapar bi motîvasyoneke xurt tevlî hilbijartinê bû. Wan jî bi saya tifaqa bi Erdoğan re xwe dabû nasîn lê Refahê rê li ber wan jî girt. Dîsa jî xususen li Batman û Dêrsimê bal kêşan ser xwe. Ji bilî beldeyekê şaredarî bi dest nexistin ku jixwe ew di destê wan de bû, rayên xwe piranî jî li Bakur zêde kirin lê li gor rayan îhtimaleke kêm e ku di demekî nêzîk de bibin alternatîfek.

Rewşa HDP/DEM Partîyê jî hewceyî niqaşeke kûr e, em ê kûr bikolin û li ser vê meseleyê rawestin. Lê kurt û Kurmancî; li alîyekî zext û zora desthilatê li alîyê din jî transferkirina nêzî pêncî hezar leşker û polîsan encam neguhertine. DEMê hejmara şaredarîyên xwe zêde kirîye. DEMê 2 bajar û 15 navçe li xwe zêde kirine. Tevî bajarokan (belde) 72-73 şaredarîyên DEMê hene. Qers û Şirnex û deh navçeyên Bakur jî ji ber ku leşker û polîs transfer kirine ji dest DEMê çûn. Yanî ger bi awayekî adilane bûya, 12 şaredarîyên din li DEMê zêde dibûn. 

 AK PartiCHPHDP/DEM
 20192024Ferq20192024Ferq20192024Ferq
Bajarê Mezin1512-31114+3330
Bajar2412-121021+1157+2
Navçe535356-179191337+1465065+15

Xulase; encamên hilbijartinê darbeyeke xurt li AK Partîyê daye, lê ew nayê wê wateyê ku AK Partî nikare ji vir vegere. Zor e, zehmet e lê hêj jî 24 bajar û 356 navçe di bin rêveberîya AK Partîyê de ne. Xelkê ji Erdoğan re gotîye ku em ji te aciz in lê em bi muxalefetê ne bawer bûn, loma me di 2023yan de dîsa deng daye te. Heke AK Partî û Erdoğan van mesajan bigirin û li gor wan xwe biguherînin jî zor e, lê mecbur in ku van mesajan bigirin.

Li aliyê din xelkê ji CHPyê re gotîye ku em dixwazin hûn wek hêzeke balansê li hemberî Erdoğan bin, xwe ji usulên xwe yên salan biqetînin û bibin partîyeke navendî. Ev krêdîyek e, dê çar salan çavê xelkê li ser CHPyê bin. Heke vê krêdîyê baş bi kar bîne, pêşî lê vekirî ye.

Bo DEMê jî, encam dibêjin kurd li ber xwe didin û li bajar û vîna xwe xwedî derdikevin. Lê pirs ev e, rayên AK Partîyê li Bakur, daket asta 7 Hezîrana 2015yan, lê ên ji wir veqetîyan nehatin DEMê, çima?


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Reha Ruhavioğlu

Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û