Sîpan Tekin: Yek/e, Çîroka her Kurdekî ye

Têkiliya min a vî zimanî zêdetir bi deng, îmge û dînamîkên vî zimanî re pêwendîdar in. Ger ez karibim têkileyeke bi vî rengî bi zimanî re danim, dibe ku temaşevan jî bi şahidiya zimanekî ku jê fêm nakin, têkiliyekê ava bikin.

***

Şanoger Sîpan Sezgin Tekin bi eslê xwe ji Amedê ye. Diya wî ji Dêrika Çiyayê Mazî û bavê wî jî ji Liceya Diyarbekirê ye. Tekin heta xwendina zanîngehê li Amedê perwerdeya xwe biriye serî. Di xortaniya xwe de mîna gelek Kurdan wî jî ji bo xebatê berê xwe daye bajarên Tirkiyeyê.

Di werza havînekê de, piştî ku Sîpan Tekin ji xebatê vedigere bajarê xwe, malbata wî di civata xwendekaran a Dicle Üniversitesi Kültür Mutfağı de navê wî tomar dikin. Bi nasîna vê civatê re Sîpan êdî xwe di qada şanoyê de dibîne. Ew bi rêya vê civatê heta biçe zanîngehê di gelek cureyên şanoyê de cerîbînan pêk tîne.

Sîpan di îmtihana zanîngehê de li Stenbolê Zanîngeha Kadir Hasê bi dest dixe û wekî bursiyer dest bi xwendina şanoyê dike. Ji salên destpêka zanîngehê ve ew li Stenbolê hewl dide di setên fîlman û sehneyên şanoyê de cih bigire.

Her wiha Tekin di salên xwe yên zanîngehê de li ser çîroka Şahmaranê dixebite, ew dibêje xebata derbarê Şahmaranê de wî zêdetir nêzîkî cihê ku ji wir hatî kiriye. Piştî xebatekê ew çîroka Şahmaranê bi performansekê -ku nîşaneyên vegotina dengbêjiyê jî tê de hene- bi Kurdiya Kurmancî û Zazakî û Tirkî pêşkêş dike:

Albûmeke bi navê Saê Moru ya Metin Kemal Kahraman heye derbarê çîroka Şahmaranê de, di eslê xwe de wan vê albûmê sala 2008an de ji bo Şanoya Seyr-î Meselê hazir kirine. Di wextekê de min bi şev û roj ev albûm guhdarî dikir, ew wext serdemek bû ku ez zêdetir nêzîkî dengbêjan dibûm.

Di salên xwendina zanîngehê de, xebatên hunerî yên Tekin berdewam dikin û ew ji bo pêşkeşkirina projeyekê radibe lîstika Meddahê li gorî xwe di formekê de ji nû ve saz dike, hunera vegotin û dengbêjiyê bi hev re bi kar tîne.

Motîf û awayên Kurdî tim bi karûbarên Sîpan re peyda dibin, lê ew dide zanîn ku têkiliya wî û zimanê zikmakî ne di asteke baş de ye. Berovajiyê vê yekê ew dibêje têkiliya ku wî bi zimanê xwe re daniye zêdetir girêdaneke ruhî ye:

Têkiliya min a vî zimanî zêdetir bi deng, îmge û dînamîkên vî zimanî re pêwendîdar in. Ger ez karibim têkileyeke bi vî rengî bi zimanî re danim, dibe ku temaşevan jî bi şahidiya zimanekî ku jê fêm nakin têkiliyekê ava bikin. Ev ne qabiliyeta min e, di eslê xwe de ev derbarê potansiyela zimên, fîzîkselbûna wê an jî performatîvîteya wê de ye.

Nasîna azadiya axaftinê û performansa Yek/e

Piştî kar û xebatên di bin banê zanîngehê de Sîpan hewl dide bi rêya erasmusê biçe derveyî Tirkiyeyê. Tekin aniha li Hollandayê mastera xwe ya bilind li Amsterdam University of Artsê dike. Çîroka wî ya bi zimên hêj berdewam dike û li wir xebatên wî yên derbarê zimên de bi awayekî akademîk berdewam dikin. 

Li Amsterdama Hollandayê Tekin bi bursê xwendina xwe didomîne. Dema xebatên wî yên hunerî li xerîbiyê berdewam dikin, ew xwe di nav qeyraneke ruhî de dibîne:

Li vî welatî azadiya axaftinê heye, dewletek sosyal-demokrat e û tu dikarî derbarê her tiştî de biaxivî. Lê belê ew mijarên ku tu dikarî li serî biaxivî pêwendiya wê çiqas bi vê civakê hene? Yanî ew tiştên ku tu dikarî li vir biaxivî dikare çiyê wê axa ku tu ji wir hatiyî biguherîne? Di wextekê de tu nikarî di nav wê qeyranê de derkevî.

Ev qeyran dibe sedem ku Sîpan li ser performansa Yek/eyê bixebite û xebateke otobiyografîk derbixe holê. Her wiha ew dide zanîn ku xwendina li zanîngeheke ewropayê bi wî daye fikirîn ku karekî hunerî çiqas bandorê ji jiyana rasteqîne digire yan jî jiyana rasteqîne û huner di vê serdemê de çiqas sûdê ji hevdu digirin.

Yek/e karekî wisa ye ku min di jiyana xwe de yekem car cesaret kir ku behsa xwe, apê xwe, malbata xwe û zimanê xwe bikim. Yek/e di noqteyekê de tevgerek e, ji ber ku hêj jî li vî welatî dersên Kurdî ji pola yekê ve nayê dayîn, tune ye. Lê min bi danîna texteyeke reş û bi nivîsîna peyvên Kurdî helwestek nîşan da.

Sîpan performansa xwe ya Yek/eyê yekem car di Festîvala Fringe ya Amsterdamê de pêşkêş kiriye. Piştî 6 performansên li Ewropayê ew di dawiya 2023yan de li zanîngeha Kadir Hasê du caran derketiye pêşberî temaşevanan.

Di performansa Yek/eyê de Tekin hewl dide bi bilêvkirina peyvên Kurdî têkileyeke hissî di navbera temaşevanan û zimên de ava bike. Di performekirina vê lîstikê de armanc ew e ku bi vê yekê temaşevan bikaribin çarîneyekê Kurdî bi awazekî jiber bikin û bistrin.

Di eslê xwe de ev çîrok hewl dide trajediya miletê Kurd ê ku bi salan e ziman û kultura wê tê astengkirin, bi bertekeke hunerî red bike:

Ji ber erdnîgariya ku ez jê hatime tenê ez nîn im xwediyê vê çîrokê, her kes xwediyê vê çîrokê ye. Di hemû malbatên wan kesan de ev çîrok heye. Min gelekî meraq dikir gelo dê Kurdek çawa bi vê performansê têkiliyekê deyne. Ji ber ku mamosteyeke min hat û ji min re got, ‘tu dikarî vê lîstikê li Diyarbekirê bilîzî?’ Gelo ez vê lîstikê li Diyarbekirê bilîzim wê çawa bibe? Lê ger te pêwendiyek pê re danîbe û vê yekê bi te re hewildanek çêkiribe, ev dide xuyakirin ku di vir de rastiyek heye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir