“Hewldana me ya çêkirina mûzîka kurdî em ber bi wêjeya kurdî ve birin”

Koma mûzîkê ya Praksisê albûma xwe ya nû ya bi navê “Ferman/Derman” derxistiye. Endamên Koma mûzîkê a Praksisê ji Botan Times re qala albûma xwe ya nû kir. Vê pêvajoya albûmê, gelek tişt li me zêde kir. Hewldana me ya çêkirina mûzîka kurdî em ber bi wêjeya kurdî ve birin. Bi rastî jî di encama […]

“Hewldana me ya çêkirina mûzîka kurdî em ber bi wêjeya kurdî ve birin”
“Hewldana me ya çêkirina mûzîka kurdî em ber bi wêjeya kurdî ve birin”
Beril Caymaz
  • 18 Mart 2023 13:08

Koma mûzîkê ya Praksisê albûma xwe ya nû ya bi navê “Ferman/Derman” derxistiye.

Endamên Koma mûzîkê a Praksisê ji Botan Times re qala albûma xwe ya nû kir.

Vê pêvajoya albûmê, gelek tişt li me zêde kir. Hewldana me ya çêkirina mûzîka kurdî em ber bi wêjeya kurdî ve birin. Bi rastî jî di encama vê yekê de du helbestên, helbestvan Şêrko Bêkesî di albûma me de bûn gotinên du stanan.

Yekemîn konsera me li Amedê di yekem festîvala Muzîkê ya Amedê bû. Em li wir jî bi rewşeka komîk re rû bi rû mabûn.

Di vê konserê de pankarta li pişt sahneyê de Praksis nivîsandibû, lê li şûna wêneyê me wêneyê komeke din a muzîkê hebû. Dema me pirs kir çima wisa ye, em hîn bûn ku beriya me komeke muzîkê ya bi navê Praksisê hebûye ku beriya me hatiye avakirin.

Piştî vê rewşê koma muzîkê ya din naskirîne û bûne heval. Dema koma duyem karên xwe pîçekî pêş xistîne, komê ji bo tevlihevî çênebe nav ji wê komê re hiştiye.

Endamê komê dîbeje ku “ji ber vê yekê me bi rengekî hevgirtinê dest pê kir”

“Em ê vê lîstikê xera bikin”

Ferman/Derman bi rastî çîroka dijberîya lihevnehatinê ye. Em binê vê dijberîyê xêz dikin û behsa gotînê navdar ên Tatar Ramazan dikin: ‘Em ê vê lîstikê xera bikin’

Stranên di vê albûmê de ji bo me xwedî çend taybetmendîyên cihê ne. Berîya her tiştî stanên di vê albûmê de demekê li konser, qedên çakalîyê û civînên hevalan hatin lêxistin. Bi bertek û tevkarîyên guhdarvanan re pêş ket û ji bo qeydê amade bû.

“Di vê albûmê de me cih daye 3 stranên kurdî”

Di vê albûmê de me cih daye 3 stranên kurdî. Ev stranên komeke nû ya mûzîkê ne. Em plan dikin ku di nava kolektîfê de ava bikin. Me ev stran ji bo vê albûm deyn kirine. Dema me koma nû ava kir, em hevîdar in ku gel stanên kurdî yên têkoşînê lî repertuwara muzîka Kurdî zêde bikin.

Erdheja ku me vê dawiyê dît dilê gelek kesan şewîtand. Ji bo dermankirina van birînan em ê di meha Nîsanê de li herêmê erdhêjê bin. Her wiha em hewl didin bi konserên ku li Îzmîrê tê dikin, piştgiriyê bidin herêmê û yên ji herêmê tên.

1ê Nîsanê roja şemiyê li Navenda Çandê ya Adnan Saygun a Îzmîrê bi beşdariya Ahura, Praksis, Orkestra Sokak, Neva Pangea, Kasım Taşdogan, Bora Şahinkara, Nouran, Can Umut Îleri, Çigdem Taş û Eren Dutlu dê konserek bê lidarxistin.