Gelo berginda “kolonî”yê mêtin an jî mêtingeh e?

Eger “mêtin” berginda “kolonî”yê bûya, diviya ku “mêtinger” an jî “mêtinkar” jî berginda “kolonyalîst”ê bûna. Lê tiştekî welê nîn e. Jixwe “mêtin” bi awayekî mecazî li şûna kedxweriyê hatiye bikaranîn. Lê herçî “kolonî” ye, ew bi mehneya wî welatî ye ku ji hêla welatekî din ve tê îdarekirin, berjewendiyên aborî û siyasî jê tên bidestxistin û ew tê marastin ango îstismarkirin.

***

Van demên dawî di nivîsaran de peyvên mêtinger û mêtingerî pir bi ber çavên min dikevine ku ew li şûna berginda kolonyalîst û ya kolonyalîzmê tên bikaranîn. Lê bi ya min kêşeyeke van terman heye. Loma ez dê di vî nivîsarê de li ser van her duyan rawestim û der heqê wan de têbîniyên xwe bibêjim.

Di serî de bibêjim ku di zimanê me de wek berginda “kolonî”yê peyvên mêtingeh, kolonî, mistemere û mistemleke hatine bikaranîn. Her wiha li şûna kolonyalîst û kolonyalîzmê jî mêtingehkar, mêtingehparêz, mêtinkarî, kolonyalîst û kolonyalîzm jî di ferheng û nivîsarên kurdî de têra xwe hene. Pirs li vir ew e; eger em bixwazin li şûna kolonî, kolonyalîst û kolonyalîzmê kurdiya wan bi kar bînin, nexwe divê ew mêtingeh, mêtingehkar û mêtingehkarî bin. Lê di gelek xebatên antîkolonyal de, em dibînin ku hema bibêje tenê mêtinger û mêtingerî li kar in, lê belê bêjeyên wekî kolonî û dijkolonyal tên tercîhkirin. Eger “mêtin” ne bi dilê lêkoler, lêger û nivîskaran bûya, hewce bû ku “mêtinger” û “mêtingerî” jî ji aliyê wan ve hîç nehatine bikaranîn. De îcar min dîtiye ne tenê “mêtinger” û “mêtingerî” awayên “mêtînger” û mêtîngerî”yê jî tên bikaranîn, ku ev her duyên dawî, bêyî dirêjkirinê em bibêjin, bi temamî şaş in. Ji lew re bêje ji “mêtin”ê hatine darêştin, loma divê ew ne mêtîn lê “mêtin” be.

Min bi xwe ji bo mijara ku dabaşa me li ser e, bi taybetî bala xwe da ferhengan jî, ku di wan de mêtingeh û darêjên wê hene. Bêyî ez destê xwe bidim awayê rastnivîsîna wan, ez dê wan veguhêzim vir. Wek nimûne, di ferhenga D. İzoli ya Kurdi-Tırki, Tırki-Kurdi de (sala çapê 1992), li ber peyvên tirkî yên “sömürge”, “sömürgeci” û “sömürgecilik”ê bêjeyên “mêtıngeh”, “mêtınkar/mêtıngehparêz” û “mêtınkari/mêtıngehparêzi” hatine danîn. Di ferhenga Tirkî-Kurdî ya Mehmet Tanrikulu de (sala wê ya çapê1999), ji bo bergindên peyvên navborî, bi dorê ev peyv hatine derpêşkirin: metingeh, mêtingehkar û mêtingehkarî. Herçî ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye, ku ew bi kurdî û Fransizî ye û sala 2017’an hatiye çapkirin, mêtingehparêz/mêtingehparêzî û mêtinkar/mêtinkarî hene.

Îcar ez bêm ser ferhengên xwe. Ferhenga pêşî ya Tirkî-Kurdî ye û sala 2000’î çap bûye, eger ez bi dorê diyar bikim ji bo “sömürge”, “sömürgeci” û “sömürgecilik”a tirkî min “mêtingeh”, “mêtingehkar, mêtinkar, mêtingehparêz” û “mêtingehkarî, mêtinkarî, mêtingehparêzî” tercîh kirine. Di ferhenga xwe ya Kurdî-Tirkî de, ku sala 2004’an cara pêşî hat çapkirin (çend car jî heman çapên wê çêbûn), min tenê “mêtinkar û mêtinkarî” wek berginda “sömürücü/sömürücülük”a tirkî nîşan dane, yên din bi heman mehneyê hiştine. Ji ber ku bi ya min nabe ew wek berginda kolonyalîst û kolonyalîzmê bin. Di çapa berfireh a ferhenga Kurdî-Tirkî de (çapa 2022’yan), min “mêtinger” û “mêtingerî” jî bi wateya “sömürücü” û “sömürücülük”ê li ferhengê zêde kirin.

Piştî van agahiyan ez bêm ser awayê “mêtinger/mêtinkar” û “mêtingerî/mêtinkarî”yê ku çima min ew ne bi mehneya kolonyalîst û kolonyalîzmê lê bi mehneya “kedxwer/kedxwerî” û “liştok/liştokî”yê dane. Eger “mêtin” berginda “kolonî”yê bûya, diviya ku “mêtinger” an jî “mêtinkar” jî berginda “kolonyalîst”ê bûna. Lê tiştekî welê nîn e. Jixwe “mêtin” bi awayekî mecazî li şûna kedxweriyê hatiye bikaranîn. Lê herçî “kolonî” ye, ew bi mehneya wî welatî ye ku ji hêla welatekî din ve tê îdarekirin, berjewendiyên aborî û siyasî jê tên bidestxistin û ew tê marastin ango îstismarkirin. Nexwe divê cudahiyek di navbera “mêtin” û “mêtingeh”ê de hebe ku jixwe bi paşgira /-geh/ê navê cih tê çêkirin. Loma, eger mebest jê kolonî be nabe li şûna kolonyalîst “mêtinger” an jî “mêtinkar” û li cihê kolonyalîzmê jî “mêtingerî” yan jî “mêtinkarî” bên bikaranîn. Hewce ye ku berginda “kolonî”yê mêtingeh be û mêtingehkar û mêtingehkarî jî bergindên kolonyalîst û kolonyalîzmê bin. Her wiha berginda antîkolonyal jî divê ku dijmêtingehî be. Mêtin, ku wateya pêşîn mijîn e, mecaza wê jî “jê xwarin” û “marastin” e. Loma mêtinger/mêtinkar dibe berginda “mijok, kedxwer û liştokê; mêtingerî û mêtinkarî jî dibe berginda mijokî, kedxwerî û liştokiyê.

Bikarhênerên zimanekî di tercîhkirin an jî nekirina têgih û terman de azad in, lê li vir a giring bi ya me bikaranîna rast a têgih û terman e, ne ferzkirina wan a li hemû bikarhêner û axêverên mensûbên zimanekî ne.