Tiliyên xwe di nav porê xwe de digerînî, piçek dicemidî, bi milên xwe dixwazî xwe germ bikî, sermilên xwe miz didî. Ceribandineke cuda ye, dibêjî. Ka çend kes dikare vî tiştî bijî. Çend kes dikare barê xwe bibarîne bi tayê baranê re? Çi kêfxweşiyek e bi rastî jî. Tu sivikbûna xwe, hema ji bo demeke kurt be jî, di hemû bedena xwe de hîs dikî. Ew qas sivik bûyî ku bihêlin tu yê hema bê bask bifirî wekî perê teyrekî.
Gurminiyek tê. Gurminiyeke ku dike dilê te ji nav şikefta xwe derêxe, derêxe û biavêje nav ronahiya ku mirov nikare li ber çavên xwe veke. Dilê te ji bedena te diqete.
Bi wê tirsê xwe diavêjî derve, bê ser û ber î. Nizanî tu yê çi bikî. Hema serê xwe radikî, ber bi esmanan ve dinêrî. Dilop bi dilop baran dibare ser rûyê te. Ser gerden, ser guh, ser poz, ser dev û ser lêvên te. Xwe tev nadî. Gurminî tê careke din. Tu fam dikî vê carê, esman diqelişe. Dilê xwe digirî û dîsa datînî cihê wê, hêdî hêdî ser hemdê xwe ve têy. Dilopên ku bi ser te de dibarin heta tiliyên piyên te dinisilin. Pêxasî te aciz nake, berevajî vê kêfa te tîne. Cara ewil e ku ji serî heta binî şil dibî. Porê te dibe behr û pêlên xwe digerîne. Şilî, şilî dibare.
Esman careke din bi ronahiyeke zehf biriqî diqelişe. Ditirsî te bikişîne nav xwe. Hêj tirsa te ji ser te neçûye, ronahiyeke rohn tê, te dipêçe û ber bi jor ve dikişîne. Devê te vedibe, hem ji tirsan hem ji meraqê. Îskîniyeke wisa jar derdikeve ji devê te, tu bi xwe jî bi zorî seh dikî. Dikenî, keneke bi tirs lê ne cidî. Keneke dînane. Tu li wir î. Li ser esman, di nav ewrên nerm de. Yên ku ji zarokatiya xwe ve te meraq dikirin, ka çawa ne, nerm in an jî belkî nayên hîskirin.
Çend qulên biçûk dibînî di nav esmên de, ji nav ewran. Hewl didî ji wir binêrî, li xwarê. Mijangên te yên ku bi dilopan hatine pêçandin, nahêlin ku tu bi xweşikî bibînî. Dîsa jî zorê didî xwe. Kêfa te tê, dinyayeke ecêb dibînî li xwarê, jiyaneke ku diherike bi baranê, lê bêyî te. Tu bêhtir şa dibî, her du destên xwe dibî ser dilê xwe û şabûna xwe bi wî awayî pîroz dikî. Axir tu gihîştiyî mirazê xwe. Jiyanek heye ku dikare bêyî te jî biherike! Ev ne xewn û xeyal e. Hemû barên xwe dibarînî bi wê baranê, hevkariya te dike esman, tu bi siûd î.
Tiliyên xwe di nav porê xwe de digerînî, piçek dicemidî, bi milên xwe dixwazî xwe germ bikî, sermilên xwe miz didî. Ceribandineke cuda ye, dibêjî. Ka çend kes dikare vî tiştî bijî. Çend kes dikare barê xwe bibarîne bi tayê baranê re? Çi kêfxweşiyek e bi rastî jî. Tu sivikbûna xwe, hema ji bo demeke kurt be jî, di hemû bedena xwe de hîs dikî. Ew qas sivik bûyî ku bihêlin tu yê hema bê bask bifirî wekî perê teyrekî.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Tu dibêjî qey tu ji aliye hêzek, kesek an pifekê ve hatiyî hilbijartin. Pif? Hêj tu bi bextewariya xwe re têra xwe şa nebûyî, ji nişka ve diheje cihê ku tu lê yî. Kezeba te ji devê te tê, ha tu dibînî bi lezgîniyeke ultra xurt dadikevî xwarê. Tu nabêjî! Esman careke din gurminiya xwe nîşan daye û qelişiye. Tu deverû dikevî xwarê lê tam tu yê serê xwe rakî, tu dibînî piyên te wek kûklayekê, ji aliyê tiştekî ve radibin. Tu ser serê xwe dimînî, sernişûv. Her tişt berevajî dibe, dinya dizivire, tu berevajî yî. Ji te re xerîb nayê esas, heta niha tu berevajî jiyayî jixwe. Ceribandina vê ya yekser jî ji te re xweş tê. Heta ji te tê, tu devê xwe vedikî û dikenî, bi dengekî zêde bilind. Çawa ku tu akrobasiyê dikî, piyên xwe, destên xwe dihejînî, dilopên baranê hêj jî tên li ser rûyê te dikevin.
Tu çend caran xwe tev didî da ku piyên te bigihîjin erdê. Lê, nexêr. Çawa ku porê te di wê erda ziwa de rehê xwe berdaye û hindik maye ku zîl bide. Her du destên xwe bi erdê ve dişidînî û xwe ber bi jor ve kaş dikî, çênabe! Hingî hewl didî, bineçengên te diêşin. Piyên te yên ber bi jor ve aliqî, wekî ku bi saetan e di rêyeke ervas de diçin, qerimîne. Porê te wek bizmaran di nav axê de çûye. Tu xwe rihet berdidî êdî, lewre tiştek ji destê te nayê. Piyên te ji qerimandinê tewiyane, yek li aliyê rastê, yek li çepê, wek lastîkeke duserî. Tu êdî li benda hêzekê yî ku bê te xilas bike. Lê wê demê pifek tê dîsa. Tu di serî de baş seh nakî, dibêjî “ha lebê?” Ha tu dibînî porê te ji wir dikêşe û derdixe. Nêviyê porê te li wir dimîne, bila! Lê êşeke zêde dimîne di şûna porê te de.
Tu hema radibî ser xwe, piyên xas nikarin te hilgirin. Berevajîbûn xweştir bû, niha her tişt ecêbtir dixuyê. Xuya ye tu westiya yî. Her du çokên xwe datînî erdê. Baranê bêhn dikî. Bi şilbûna porê xwe, hinek hênik dibî, serê xwe dihejînî wekî dînan û tu melodiya dînîtiyê bi baranê re girê didî, tu dibînî ku jixwe dîn tu yî. Kena te ya mezin careke din derdikeve ji devê te û dikî nakî, nikarî devê xwe bigirî. Vê carê kezeba esmên ji devê wî derdikeve. Ji tirsan!
- Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar11/09/2024Xeml
- Nivîskar04/09/2024Xezeba Gezê
- Nivîskar28/08/2024Xemparêz
- Nivîskar21/08/2024Peyvên Stûxwehr