Fahriye Adsay: Nifşê berî me aqlekî wan yê otonom, serbixwe nebûye

Di çarçoveya fuara Amadê da çendîn semîner hatin li dar xistin û fuar hêj berdewam e. Di fuarê da gelek weşanxaneyên kurdan jî cih digirin ku gelek ji wan panel li dar xistin.

17yê Berfanbarê, roja duduyan ya fuarê panelên Avesta, Nûbihar û Weqfa Mezopotamyayê hebûn.

Panela Avestayê li ser Çi Ji Bo Çi Werdigerînim bi beşdarîya lêkoler û wergêr Fahriye Adsay, bi moderatorîya Yonca Sarsılmazê pêk hat.

Fahriye Adsayê heta niha çendîn kitêbên teorîk û meseleyên civakî ji ingilîzî wergêrane kurdî. Adsay dibêje: Bi wergêrê ti kes xelas nabe, em jî dê bi wergêra van kitêban xelas nebin. Lêbelê ew di qada wergêrê da karên xwe wekî gavekê dibîne.

Adsayê heta niha çendîn kitêbên derbarê cihû û sîyonîstan da wergêrane kurdî. Ew di çarçoveya wan wergêran da balê dikêşe ser wê ye kê ku mirov dikare bi xêra nivîs, xwendin û wergerên berî xwe bizane ka nifşên berî me eqlîyeteka çawa hebûye, wan xwe çawa bi rê ve birine an jî bi rê ve nebirine.

Nifşê berî me aqlekî wan yê otonom, serbixwe nebûye

Wergêr Adsay destnîşan dike ku nifşê berî me aqlekî wan yê otonom, serbixwe nebûye ku ew xwe bi rê ve bibin. Adsay balê dikêşe ser wê yekê ku ew derfeta wan nebûye, ji cîhanê tiştekî ku tirk nizanibin û kurd bizanibin hebe ji ber ku tirkan çi wergêrabin ew hatine xwendin.

Adsay bi bîr dixe ku Îsraîl sala 1948an ava bûye û ji ber ku serxwebûna wan dikeve kategorîya şerekî netewî, nakeve kategorîya şerekî sosyalîst bala wan nekêşeya. Ew dîyar dike ku dema Îsraîl ava bûye bi sosyalîzmê ava bûye û ew dibêje qet nebe bi çavekî sosyalîst jî li Îsraîlê bihata nêrîn tiştên pir balkêş dê bihatana dîtin.

Adsay destnîşan dike ku tirkan gelek modelên cîhanê şopandine û nîqaşkirine lêbelê haya wan ji tecrubeya Îsraîlê tunebûye ji ber perdeya antî-amerîkî, antî-siyonîst. Ew armanca xwe ya wergêrana kitêbên cihû û sîyonîstan bo kurdî wisa dîyar dike ku ew kitêbên wê wergêrane bala tirkan nekêşane û tirkan ew kitêb wernegêrane.

Modela sîyonîstên sosyalîst sentezeka baş ya sosyalîzm û neteweperwerîyê ye

Adsay li ser giringîya modela sîyonîstên sosyalîst disekine. Ew dîyar dike ku modela sîyonîstên sosyalîst sentezeka baş ya sosyalîzm û neteweperwerîyê ye. Adsay wisa dibîne ku li cîhanê emsalên vê yekê tunene.

Xwezî wê demê, berê me jî karîbûya fikra çepgirî û neteweperwerîyê bianîya ba hev.

Fahriye Adsay

Adsay destnîşan dike ku gelek caran ji wê ra hatîye gotin ku tecrubeya cihûyan ne li gorî wan e, ew bixwe jî di wê bawerîyê da ye ku cudahîyên me ji cihû û sîyonîstan zêde ne, lêbelê ew bala xwe dide xalên hevpar. Yek ji wan xalên hevpar wiha destnîşan dike ku ew dibêje: Cihû jî li dîyasporayê bi salan bê dewlet bûn em jî wisa ne. Ew dixwaze bizane eqlîyeta li pişt serkeftina cihûyan çi bûye û sûdekê ji bigirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir