Îsal zivitanê jî ber ku hewa germ bû û baran jî nedibariya dinya ziwa bû.
Ji xeynî hişkesaliyê cotkarên li Rihayê ji ber bilindbûna ava erdî piştî 3 mehan çandinî berhev kirin.
Bandora vê yekê ew e ku ava ji depoyan tê diçizire binê erdê.
Aydinê ku 20 sal in li Sirûcê cotkarî dike ji Botan Times re axivî:
Îsal deverên din pir ziwa bû lê ji ber bilindbûna ava erdê zevîyên me di bin avzêlê de man. Niha piraniya cotkaran nekarin zevîyên xwe biçînin. Lê yên dest bi çinînê kirine jî ancax dikarin nîvê zevîyên xwe biçînin.
Bi gelemperî me di meha mijdarê de garis bîçer dikir. Îsal em di meha sibatê dikin. Ji ber vê yekê me çandiniya duyem (genim) dereng çand.
Cotkar anî ziman ku makîneya dirûnê a normal nikarê bikeve zeviyê
Dema ku dirûnên normal dikevin zeviyê, ew binav dibin. Ji bo vê yekê me makîneya dirûnê ya bi zencir bikar tînin. Ev bû sedema lêçûnên me yên zêde. Niha em nikarin mesrefên xwe yên din jî jê derxînin.