Êrişî avahiya HDPê ya Inegolê kirine

Duh şev (Duşem) hin kesên nijadperest bi keviran êrîşa avahiya Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Înegola Bursayê kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê HDPya Îngolê têkildarî bûyerê daxuyanî daye.

Hevseroka HDPa Înegolê Îpek Akmanê li ser vê yekê wiha axivî:

Em bi vê êrişê şaş namena. Ma qey em tirsiyane? Na. Em bi vîna gel hatine. Heya em we neavêjin ser sergoyêd îrokê em ê bitêkoşin.