Rojnameya kulturî, ya xwerû zazakî Zazakî Worldê dest bi weşana xwe kir.
Komelaya Ziwan, Huner û Kulturî ku ev 14 sal in ava bûye, di encama çendîn komxebat û civînan da biryar standîye ku ew rojnameyeka xwerû bi Kurdî (zazakî) derxin.
Edîtorê rojnameya Zazakî Worldê Mehmed Olmez destnîşan dike ku di gelek warên çand, edebîyat û zimanî da xebat li ser zazakî têne kirin û wan dîtîye ku di warê rojnamegerîyê da kêmasî hene û wan biryar daye rojnameyeka xwerû zazakî derxin.
Heman komeleyê di wextê xwe da rojnameya Newepel derxistîye û 100 hejmar çap kirine. Olmez xwestîye ku ew li ser wê tradîsyon û tecrubeyê dewam bikin û wan dest bi rojnameyeka nû kirîye.
Ji ber bihabûna kaxizê ew neçar mane ku mehê carekê rojnameya xwe biweşînin û butçeya wê jî ji kîsê xwe didin. Herwiha Olmez destnîşan dike ku heke derfetên wan çêbibin, dê heftîyê carekê an jî du heftîyan carekê rojnameya xwe biweşînin. Armanca wan ew e ku ev rojname were firotin û xwendin û ew hêvî dikin ku rojname bixwe, xwe fînanse bike û wê çerxa xwe ya weşanê bidomîne. Ew dibêje ku herçiqas bazara kurdî berteng be jî em dê hewil bidin xwe bigehînin xwîneran.
Digel pêşketina destkeftîyên teknolojîk êdî kar û xebatên matbû wekî berê rewacê nabînin. Herçiqas ew dizanin ku tiştên matbû zêde nayêne xwendin jî ew hewcedarîyê pê dibînin ku divê rojnameyeka xwerû bi zazakî hebe.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Wekî din Olmez balê dikêşe ser wê çendê ku dê di bin banê komeleyê da kar û xebatên hişê çêkirî/jîrekîya viraştî jî ji bo zazakî bêne kirin.
Di rojnameya Zazakî Worldê da 5 kes dixebitin ku Olmez dibêje yek ji wan jî ne profesyonel rojnameger e. Ew destnîşan dike ku kar û pîşeyên wan hemîyan cuda ne lêbelê ew hezkirî û dildarên kurdî (zazakî) ne. Herwiha ew dîyar dike ku ew ji bo baştirkirina karê xwe ligel kesên pispor ên qadê jî dişêwirin.
Olmez armanca rojnameyê wiha destnîşan dike:
Em dixwazin xwe bigehînin hemî zazayan û em dixwazin di her warî da binivîsin. Me di hejmara yekem da ev ceriband û me pêk anî. Xeber û nivîsên li ser sporê, makale, analîz, helbest, çîrok û analîzên çîrokan û hwd hene. Û rûpelek jî ji bo zarokan hatîye veqetandin. Yanî xîtabî her kesekî dike.
Mehmed Olmez
Olmez dibêje min bixwe jî texmîn nedikir dê evqas zehmet be. Ew ji bo giringî û lêxwedîderketina rojnameyê destnîşan dike ku ev rojname û karên wiha ne yên şexs û komleyan in, yên gel in. Ew hêvî dike ku gelê kurd li vê xebat û kedê xwedî derkeve.