Zelensky serdana Qesra Sipî dike

  • 21/12/2022
Zelensky serdana Qesra Sipî dike
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

21/12/2022

Serokomarê Ukrayna Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy dê îro Çarşemê serdana Qesira Sipî ya Amerîka bike.

Zelenskiy dê li Qesira Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir û Zelenskyy ji wê çaxê vir cara yekê ji welatê xwe derdikeve.

Wî ji Twitterê dîyar kir ku ew bo xurtkirina berevanîya Ukraynayê diçe Washingtonê.

Amerîka û welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê disekinin.

Berpirsên Rûs, Amerîka û welatên Rojavayî bi gurkirina herbê sûcdar dikin.

%d