Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hilbijartinên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hatin bipaşxistin

06/06/2024

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê heta Tebaxa 2024an hatin bipaşxistin.

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ragihandibû ku dê 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredarîyan bên kirin.

Piştî vê biryara Rêveberîya Xweser gelek karvedan hatine kirin û Tirkîyeyê çendîn caran bi rêya dronan û sîhayan rojava bombebaran kir.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû ku “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê Rêveberîya Xweser îro bi daxuyanîyeka nivîskî ragihandîye ku hilbijartin ji ber “daxwaza partî û tifaqên sîyasî û bi armanca ku hilbijartin bi temamî bi awayekî demokratîk bên kirin” hatine taloqkirin.

Hat ragihandin ku dê hilbijartin tebaxa îsal bên kirin lê di daxuyanîyê da roja hilbijartinan nehat dîyarkirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan