Li ser şairîya Fêrîkê Ûsiv

Li ser şairîya Fêrîkê Ûsiv
Li ser şairîya Fêrîkê Ûsiv
Selamî Esen

Fêrîkê Ûsiv di hêmasazîya xwe da ne kêmî şairên mezin ên cîhanê ye. Lê çi be jî ev berawirdkirina naverokî li me dide îspatkirin ku Ûsiv, tevî birrek sax wergerên xwe, şairekî modern e ku haya wî ji edebîyata cîhanê hebû, hevçaxên xwe jî nas dikir.

***

Pirbûna Fêrîkê Ûsiv di navbera edebîyata modern û gelêrî da

Modernbûna şiîra Fêrîkê Ûsiv ji sê îmkanên cuda îstifade kirîye: Edebîyata kurdî ya klasîk, edebîyata kurdî ya gelêrî û edebîyata cîhanê –nemaze ya Sovyetê. Ûsiv, tesîrgirtina xwe ya ji sê kanonên mezin ên wekî Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî venaşêre. Di şiîrên wekî Methê Dîndara Te Nûr Meyremê û Ez Ne Şairê Dereng Ketî Me da mirov tesîra netewperwerîya Ehmedê Xanî; di şiîrên wekî Gulanê Gul Gevez Nekir da jî mirov tesîra Melayê Cizîrê dibîne; şairên wekî Rênas Jîyan jî -tebîetbêjîya- wî dişibînin Feqîyê Teyran ê modern [1], anku ava Feqîyê Teyran dibe cewa Fêrîkê Ûsiv.

Berbiçav e ku Fêrîkê Ûsiv gelekî ji edebîyata Kurdî ya gelêrî sûd wergirtîye: Ji hêla ruxsarê ve bikaranîna wezna kîteyî, serwa û paşserwayê, formên nêzikî formên kilam û stranan, mamik û qewlêrkan û wd; ji hêla naverokê ve bikaranîna hêmanên edebîyata gelêrî yên wekî çîrokên gelêrî, kilam û stranên gelêrî, zêmar, qewlêrk, nifir û dua, gotinên pêşîyan û biwêj; ji hêla bîr bawerîyên gelêrî û adet û toreyan ve bikaranîna hêmanên wan vê yekê piştrast dikin. Zimanê ku bi kar anîye ne dûrî zimanê edebîyata dengbêjîyê ye. Bo nimûne, di dawîya destana Rihana Reso da ew jî wek dengbêj û şîngeran dibêje “wêl”. Di dengbêjîya kurdî da em rastî temayên wek tebîetê jî tên. Di kilama Evdalê Zeynikê ya Dêrsim e Xweş Dêrsim e da û di şiîra Fêrîkê Ûsiv a bi navê Şara Zer da hêz û gurmînîya bayî dişibin hev.

Ba tê, ba tê, ber bayê bûye babirkan,

Ruhêm bera cinetê va derxistîye,

Kesek tune hilde bîne şara han:

Siheteke li ser têlê raxistye… [2]

Şiîra bi navê Em Şayîrêd Şerqê nimûneyeka sereke ye bo şiîra gelêrî û ya modern. Her çiqas şiîra Roavayê (Xerbê) bixwaze xwe bike deshilatê şiîra wî jî, dilê wî dike ku pênûsa wî ber bi şiîra Şerqê ve biçe. Ji şiîra Şerqê qesta wî edebîyata gelêrî ye ku bi saya edebîyata gelêrî hunera Şerqê nifş bi nifş hatîye veguhastin û bi vî awayî derketîye pêş.

Em şayîrêd şerqê

Xwe mînanî ava

Divin ber bi erqê

Şayîrêd Roava.

Lê dil dîsa diçe

Ber bi lîrîka şerqê,

Çawa ku gulbaxan,

Çaxê ku ro dertê

Di şiîra Meçe, Berxa Min, Meçe da bi dubarekirina risteya dawîn a çarînan, bi serwa û wezna xwe ve dişibe stranên kurdî yên gelêrî. Lêbelê di naverokê da wek mijareka nû mijara neteweperwerîyê derdikeve pêş. Anku di vê şiîrê da mijar modern e lê ruxsara şiîrê wek stranên kurdî yên gelêrî ye. Ev jî dide îspatkirin ku Fêrîkê Ûsiv di navbera edebîyata gelêrî û edebîyata modern da wek pirekê ye.

Fêrîkê Ûsiv şiîrên xwe yên wek Deyn, Evîn û Sur, Mîna Çem, Şeveke Tarî, Hîv-Xastîya Min, Hat û Bihurî, Bal Resûl, Tiblîsî, Du Cahilên Rind, Dibûrî Me Ez, Ruhê’m Helîyaye, Êdî Dibare, Mînanî Pîj û Xopançî bi nezma serbest û wezna serbest nivîsîne. Lêbelê rîtma şiîrên xwe bi serwa û paşserwayê pêk anîye. Taybetîyeka din a şiîra wî ev e ku di hin çarînan da ji hêla dirêjahî, jimara wezna kîteyî û rêzbendîya serwayê ve risteya yekem û ya sêyem wekhev in, risteya duyem û çarem jî wek hev in. Şiîrên bi navê Bi Maşînêd Bêşebêşe, Tiblîsî, Ez Bi Kalîna, La Dîya Te Mirê û Seyê Boxir mînak in bo vê yekê. Di vir da jî em dibînin ku her çiqas rêzbendîya çeperast hebe jî jimara wezna kîteyî li şûna ku di risteyên dû hev da wekî hev bin, di risteyên çeperastî hev da wekî hev in. Ev jî qalibşikênîya wî derdixe holê: Ez bi kalîna pêz hişyar bûme / Xulpîna sirsûm / Hesret in, feqet, ev deng vê demê / Dilê min nasûn [3]

Şairê Hevçax

Kawa Nemir, di pêşgotina Êvara Zivistanê da berawirdîya şiîrên Fêrîkê Ûsiv û hin şairên modern ên cîhanê dike: “Ez pê da çûme, min bi rehetî daye xuyakirin ku Fêrîkê Ûsivê Kurd û William Butler Yeatsê Îrlandî heman ewrbêjîyê tînin mexderê.” [4] Şiîra Fêrîkê Ûsiv a bi navê Hemderd im bi Ewran Re û şiîra W. B. Yeats a bi navê Dilovanîya Evînê berawird dike. Xwendina her du şiîran bi têgeha stunningê [5] şîrove dike. Dîsa şiîreka wî û ya T. E. Hulme; şiîra wî ya bi navê Çi Qasî Bedew E û şiîra Walt Whitman a bi navê Dê û Law berawird dike.

Li gorî nêrîn û berawirdîyên Kawa Nemir, Fêrîkê Ûsiv di hêmasazîya xwe da ne kêmî şairên mezin ên cîhanê ye. Lê çi be jî ev berawirdkirina naverokî li me dide îspatkirin ku Ûsiv, tevî birrek sax wergerên xwe, şairekî modern e ku haya wî ji edebîyata cîhanê hebû, hevçaxên xwe jî nas dikir. Nexwe ne tiştek e ecêb e ku bi forma baladê şiîreka bi navê Balad jî binivîse. Balad ew cure û forma şiîra Ewropî ye ku bûyerên efsanewî, çîrokî, jandar û pêkenokî, çîrokên kevn ên riwayetî bi kar tîne û ji 3 bendên dirêj û bendeka kurt pêk tê. Li gorî Pospelov, balad berhemeka biçûk, sûjeyî û risteyî ye ku vegêran û lîrîk dikevin nava hev. Balad, di navbera hêmanên lîrîk û epîk da peywendîyeka xurt çêdike [6]. Fêrîkê Ûsiv ji hêla ruxsarê ve li gorî qayîdeyên baladê hereket nekirîye, şiîra wî ji 18 yekeyên duristeyî pêk tê û bi wezna 16 kîteyî hatîye nivîsîn. Lêbelê naveroka şiîrê li gorî qayîdeya baladan e ku Fêrîkê Ûsiv ev şiîr di sala 1958an da nivîsîye. Di dîwanxaneyekê (mehkeme) da nêgir Thomson ji ber ku hez ji keçeka qerqaş a Amerîkî kirîye, tê darizandin. Qazî, vê yekê wek sûcekî mezin dihesibîne, çawa yekî reşik hez ji yeka qerqaş a esîlzade bike? Di dawîyê da keça qerqaş û zerîya kezî bi bersiva xwe derseka xweş dide qanûn û polîtîkayên Amerîkayê. Mekanê vê baladê dîwanxaneyeka Amerîkayê ye. Ev yek jî cografyaya şiîra Fêrîkê Ûsiv berfireh û dewlemend dike. Yekî nêgir (negro) ji ber evîna xwe ya bi keçeka qerqaş û zerîya kezî ra tê darizandin, lê di esasê xwe da ev şiîr prosteyeka polîtîk e li hemberî cudakarîya rengê çermî. Bi qasî lêkolînen min, di şiîra kurdîya kurmancî da cara ewil Fêrîkê Ûsiv behsa vê cudakarîyê kirîye. “Nêgir” wek “negro” em di zimanên wek Îngilîzî û Spanyolî da dibînin. Peyv gava li hemberî yekî çermereş bê bikaranîn, ev yek dibe heqaret û cudakarî. Hilbijartina vê mijarê modernbûna Ûsiv derdixe pêş:

Erê qasid, nêgirî reş e, lê qelb-qinaz li wî nûr e,

Agirê hubê lê dişxule, muhbeta wî bê qusur e.

Ku ez im ro û ew e şev, em her du bêy hev unda ne:

Ro qefesa şevê da ne, şev qefesa royê da ne.

Ku ew e şev, ez im lê hîv, dilê wî ezmanê kibîr,

Hîvê her tim lê şewq vede, her tim bide nedîr…

Ku dawa heqîyê dikî, ev e ya rast… de bigire xwe…

Û xwe avît pêsîra xort, berk hemêz kir wê nêgirê xwe. [7]

Vegera Gund: Vegereka Çandî û Folklorî

Fêrîkê Ûsiv li gundê Pampê ji dayîk dibe, digel xwendina dibistanê wek kar û ‘emil ji berxvantîyê hez dikir. Ji bo xwendina zanîngehê berê xwe dide bajarê Êrîvanê, dizewice, lê sebr û hedara wî bêyî Pampa wî nayê. Li gundê Pampê dibe dersdarê zimanê kurdî. Her wiha dibe rêwîyê daîmî yê di navbera bajar û gund da. Lê bêtir li gundê xwe Pampê dimîne. Armanca vegera wî ya ji bajarê Êrîvanê ber bi gundê Pampê ve, hîskirina folklor û zimanê Kurdî bû. Çavkanîya şiîra wî gundê wî bû. Ev çavkanî di nava xwe da hişmendîyeka neteweperwer jî dihewîne. “Veger”a wî, di heman demê da matrîsa şiîra wî ye jî.

Eskerê Boyîk, di nivîsa xwe ya bi navê Fêrîkê Ûsiv da, wek naverok şiîra Ûsiv a bi navê Ji Helala Xwe Re û kilameka Evdalê Zeynikê dişibîne hev, weku bêje ew ji edebîyata kurdî ya gelêrî sûd werdigire. Di heman nivîsê da bi awayekî dûdirêj behsa vegera gund a Fêrîkê Ûsiv dike. Sedema qîmetbûna şiîra wî bi vê vegerê ve girê dide.

Li gorî V. M. Jirmunskîy, balkêşîya folklorê bi bertekên li hemberî Serdema Ronakgerî û pergala endustrîya kapîtalîst derdikeve holê; tevgera Sentimentalizmê ku dijberî aqil û çanda bajêr e, girîngîyê dide tebîet, tebîîbûn, hestên saf, mirovê prîmîtîv ê xiranebûyî û çanda prîmîtîv. Ev tebîîbûna xiranebûyî jî rewşeka aîdî civakên pêşneketî (anku gundî) û neteweyên paşdemayî ye. Bi vî awayî ev her du qadên çandî mijara dahatûyê ya zanista folklorê dîyar dikin [8]. Fêrîkê Ûsiv rêwîyê daîmî yê di navbera gund û bajêr da ye. Gund ji bo wî mekanê çandî û folklorî ye, lê ji bo ku vê dewlemendîya gund derxîne holê, jê ra mekteb û ilm şert in û ew jî wek mekan bajar bixwe ye. Em vê yekê di tevna şiîra wî da jî dibînin û em dikarin vê yekê muqeyeseyî pirbûna wî ya di navbera şiîra gelêrî û ya modern da jî bikin. Şiîra Mal-Neferê Min mînak e bo vê rewşa wî: Ne ewe, wekî em li gund bijîn / Ne jî şeher da dijîn dil û ced / Ji hisreta gund dikim şerr û şîn / Ji gund direvim şeherê şulet… [9]

Di destana Hisret da ev vegera çandî û folklorî dîsa xwe dide der. Di tevahîya destanê da em dibînin ku hisreta gund heye û helbet ji gund wate çand û folklor, adet û toreyên gundîyan e. Di beşa Dewetê da ji ber ku yên li bajêr dijîn ji dawetên kurdan û usûlên dawetê bêpar mane, wî dengê folklorîk seh nakin: Hûn seh nakin, hûn nabihên? / Hûn qet nakin mukurya gund? / Qire – vira şeherêd şên / Ker kirine hûn nolî kund? [10]

Di gelek şiîrên wî da tê dîtin ku ew dijberî bajar û bajarîbûnê ye. Çinku li bajêr her tiştên adetî berovajî dibe: Şînê me naha bûne şeynetî / Li hewş-heyata şehera teng. Wextên xwe yên li bajêr derbasbûyîn wek wextên poşmanîyê teswîr dike: Ax, min xumara emirda da der / Wekî gund guhart bi jera şeher / Xulîna cewa, kalîna kerîya/ Da qire-vira maşîna, merîya

Çavkanî:

[1] Rênas Jiyan (2015), Wêjeya Kurmancî / Pênûsên Çardehderb, Belkî, r. 256.

[2] Fêrîkê Ûsiv (2018) Narê, Lîs, r. 66 û 90.

[3] Fêrîkê Ûsiv (2012), Sûretsûfê / Hemû Berhem, Cilda II. 1971-1984, Lîs, r. 157.

[4] Fêrîkê Ûsiv (2015), Êvara Zivistanê / Hemû Berhem, Cilda III. 1985-1997, rp. 14 û rp. 54-56: Lîs.

[5] Stunning: Tiştê ku mirov hişmiraz lê dinihêre, tiştê (berhema) cîyê matmayînê, ecêb bedew, çêjdar…

[6] Gennadîy N. Pospelov (2014), Edebîyat Bilimi, Evrensel Basım Yayın, r. 511.

[7] Ûsiv, Fêrîkê (2018): Çavkanî, Lîs, r. 76.

[8] Suzan Uluoğlu (2010), Rus Folklor Dili Üzerine Yapılan Çalışmalara Genel Bir Bakış, Konya Selçuk Üniversitesi Edebîyat Fakültesi Dergisi, j. 24: Konya.

[9] Fêrîkê Ûsiv (2010), Bijare, Lêgal Pîyûs, r. 108 û 170.

[10] Fêrîkê Ûsiv (2018), Hesretdefter, Lîs, r. 105.

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et