“Ehmedê Xanî, xanîyek e ji bo zimanê Kurdî”

“Ehmedê Xanî, xanîyek e ji bo zimanê Kurdî”
“Ehmedê Xanî, xanîyek e ji bo zimanê Kurdî”
Qesîm Etmanekî
  • 30 Mayıs 2023 07:58

Ez hunermendekî aktuel im. Mijara min, derd û kulê min çi be, çi jî were pêşîya min; peyker, video, wêne an jî film be, wê bikar tînim.

Taylan Mintaş

Pêşangeha Xanî li terasa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî berdewam dike.

Ev pêşangeh ji xebatên du salan yê hunermend Taylan Mintaşî ku di der heqê Ehmedê Xanî da amade kiriye, pêk tên.

Hunermend Mintaş derçûyê beşa Hunerê ya Zanîngeha Marmarayê ye, her wiha wî mastera xwe li Zanîngeha Yildiz Teknikê di mijara Hunera Plastikê da kiriye.

Mintaşî mirovekî pirhêl e û di gelek qadên cuda yê hunerê da berheman diafirîne; ew peyker, video, enstalasyon (formeke hunera dîtbarî) û wêneyan çêdike.

Wî heta niha derhênerîya fîlmeka metrajdirêj a bi navê Birayê Bêdengîyê (2017) û 3 kurtefîlman kiriye. Her wiha ji bo rojnameya The Guardianê jî belgefîlma Astronotên Sûrîyeyê amade kiriye.

Di der heqê Pêşangeha Xanî da me bi hunermend Taylan Mintaşî ra axivî.

“Hunermendekî aktuel im”

Mintaş diyar dike ku ew hunermendekî aktuel e û vê aktuelbûna xwe berhmenên ku di qadên cuda da diafirîne ra radixe berçavan;

Ez hunermendekî aktuel im. Mijara min, derd û kulê min çi be, çi jî were pêşiya min; peyker, video, wêne an jî film be, wê bikar tînim.

“Xanîyekî ji bo zimanê Kurdî”

Her wiha ew diyar dike ku du sal in bi hazirîya vê pêşangehê ra mijûl e û dê ev pêşangeh jî wekî serî berdewam bike;

Teqrîben du sal in ez li ser vê pêşangeha Ehmedê Xanî dixebitim, pişt ra ez dixwazim wekî beşekî mezinên Kurd jî serîyek çêbikim; Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û yên din.

Wî ji bo zimanê Kurdî kedeka gelekî mezin daye. Wekî tu jî dizanî Ehmedê Xanî hem navê wî yê duyemîn Xanî ye hem jî navê gundê wî Xanî ye û hem jî kiryarên wî yê di derheqê zimanê Kurdî da, meriv Ehmedê Xanî wekî, xanîyekî ji bo zimanê Kurdî dikare pênase bike. Her wiha min xwest bila pêşangeha mezinên me yên Kurda ya ewil bi Xanî dest pê bike û pişt ra jî bi mezinên berî wî hatine -Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û yên din- ra dewam bike.

Mezinê Kurda yê berê

Hunermend Taylan Mintaşî di ber sohbeta me da berê xwe dide salên zarokatîya xwe û qala bîranîneka xwe yê bi fotografê Ehmedê Xanî dike;

Wexta ez biçûk bûm ev fotograf di dîwarê me -yê mal- da dardayî bû, ji xeynî wî qet fotografek li ser dîwarê me tunebû. Fotografên kal û pîrên min hebûn, wekî din kes tunebû. Wekî mezinê berê yê Kurda ew hebû. Li ser min jî tesîreke zêde çêkiribû. Ji wir jî dinivîse; Ehmedê Xanî, di mejîyê însên da jî dimîne.

Ez dixwazim bi rêya we vê tiştê jî bibêjim, divê hemû Kurdên me, tablo, peyker an jî tiştek din deynin mala xwe. Ev tiştekî gelekî taybet e û ez bawer dikim hereketên bi vê awayî yên di malbatên Kurda da, dê li ser hemû zarokên Kurda tesîrek çêbike; ji bo kultur, ziman û çanda xwe jibîr nekin, divê mezinên xwe jî zanibin.

Pêşangeh dê berdewam bike

Her wiha hunermend Mintaşî bi me dide zanîn ku dê di berdewama Pêşangeha Xanî de ew dê çalakîyên din jî di derheqê Ehmedê Xanî û rola wî da çêbikin;

Wextekî dema ku me pêşangeh amade kir, me got em wekî mehekî saz bikin vê pêşangehê û bila ev meh bibe meha Ehmedê Xanî. Di der heqê Ehmedê Xanî da, em dixwazin panelan çêbikin û me bi vê gavî panela ewil saz kir. Hê jî di pêşîya me da, du panel û yek ji artist talking (xeberdana hunermendan) heye. Her wiha me di vekirina pêşangehê da -kurtasî be jî- wekî panel Ismail Beşikçi, Ibrahim Gurbuz, Kuratorê me û min di derheqê pêşangehê û Ehmedê Xanî da, axaftineke pêşkeş kir. Pişt ra jî Nivîskar Nihat Gultekin di der heqê Salnameya Ehmedê Xanî da panelek saz kir.

“Peyamek ji bo Xanî”

Hêjayê behsê ye ku di pêşangehê de kuncikek ji bo beşdarvanan hatiye veqetandin û beşdarvan dikarin li wir di derheqê Ehmedê Xanî da, peyameka xwe ji bo Xanî binivîsînin;

Xanî ji bo me gelek peyam şandiye, nivîsîye, çêkirîye û her yek dergehekî bêhempa ne. Lê min xwest ev insanên ku evqas berhem, pirtûk û peyamên wî wergirtine, van insanan dixwazin çi peyamî ji Xanî ra bişînin. Her wiha ev hem tiştekî metaforîk hem jî metafîzîk e; min sedî 70yê tabloyê ji bo insanan vala hişt. Min di tabloyê da tenê portreyekî wî çêkir. Bi rêya vê tabloyê tu dixwazî ji Xanî ra çi bibêjî, tu dikarî li serî binivîsînî.

Ez diwxazim insan jî piçek ji wî ra peyaman bişînin. Ez bawer dikim ev jî ji bo têkilîyeka metafîzîkîyê ye. Karekî înteraktîf e; ew kar heta hebe herkes dikare peyamekî ji bo Xanî binivîsîne.

Pêşangeha Xanî dê heta 6ê Hezîranê li tersa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî berderwam bike.

Fotograf Qesîm Etmanekî, Stenbol