Doza rojnameger Hayri Demir dîsa taloq bûye

Doza rojnameger Hayri Demir dîsa taloq bûye
Doza rojnameger Hayri Demir dîsa taloq bûye
Botan Times
  • 19 Nisan 2022 13:21

Rojnemeger Hayrî Demîr bi 32 sal cezayê hepsê tê darizandin. Ew ji ber xebatên xwe yên rojnamegerîyê ku li Rojavayê Kurdistanê kiribûn bi “propagandaya rêxistina terorê” û “endamtîya rêxistinê” tê darizandin. Daxwazên wî yên ji dadgehê dîsa hatine redkirin û danişîn taloqî 29ê Hezîranê bûye.

11emîn danişîna doza Demîrî ku bi 32 sal cezayê hepsê tê darizandin li 15emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatiye lidarxistin.  

Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê û Demîr û parêzera xwe Nûray Ozdogan tevli danişînê bûne.  Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kiriye. Her wiha belgeyên ku nû li dosyeyê hatine zêdekirin hatine xwendin. Di ewraqên hatin xwendin de hatiye diyarkirin ku kesek bi navê Hasan Şahîn li ser Demîrî îfade daye.  Serokê dadgehê îfadeyên Şahînî ji Demîr pirsîne. Demîrî destnîşan kiriye ku ew cara yekem e navê kesî dibihîze û haya wî ji îfadeyên Şahîn ku li dosyeyê hatine zêdekirin nîne û ji bo beyanên xwe eşkere bike daxwaza demê kiriye.  

Demîrî anîye ziman ku di îdianameya wî de sê girtekên cuda hene û xwestiye ev îfadeyên bi nakokî bên zelalkirin û delîlên di encama diziyê de ku gihîştine destê emniyetê têkildarî van materyalan şopa tiliyên Ozgur Hakkibulan ê navê wî di dosyeyê de derbas dibe û şopên tiliyên li mala wî û materyalên dîjîtal bînin ber hev. Demîrî xwestiye ew kes wek şahid were guhdarîkirin.  

Dozger xwest daxwazên Demîr bên redkirin û ji bo materyalan ji nû ve nivîs ji emaneta edlî re binivîsine.  Dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwazên Demîr red kir û danişîn taloqî 29ê Hezîranê kir. 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê