Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

RTÜKê cezayê pereyan li AMED Radyo TVyê birîye

20/04/2022


Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê, RTÜKê, li AMED Radyo TV ya ku li Diyarbekirê weşana bejayî diweşîne 12804₺ cezayê pereyan birîye.

Di der barê mijarê de Serokê Lijneya Rêvebir û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AMED Radyo TVyê Ferat Mehmetoglu daxuyanî daye;

“Bi îdiaya ku me di Gulana 2021an de beyannameya RTUKê neşandiye, 12804 lîre ceza li me birîn. Lê belê ji aliyê RTUKê ve gelek carên dî jî ew beyanname hate xwestin û me jî hem di wê dîrokê de hem jî piştî wê gelek rêya sîstema fermî ya RTUKê “KEP”ê şand. Ev cezayê RTUKê daye me berhema hişmendî û polîtîkaya çewisandin û tirsandinê ye, ku RTUKê di dema pandemîyê de jî tu arîkarî neda vê qenala herêmî ku weşana bejayî dike. Em di dema pandemîyê de bi girtînê re rû bi rû man. Me ew belgeya xwestine gelek caran şandiye û ev yek jî bi belgeyên fermî dikare bê piştrastkirin. Me daxwaznameya xwe ya îtîrazê pêşkêş kir. Hêvîdar im ew xeletîya xwe bibînin û cezayê birîne betal bikin, heger nekin jî ev yejk tê wê wateyê ku RTUK jî di dema pandemîyê de derbekî li medyaya herêmî dide.

Di pêvajoya pandemîk de. Ev cezayê ku RTUK’ê dide weşangerên herêmî û bejayî yên ku hewl didin bijîn û dewlet piştgirî nade wan, berhema polîtîkaya hişmendî û tirsandinê ye. gelek caran şandiye, ev jî di belgeyên fermî de heye, lê me ceza xwariye, me jî bi fermî daxwaznameya xwe ya îtirazê pêşkêş kiriye, hêvîdar im ku ew vê xeletiyê zanibin û cezayê navborî bê betalkirin, eger nebe ev dê bibe nîşana ku RTUK’ê jî derbeyek li dijî medyaya herêmî ku di dema pandemiyê de hat girtin, hat kirin. Em rêxistineke serbixwe ne û tenê ji bo raya giştî weşanê dikin. Li pişt me ne hêzên siyasî û ne jî derîyekî dahatinê heye. Lewra jî birîna cezayên wiha li me îradeya xebata me dişikînin.”

https://twitter.com/amedtvradyo/status/1516718986037280772?s=20&t=9xYvlYTYE_TKUdgVaziMuA

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan